Li bakurê Kurdistanê piraniya Kurdên Elewî li bakur û roavayê Çemê Firatê dijîn. Meriv dikane herêma Dêrsim, Erzingan, Koçgirî, Meletî, Mereş, Semsûr û Dîlokê heta rohilatê Kayseriyê wekî cografya Kurdên Elewî binav bike.
Wekî tê zanîn; hê beriya îlankirina Komara Tirkiyê, bi komkujiya Koçgirîyê (1920-21) ve ev herêm dibe hedefa siyaseta dijkurd a desthilatên Tirkî. Piştî kirasguhertina dewleta Osmanî ya bi navê ‘Komara Tirkiyê’ jî herêm dîsa dibe her cûre siyaseta tunekirina Kurdan a dewleta xwedî nasnameya ‘Tirkî û Sunnî (Misilman)’.
Kurdên Elewî ji ber nasnameyên xwe yên etnîkî û baweriyê tim rastî tundî û zordestiya dewletê tên.
Li bakurê Kurdistanê piştî têkçûna berxwedana Şêx Seîdî (1925) dewleta Tirk planekî bi navê ‘Planê Îslehkirina Rohilatê (Şerqê)’amade dike û ji wê çaxê heta komkujiya Dêrsimê (1937-38) piraniya dînamîkên Kurdî yên netewî bi komkujî û koçberkirinê ji holê radike. Paşê bi taybetî bi siyaseta bi dibistan, diyanet û saziyên din ve yanî bi asîmîlasyonê ve dewlet dixwaze hebûn, nasname û nirxên Kurdan ji holê rabike.
Wekî li Mereşê dixe meriyetê (19-26ê Kanûna 1978); dema ji encama siyaseta ‘nerm’ îkna nabe, dîsa didanê xwe nîşanî Kurdan dide û bi komkujiyan hewildide ku doza Kurdbûn û Kurdistanîbûnê binaxî bike.
Ji ber siyaseta komkujî ya dewleta Tirk a li cografya Kurdên Elewî, Kurdên vê herêmê cih û warên xwe diterikînin û îro piraniya wan li derveyî Kurdistanê dijîn. Kurdên Elewî tenê neçûne Ewropayê; herwiha ji Kanada heta Awustralyayê û ji Japonya heta Amerîkayê li seranserê cîhanê belav bûne.
Îro li her bajarên Ewropayê, li Amerîka, Kanada û Japonyayê heta Afrîka Başûr û Amerîkaya Latînî meriv dikane rastî Kurdekî Mereşî were…
Helbet li herêmê tenê siyaseta komkujî û asîmîlasyonê nehat birêvebirin, di heman demê de demografiya herêmê jî bi bicîkirina Tirk û Ereban ve hate guhertin.
Îro aşkere ye ku dewlet di siyaseta xwe ya ji bo ‘bêkurdkirina’ herêmê de heta radeyekê bi ser ketiye. Di sala 1919an de mîsyonerê Îngîlîz Edward William Charles Noel di rojnivîska xwe de (Kurdistan 1919, Rojnivîska Zabît Noel) aşkere dike, ku ji Dîlokê 50-60 km şûnde heta Meletiyê nifûsa herêmê ji sedî 70-80ê Kurd in û ji van Kurdan jî ji sedî 75 ji hêla baweriyê ve Elewî ne. Lê di encama siyaseta komkujî û asîmîlasyonê de îro hejmara Kurdên herêmê belkî jî ji sedî 30ê nifûsa herêmê nîne…
Hebûn, nirxên civakî û kultura Kurdî; yanî deng û rengê Kurdî bi bicîkirina Tirkên ji Balkan û Kafkasyayê û piştî şerê li Sûriyê jî ev çend sal in bi bicîkirina Ereban ve reng û dengê Kurdî li vê herêmê hate lewazkirin.
A herî xirab jî êdî wer bûye ku Kurdên ji herêmên din vê herêmê, yanî bakurroavayê Çemê Firatê wekî parçeyekî ji Kurdistanê nahesibînin. Di lîteratûr û çapemeniya Kurdî de bahsa Kurdên Elewî û çîrok,kultur û dîroka wan zêde cî nagire. Ev helwest jî di pêşîgirtina asîmîlasyona Kurdên Elewî de dibe bandoreke neyînî ya wekî ‘otoasîmîlasyonê’.
Ev siyaset îro jî li dar e û ev wekî tekane siyaseta dewleta Tirk a li dijî Kurdan tê pratîzekirin e… Ne tenê li Bakur, herwiha li Rojava û Başûr jî Tirkiye Kurdan bi komkujiyan ji cihûwarên wan, ji Kurdistanê dûr dixe û li şûna wan Tirkmen û Ereban bicî dike. Li Efrînê, li Girê Spî û Serêkaniyê û di vê dema dawiyê de li Şengalê heman siyasetê bi rê ve dibe û mixabin hinek hêzên Kurdî jî qaşo bi navê ‘desthilatbûnê’ dibin hevkarê vê siyaseta qilêr a dijkurd…
Komkujiya Mereşê li dijî Kurdan paqijiyeke etnîkî yanî endezyariyeke demografîk e. Ji ber ku siyasetên bi hêz ên Kurdistanî ji wê komkujiya li dijî Kurdên Elewî bi têra xwe ders negirtine û di pêşxistina siyaseteke netewî de bi ser neketine, îro Kurdên Êzidî jî bi heman encamê re rû bi rûne û garantiyek tune ye ku sibê jî Kurdên din ên mayî, ên Misilman jî bi heman encamê re rû bi rû nemînin…
Hezar mixabin ku Kurd hê jî di rewşeke mayîn û nemanê de li dijî hevdu bi şerê desthilatiyê ve mijûl in û zirarê didin hevdu. Li şûna şerekî deshilatbûnê pêwîstiya Kurdan bi siyaseteke netewî û yekîtiyê heye. Eger hinekî din bi derengî bikevin û hişê xwe hilneyînin serê xwe; wer xuya ye ku Kurdbûn û Kurdistanîbûna mayî jî ê ji dest biçe…