Hasbey Köksal: Di zimanê Kurdî, zaravayê Kurmancîyê de Cotepeyv-Z

KurdiYazarlar

Di zimanê Kurdî, zaravayê Kurmanciyê de jî ev kompeyv gelek zêdene. Taybeta van kompeyvan, bi du peyvan pêk tê. Herdu peyv tîpa “û” yê digire nav xwe , “û” karekî wak girêdek hildigire.Herdu peyv jî ji  “û” yê hêz digire yan jî hêz dide “û” yê.

  Rêzenivîs : 24                                                                               

Zad û zexîre

 Zad: 1. Xwarin, xwirak.

  1. Erzaq, qût.
  2. Dexlûdan, dan, dexl, xwûrd, ceh û genim.
  3. Kur, law, pis, ewlad, zade.

 Zexîre: 1. Zad, dexlûdan.

Mane: Erzak, dexlûdan, qût, xwermenî, risq.

Mînak: Îsal zad û zexîreyê me gelek bereketdar bû.

 

Zar û ziman

 Zar: 1. Ziman, lîsan, zarava, devok, peyv.

  1. Zarok, zarî, gede, sebî, ewlad.
  2. Tiştek çendrexî û rûjimarikî ku di lîstikên nesîbî da tê bikaranîn.
  3. Awaz, dengê bilind, zarîn, nalîn.

Ziman: 1. Organekî laşê mirov û heywanan. Organa tamkirinê. Organa ku meriv pê diaxive.

  1. Axavtina netewekî, axavtina komekî.
  2. Zar.

Mane: Lîsan,

Axaftin û ragihandin

Mînak: Zar û zimanê dar û devîyan hebûna ji te ra derdê min bigotana.

 

Zar û zêç

Zar: 1. Ziman, lîsan, zarava, devok, peyv.

  1. Zarok, zarî, gede, sebî, ewlad.
  2. Tiştek çendrexî û rûjimarikî di lîstikên nesîbî da têt bikaranîn.
  3. Awaz, dengê bilind, zarîn, nalîn.

 Zêç: 1. Ji peyva “zar”ê de peyda zêç. Bi pêyva “zarok” ve kartê.

  1. Nîkotîn, zifîr, dûzerka cixareyê, jehra titûnê.

Mane: Zarok, ewlad, keç û kur, jin û zarok.

 Mal û hal, erz û eyal.

Mînak: Dê û bav ji bo zar û zêçên xwe bi salan dixebitin, lê zar û zêrç ji bo dê û bavê xwe nikarin ewqas bixebitin.

Zar û zêrç = Zar û zêç.

Zar û zerb = Zar û zêç.

Zav û zêç = Zar û zêç.

Zaw û zê = Zar û zêç.

 

Zend û bend

Zend: 1. Bazend, bask, meçek. (zendê pê , zendê dest)

  1. Cîhê ku bend, zicîr, girêk le tê xistin, cîhê ku qeyd lê tê xistin. (Ji bo lingê heywanan.

Bend:1.Dîwarê ku bi keviran hatîye çêkirin (bo av, bax û baxçe)

  1. Partî, hîzb
  2. Qeyde, made.
  3. Dezî, ben.
  4. Sekn, hêvî.
  5. Qeyd û bend, cîhê ku qeyd lê tê xistin. 
  6. Çarîn.
  7. Peywend, têkilî.

Mane: Bazind, meçek, bevşik.

Mînak: Hevalan,  zend û bendên xwe hildan û ji bo karê min dest pê kirin.

 

Zeng û zêrîn

Zeng: 1. Zadegan, esîlzade, sergewer, arîtokrat, beg, axa, feodal.

  1. Zengil, zingil, zîl.
  2. Jeng, jengar.

Zêrîn: 1. Zêrî, wake zêr, zêrînî, ji zêr

  1. Pir baş. (Mînak: Merivekî wake zêr e.)
  2. Êşîn, rencîn, taliwîn. (Ji ber zordarî.)

Mane: Xanedan, zadegan, esîlzade.

Mane: Li gorî min, zeng û zêrînî bi esl û fesl ve girêdayî nîn e, bi însanetî û zanistî yê ve girêdayî ye. 

 

Zer û zepalî

 Zer: 1. Kendal, qerqez.

  1. Rengek.
  2. Rengê rojê yan jî tavê, yan jî rengê lîmonê gihîştî.
  3. Spîçolkî, rengavêtî.

 Zepalî: 1. Zer bûyîn, zerikî, spîçolkî.

 2. Rengûrûyê zerikî.

Mane: Rengê spîçolkî.

