Ruhê kurdî perçe perçe bûyî;divê em komî ser hev bikin

KurdiSöyleşi
Mem Ararat hozane bahozên ew hêstên giran e ku barê êş, berxwedan û bendewariyê hildigire. Bi deng û stranên xwe mil dide di bin barê wan ên ku wateya jiyanê di azadiyê de dibînin.

Günay ASLAN

Dengê wî bi rengê evîn û êgir e ku ev denga ji çiyayên bi xwînê hatine şuştin, ji deryayên bi kederê pêl didin, ji zimanên bûne kevir û ji şevên bi hezaran salê ku xew neketiye li çavan, tê.

Mem, êgir berdide bi hestên bi hezar salî, li ser nexşeyên ku çawirdora wan bi serhildanan peritîne re tê ku hemû zanyariya van deveran tunekirin e, hemû marîfeta wan înkarkirin e, aliyekî wan kor e, aliyê din lal e, aliyê din kerr e, aliyê din felçgirtî ye.

Her ku Mem Ararat baskên xwe ve dide, ew hêzê dide dilên me yên qemitî û êşên me yên qertîşgirtî…

Keremkin; Nupel ji bo we Mem Ararat re hevpeybinek çekir…

Wan rojên de Newroz tê pîrozkirin. Dema Newroz tê rojevê, hestên çawa li cem te peyda dibin? Tu çi his dikî?

Newroz mizgîniya roja nû ye.Ew hêviyek mezin dide min jî. Her Newroz em hewl didin hêviyên xweyî şikestî   bicebirînin. Newroz sersal e jî bo min. Ez bawerim bo gelek kurdan jî tê vê wateyê.

Di vê Newrozê de bendawarîyên te yên ji bo xwe û gelê me çi ne?

Bi hêviya xeberên xweş im. Çavê min li rê ye bi rastî.

Muzîk, ji alîyekî ve hemahengîyeke ku di navbera sosyolojîya civakê û derûnîya takekesî de tê şirovekirin. Li gor vê yekê, em dixwazin bi dengên te yên hundirîn dest bi hevpeyvîna xwe bikin. Tiştên ku te di jîyanê de herî bextewar dikin çi ne?

Li gorî min huner di gava yekemÎn de ji civakî zêdetir takekesî ye.Lewma berhem di hindirê tenêtiya hunermend de tê dinê. Lê belê hunermend berhemê ji tunebûnekê dernaxe helbet.

Helbet ez mirovek bextewarim

Berhem dema derdikeve ser rûkala dinyayê û pê ve dikare bibe cîvakî.Sosyolojîya civakê û psîkolojiya şexs gelek caran di hindirê xwe de dijberiyekê jî dikare hilgire. Lê ev ne tiştekî xerabe. Lewma huner hêza xwe ji nakokiyan jî distînî.

Jiyana dinyayî ji bo zarokên nû tê dinyayê dibe kû nû be,lê bêgûman dinya gêrsitêrkek (gezegen) kal e û xwedî mîrateyek berhevketî ye. Yanê mirov di nav aveke herikbar û şid de tê dinyayê. Zarokek ne xwedî şense,ku jiyana xwe bi xwe saz bikî. Di şaristaniya me  de takekesî ji şexs hatiye dizîn mixabin. Lewma em di nav tekoşînek xedar de dest bi meşa xwe dikin.Vîna mirov ji hêla ol,bîrdozî,kevneşopî û hwd. hatiye parvekirin.Hindik tişt maye di destên mirov de.

Helbet ez mirovek  bextewarim, piştî 40 salî li ser bêndera xwe runiştim û min rahişt pênûsa xwe . Êdî amademe çîroka xwe binivîsim, ji xwe min dest pê kiriye jî. Bi pêy zarokatiya xwe ketime. Bi neynûk û diranan,bi hemû hêza xwe hewl didim zarokatiya  xwe ya ji min hatiye dizîn ji şaristaniyê bistînim. Ji ber vê yekê jî tev li hemû birîn ,kul û keserên xwe jî dikarim bi dilrehetî bêjim ez mirovek bextewarim. Dibe kû ji ew kesên herî bextewar yek jê jî ez bim.

Dema ku tu xwe bextewar dibînî tu çi dikî?

Dikenim bi hemû laşê xwe  . Destê min digêje çi ew jî dikene. Dema stran dibêjim  ew jî dikene. Dema digrim govendê ew jî dikene.

Qahweyekê didim ser ocaxê û ez û fîncana qahwê bi hevre dikenin. Erê wele, kêfên min î bi buhayê peretî erzan lê bi qîmeta  xwe bêhempa hene. Ji xwe bextewarî li dikanan nayê firotin. Divê tu ji xwe re bi destê xwe çê bikî.

Di jîyanê de tiştên ku te herî zêde diêşînin û xemgîn dikin çi ne û dema tu wan dijî, bertekên çawa nîşan didî?

 

Ji lêferzkirinan gelek aciz im .Dema zarokekî di rewşeke xerab de dibînim gelekî pê diêşim.Her weha  ez kurdekî çiyayî me.Dema vîna min ji min tê stendin bêhna min diçikî.

