Prof.Dr. İlhan Kızılhan: Şerê di navbera Kurdan karaset e

KurdiYazarlar

Dema şervanên azadiyê, Gerîla û Pêşmerge, bi kotek bikin kujer

Keç û lawên kurd ji her perçeyî Kurdistanê ji bo xak û azadiya milletê xwe ditekoşin, şer dikin dijî dagirker, dîktator û teroristan. Ev ne ji bo rêkxistinekê an jî ji bo ideolojîyeke siyasî şer dikin û şehîd dibin. Ev ji bo qêrîna dayik, destdirêjkirina keç û dayikan, zarokên birçî, binpêkirina namûs û şerefa milletê xwe berxwe didin, şehîd dikevn. 

Pêşmerge û Gerîla  şervanên azadiyê, qehreman, di nav civakê de mîtolojî û efsûnî ne. Ev ji bo mafê milletê xwe, parastina çand, hebûna gelê xwe dijîn. Ev herdem mîsagora jiyanmayina Kurd û Kurdistanê bûn. Nîrxê herî mezin gerîla û peşmerge ne ji bo gelê kurd.

Şerê di navbera Kurdan karaset e

Pêşmerge û gerila dijî dijminê milletê xwe şer dikin, ne dijî hev. Ku dijî hev şer bikin,  êdî gerîla û pêşmerge nabin şervanê azadiyê, nabin parastvanê miletê xwe, ev tenê  dibin çekdarên basît ku ji bo rêkxistina xwe an jî ji bo mafê xwe yên şexsî şer dikin. Belkû ji zehmet be ku were gotin, lê ev dibin kujerên hev. Lê yê wan dike kujer jî, serkerderiyê wan rêkxistinan in. Kî kujer e, kî şervanê azadiyê ye?

Kîn û nefreta dijî xuşk û bira ji kîn û nefreta dijmin gelek cudatir e!

Şerê dijî dijminê kurdan rasyonal, kêm hest e û bê wêneyeke şexsî ye. Lê kurd li rûyê hev dinêrin û wî rûyî ji bîr nakin, tijî kîn û agresyon dibin û dinyaya wan tenê li ser tol û heyfê digere. Heta bi kuştina kesekî razî nabin. Heta di dema borî de wan hemû malbat li ser hev dikujtin. Ev jî, ji xwe bawerin ku mêr û qehreman in. Lê di şerê dijî dijiminê millet xwe de gelek milahîm e û bi vîjdan e. 

Ev dijminatiya di navbera kurdan ketiye rewşeke şizofrên!

Kurd dijî dijminê millet xwe fer bûye ku bê care ye, bê hêz e. Lewra jî, hinek kurd û rêkxistinên wan dibin evîndarê dijminê millete xwe, dixwazin wek dijminê xwe bi hêz bin, desthilatdar bin. Car caran evîndariya dijmin dibe wek patolojiyekê, wek nexweşiyekê ku bi dijminê xwe re dijî millete kurd şer dike û neferên malbata xwe, kurdan, dikuje. Ji wan re digotin çahş û xayin. 

Lê îro kî çahş û xayin e? 

Di dîroka Kurdistanê de herdem desthilatdar bi zor û kotek millete kurd qir, talan, welat tar û mar kiriye û serkerderiyên kurdan û millet be car e hîştiye, heta îro.

Serkerderiyên kurdan û eşîrên wan di bin vê psîkolojiya bê caretiyê de mabûn, man e. Ji bo ku ev jî xwe bi hêz bibînin û xwedî desthilatdariyê bin, kes û komên ji wan qelstir bê merhametî bindest dikiin, heta îro. Ji aliyekê dijmin kurdan bindest dike, ji aliyê din jî¨ serkerderiyên kurd, serok-eşîran zilm li gelê kurd dikir. Ol û dînê serdest jî, zalimtî û kotek di anîn ser ol û dînên kêm û bindest. Ango, li ser serê gelê kurd heta îro çiqas kêm ji 2 heta 3 dethilatdar milletê kurd tar û mar kiriye û dike.

Ku zalimtî, kotek û kuştin dirêj dom bike, êdî hinek kes jê kefxweşî û zewq dikşînin!

Di pirr lêkolînên li ser ceng û şer de eşkere bûye ku çiqas şer û kuştin li cihekî dom bike, mirov kuştin, hingavtin, hepskirin û gelek tîştên ne-mirovahî qebûl dike, fer dibe û ev dibin perçeyek ji jiyana wan. Heta hinek kes, êdî kefxweş û serxweş dibin ku kesekî din bikujin, biêşînin û talan bikin. Pirsgirêk, alozî, provaksyon, şer, tevlî hevkirina millet li ser rojeva wan e û tenê wiha dikarin bijîn. Ev kefxweşiya (appetitive psychology) dibe wek nexweşiyekê û nikarin jiyaneke normal bijîn.

Bê guman faktorên dervayî jî herwiha pir giring in: Hêzen derva zêde bandora xwe li ser rêxistinên kurdan bicîtînin û wiha civaka kurd diguherînin, ev rêyeke dijî perjewendiyên gelê kurd e.  Dewletê wek Iraq, Tirkiyê, Suriyê û Îran dê herdem bixwazin rolê xwe di nav partiyên kurdan de bileyizin. Pirs ev e: Partiyên kurdan dikarin xwe hinekî ji  wan dewletan dûr bikin an jî eşkere bi hev re li ser wan pirsgirêkan biaxifin, an jî dê înkar bikin? 