Reng û rûçik le neman, reng û rûçikê spîçolkî .

Mînak: Ku mişk dît, rû lê zer û zepalî

 

Zer û zêrîn

 Zer: 1. Kendal, qerqez.

  1. Rengek.
  2. Rengê rojê yan jî tavê, yan jî rengê lîmonê gihîştî.
  3. Spîçolkî, rengavêtî.

 Zêrîn: 1. Zêrî, wake zêr, zêrînî, ji zêr

  1. Pir baş. (Mînak: Merivekî wake zêr e.)
  2. Êşîn, rencîn, taliwîn. (Ji ber zordarî.)

Mane: Zêrî, rengê zêr.

 Mîna tavê.

Mînak: Porê kej daketîye ser rûyê şêrîn,

              Av e,dibiriqe mîna zer û zêrîn.

              Ne kevir û kuçe ev dîle dil, xayîn,

              Neçar, bi pesîra min digire bi zar û qêrîn(1).

              

Zer û zepilî = Zer û zepalî.

Zer û zerhimî

Zer: 1. Kendal, qerqez.

  1. Rengek.
  2. Rengê rojê yan jî tavê, yan jî rengê lîmonê gihîştî.
  3. Spîçolkî, rengavêtî.

 Zerhimî: 1. Çilmisî.

  1. Rengavêtî.
  2. Rengnesax, zerzepalî.
  3. Rûyê mirikî.

Mane: Rû mirîkî, Rûyê ku perpûra mirinê avetîye ser.

MÎnak: Zalim, bi rûyekî zer û zerhimî di perpûra mirinê da dinalîya. 

 

Zewq û sefa

Zewq: 1. Xwaşî, şahî, cejn.

  1. Aheng, dîlan, dawet, dilxweşî, kêf.

Sefa: 1. Kêf, zewq, xweşî, şadî, şahî.

  1. Aramî, rehetî, hêminî.

Mane: Gewz û şadî, bi kêf, wakî dilê xwe jiyîn.

Mînak: Dibêje dinê du roj e, nîvek xew û nîvmirî, nîvek şer û xebat, de ware bijî zewq û sefahat(2)!

 

Zêr û zeger

Zêr: 1. Madenekî reng zer û bihagiran. ( Taybetî gustîl, guhar, gerdanik û bazin bi vî madenî  tê çêkirin.) Bi kurtasî: Au.

Zeger: 1. Senger, çeper, tabya.

Mane: Dewlemendî, zengînî, maldarî.

Mane: Keleha Paloyê weke zêr û zeger e.

 

Zêr û zîv

 Zêr: 1. Madenekî reng zer û bihagiran. ( Taybetî gustîl, guhar, gerdanik û bazin bi vî madenî  tê çêkirin.) Bi kurtasî: Aû.

 Zîv: 1. Madenekê reng gewr an jî spî û bihagiran.( Ag.)

Mane: Zîwer, zîber, xişr.

Madenên pir qîmetbar.

Mînak:Qîmeta azadîyê bi zêr û zîvan nayê pîvan.

 

Zêr û ziber

 Zêr: 1. Madenekî reng zer û bihagiran. ( Taybetî gustîl, guhar, gerdanik û bazin bi vî madenî  tê çêkirin.) Bi kurtasî: Au.

 Ziber: 1. Zîwer, zînet, xişr, nîgar, xeml.

Mane: Xişrên ku jin bi xwe ve dikin, zêr û emanet.

Mînak: Qutiya zêr û ziberan li ser maseyê bû. 

 

Zilm û zor

 Zilm: 1. Tehde, tade, zor, neheqî, zordarî, zalimtî, zalimî, zordestî.

Zor: 1. Zilm, zulm, neheqî, kotek, sengî.

  1. Dijwar, zemet, asê, tengî, tengasî.
  2. Pir, gelek, zêde, zehf.
  3. Hêz, qudret, teqet, xurtî. ( bi hêzdar bûn.)
  4. Çetîn, mişkûlayî.

Mane: Bêmerhametî, dilkevirî, darê zorê.

             Zordestî, zordarî, zalimî.

             Êş, azar, ezyet, ked, zehmetkêşî.

Mînak: Ewqas zilm û zorê kişand, axirî gihîşt armanca xwe.

 

Zip û ziwa

 Zip: 1. Peyvekî muhmel, bi serê xwe bê ware.

 Ziwa: 1. Zuha.

  1. Hişk.
  2. Bêav, ne şil, bêhêm.

Mane: Zipziwa, bêav, bêhêm, bênem.

Mînak. Ji ber kelakela germa havîna Rihayê gol û newal zip û ziwa dibin.