Êdî mirov dê bipirse, hûn xizmeta gelê kurd an jî xizmeta dijminê kurd dikin?

Ev şer û nakokî di navbera kurdan de, ji dîrok ve heta îro,  diyar dike ku rêkxistinên kurdan li  goriya xwestek, armanc û xewnên gelê kurd ne  amade ne. Ji xwe mirov ji kîjan rêkxistinê û dilxwazên wan bipirse, tenê ev rastiyê dizanin û dibêjin. Bê rûmet û bê rêz erîşî hev dikin, ku mirov di nav şermê de difetsînin. 

Gelê kurd ji zû de bûye yek, lê partiyê kurdan vê yekîtîyê dîsa travamatîze dikin, ji hev dûr dixin.

Êdî ev şer û nakokî hatiye dereceke wiha ku mirov nikare bi mantiq û vîjdan aliyekî bigire. Lewra jî hinek kar dikeve ser milên rewşenbîran û kurdperwer, aştîxwaz yê bê-alî.

Heta niha kurdan hêz û vîzyona xwe di nav desthilatdarîya dewletê de nedîtine, lê di rabirduyên xwe yên azarkêşî de dîtine; nasnameyeke bindest û berxwedanê. Avahîya neteweyî û pê re girêdayî parastina nasnameya kurdî, dikare bi ser bikeve, tenê ger di çarçoveya ziman û çanda kurdî de civakeke peywendekare siftê bê bi pêş xistin. 

Ji bo vê jî, psîkolojiyek hevgirtin, kurdbûn û piştgirtiya millet li her perçêyen Kurdistanê û dervayi welat ,û tenê ji bo perjewendiyên welatekî azad, wekhev û hevpar bi saziyen serbixwe, bê partiyên siyasî, pêwist e.

Kurd çiqas jî, gilêyan ji rabirdûyên xwe bikin, mirov nikare rabirdûyê bi paş ve vegerîne. Tevgerên qaşo bi paş ve  an jî pêşketî pirsan çareser nakin. Ev bi şerê hev tevgera kurdî ya heyî hîn li Kurdistanê, hîn li dinyayê jî, marjînal dikin. Hinek ji wan partîyên polîtîk bê hêz man e û ji veguhastinê li goriya dinyayeke global dûr ketine. 

Ditirsin, ditirsin, ditirsin ji guhartinê!

Ev rêkxistin êdî hêdî hêdî dibin wek terîqatan û dilxwazên wan wek mirîdan, an jî bi ramana eşîrtiya xwe di rabirdûyê de man e. Lê dîsa jî, ev rêkxistin mafê xwe li ser mafê gelê kurd dibînin û gel di nav karasetan de dihelin. Bi çi heqî?

Partîyên kurdan di dîrokê de heta îro risteke mezin ji bo afirandin û çêkirina Netwa kurd neleyistine. Lê ev  bixwe hêjî di vê baweriyê de ne. 

Yên bi rastî roleke mezin ji bo afirandin û çêkirina Netwa kurd leyistine keç û lawên kurd yên ronakbîr, hunermend, nivîskar û mirovên xwedî fikir in. Bi taybetî gerîla û peşmerge ne! 

Kurd nikarin li derveyê dinyayê bijîn. Pirs naskirina nasname û neteweya kurd e. Ne naskirina rêkxistinan e.

Wezîfeya ku dikeve ser milên ronakbîrên kurd ev e ku bixwe ji xwe re li ser rola xwe ya azadkar û ronakdar kevneşopîyan şanî bidin û hertim bi çavekî rexneyî bi vê kevneşopîyê re bidin û bistînin û bi vê yekê ve girêdayî bibin muxatabên vekirî û rêzdar yên çand û polîtîk ji bo partîyên polîtîk yên kurdî û civakên din.

Bihevgirêdan û derbasdema mafên çand, sivîl û herêmî heta perwerdeya neteweyî divê ji alîyê zanist û civakê ve bê tayîn kirin û bi heman awayî bikeve jîyanê. Lê ji bo vê yekê di civak û polîtîkayê de guherîna paradîgmayê girîng e.

Ev şer û nakokiyên di navbera kurdan divên werin rawestandin û wiha jî milletê kurd dê hinek kefxweş û şah be. Ku ev şer eşkere an jî veşartî dom bike, bila sedem çi be jî, divê were şermezar kirin û millet serkerderiya wan êdî nepejrîn e. Gelê kurd aramî, azadî, xuşk û biratî, merhametiya navxweyî heq kiriye.

Şerê di navbera Kurdan karaset e û travmayên borî nû dike û siberoja kurdan tarî û nexweş dike.

İlginizi Çekebilir

Osman Aytar: Xewna kombûnekê li Hewlêrê…
Hasbey Köksal: Di zimanê Kurdî, zaravayê Kurmancîyê de Cotepeyv-X

Öne Çıkanlar