Zirav û jar

Zirav: 1. Ne stûr, ne qalind, zeîf.

  1. Tenik, nazik.
  2. Ziravik, zerdav, zehran, ava zer ya laşê (taybetî ya mêlakê.) 
  3. Wêrekî, cesaret (mecazî) ( Mînak: Merivê bêzirav.)

Jar: 1. Belengaz, pêrîşan, reben, feqîr.

  1. Bêserûbar, şerpeze, bêhal, hewcedar.
  2. Jehr, axû.

Mane: Bêpertav, bêşîyan, nexurt, lawaz.

Bêserûbar, bêhal.

Mînak: Şêr bûm,

Bi eşqe te gêj bûm.

Nika zirav û jar im,

Li ber derîyê te bêhal û lal im(3).

 

Zirt û fort

 Zirt: 1. Derew, gotinên nerast.

  1. Vir, fort (argo – çepel)

 Fort: 1. Gef, zirt, lêheytandin, tehdîd.

Mane: Palavra, gotin û tehdîdên vala, gefxwarinên vala.

Mane: Bi zirt û fortan kê karê xwe halkirîye kû ew hal bike.

 

Zor û zext

Zor: 1. Zilm, zulm, neheqî, kotek, sengî.

  1. Dijwar, zemet, asê.
  2. Pir, gelek, zêde, zehf.
  3. Hêz, qudret, teqet, xurtî. ( bi hêzdar bûn.)
  4. Çetin, mişkûlayî.

 Zext: 1. Darmisas, mesas, zixt.

  1. Sengî, givaşt, fişar, zor, kotek, zilm, zordarî.

Mane: Zulm, sengî, neheqî, zordarî.

Lê ne hekî, lê zor kirin, di bin givaştê da hiştin û lê fişar kirin.

Mînak: Bi zor û zextan kîjan dewlet şên bûye ku va jî şên bibe.

 

Zor û zehmet

 Zor: 1. Zilm, zulm, neheqî, kotek, sengî.

  1. Dijwar, zemet, asê.
  2. Pir, gelek, zêde, zehf.
  3. Hêz, qudret, teqet, xurtî. ( bi hêzdar bûn.)
  4. Çetin, mişkûlayî.

 

 Zehmet: 1. Tiştên ku bo kirina wî pir enerjî, hûner, sebir… hwd hewce  ye.

  1. Nerehetî.

Mane: Çetinayî, nerehet, bimeşaqet, bizorkêşî.

Zorbela.

Mînak: ji bo  erazîyê  gelek zor û zehmetî derxistin hember me.  

 

Zor û zerp

 Zor: 1. Zilm, zulm, neheqî, kotek, sengî.

  1. Dijwar, zemet, asê.
  2. Pir, gelek, zêde, zehf.
  3. Hêz, qudret, teqet, xurtî. ( bi hêzdar bûn.)
  4. Çetin, mişkûlayî.

Zerp: 1. Zerb

  1. Lêdan, lêxistin, şelp.
  2. Sewre.
  3. Lihevxistin, lihevdan.

Mane: Darê zorê, zext, zilm, sengî.

Mînak: A rastî, heke wî  zor û zerptî nediyana hiş û aqilê xwe nedigirt serê xwe.

 

Zozan û xozan

Zozan: 1. Deverên çîya, panav.

  1. Erdê bilind serî pan û dûz. War, aran.
  2. Plato.
  3. Xozan: 1. Pirêze, firêze.
  1. Zevîya ku piştî çinînê nehatîye ajotin.
  2. Herdê nehatîye ajotin û gil û gîya lê hatîye.

Mane: Erdê bilind ya rast û erdê neajotî bi firêze û gîya.

Mînak: Li zozan û xozanan kom bi kom sewal  dîçerîyan.

 

Zû û dereng

 Zû: 1. Bi lez, lezûbez, lezgîn.

  1. Demekî ne dirêj.

Dereng: 1. Dijwateya “zû”.

  1. Piştî zemana belî. ( Mînak: Divê saet di 04 an da bihatana, hê jî nehatîye.)

Mane: Çi wext bibe.

Mînak: Zû û dereng ew ê dawî li jîyana herkesî bê.  

*

1- Çarîn: Hasbey KÖKSAL

2- Gotin Hasbey KÖKSAL

3-Çarîn: Hasbey KÖKSAL

 

İlginizi Çekebilir

Berrî Shemdîn û Xebatên Wê
Prof.Dr. İlhan Kızılhan: Rewşa rewşenbîrê kurd

Öne Çıkanlar