Şahî û xemgînî rûyê heman rastiyê ne

Hinek xemgînî hene mirov hêrs dike. Wê çaxê xwe serbes dikim û çi tê devê min dibêjim. Bêgûman ji ber vê yekê polîtîkvanek ji min dernakeve. Lê belê hin xemgînî jî hene mirov dixwaze hemû dengan hiş bike,hemû çirayan bitefîne û di nav bêdengiyekê de zîz bibe.

Xwezîyên te yên jîyanê hene?

Bi qasî her mirovî xweziyên min jî hene helbet,lê belê naxwazim xweziyên xwe têxim navenda rojeva xwe.Eger sibeh tuneba qîmeta doh jî nedima.Ez kombûna rabirdûya xwe û hêvî û bendewariyên sibeha xwe me. Tevli hemû rastî û şaşiyên xwe jî, ez û xwe bi gelemperî li hev in.

Herweha hesret û bendewarîyên te?

Ka gelo ji ku dest pê bikim?

Tu muzîkeka patetîk (ango dramatîk û hestîyar) çêdikî û karaktera muzîka te gelek xurt e. Lê di heman demê de, tu di hin stranên xwe yên wek ‘Girê Sîra’ de bi muzîkeka melodîk û rîtmîk ya bi tesîr derdikevî pêş me. Ji alîyekî ve muzîkeka bi kelecan a hestîyarîyeka kûr ku xemgînî û hizûrê dide meriv, ji alîyê din ve jî muzîkeka bi coş û şadimanîyê. Sedemên van her du şêwazên cuda çi ne?

Ya rast ev yek ne encama plansaziyekê ye. Guh didim xwebûna xwe. Çi ji dilê min bê wê parve dikim bi guhdaran re.

Çi bibe bila bibe dinya her dizîvire û xweza û dinya ji derdên  min î biçûk mezintirin dizanim. Jiyan trajediyê û komediyê bi heman pîvanê di xwe de hildigire.Şahî û xemgînî rûyê heman rastiyê ne. Carna bi min wisa tê:dibe ku  trajedî û komedî wateya xwe ji perspektifa mirov werdigire. Di destekî jiyanê de şîn di destê din de şahî heye. Tu nikare ji herduyan jî bireve.

Ji dilgermiya min pê ve tiştekî min tuneye

Dibe kû Nietzsche yê Elmanî mafdar be: “Dema xaniyê mirov dişewite,dibe kû xwarina navrojê ji bîr bike, lê belê paşê rûdinê û di nav xweliyê de xwarina xwe dixwe.”

Muzîka te ji alîyê girseyeka mezin ve wek; muzîka evînê, berxwedanê, azadîyê, hesretê, axê, jîn û mirinê tê nirxandin. Û dengê Mem Ararat bigihîje ku derê, li ser herkesî bandoreka kûr çêdike. Tu di wê bawerîyê de yî ku tu muzîkeka têkûz çêdikî?

Ji dilgermiya (samimiyet) min pê ve tiştekî min tuneye. Bi hemû hêza xwe heta dikarim tenê tiştên jê bawer dikim dibêjim. Ez jî wisa difikirim,Mem Ararat nêzî axê û avê ye.Beriya karê muzîkê yê profesyonelî ez bi cotkariyê re mijûl dibûm. Li gorî min dema têkiliyên mirov û axê û bi gelemperî xwezayê jahrî dibe,têkiliyên mirov û  rasteqîniyê jî xirab dibe.

Helbet muzîka Mem Ararat ne bê qusûr e. Hem di warê teknîkî û hem jî di  warê şêwazê de ya baştir pêkan e. Lê ji bo ya baştir lêgerîna me didome. Li gorî îmkan ,qabîliyet û hêza xwe em ê her bitekoşin ji bo ya baştirîn.

Qasê em dibînin, tu muzîkeka ku hundirê meriv germ, ronî û şên dike çêdikî, lê li hember vê yekê, tu bi jan û xemgînî û mirinê re jî di nav aştîyê de yî. Dibêjî qey; bi naverok, deng, awaz û sêhrekê tu di nav mirin û jîyanê de helwesteka zanyarane/derwêşî didî nîşandin. Di vî warî de dixwazî çi bibêjî?

Zor spas bo gotinên we yên xweş. Heger tu kurd bî ,tu hin rastîyên jiyanê yên tehl zû  nas dikî.Mixabin mirin jî parçeyek kesên zindî ye. Dema mirin kesên tu jê hez dikî ji te diqetînî,girêdana te û rabirdûyê gelekî zexm dibî.Te nêzî axê dike.Helbet di hindrê xwe de xetereyekê jî hildgire ev rewş, lewma dikare bibe  sebeba te jî …Gelek kes bi rabirdûyê ve aliqî dimînin. Kesên mirin ji te diqetîne te çiqasî bi axê û bi rabirdûyê ve girê bide,kesên tu jê hezdikî û li jiyanê ye jî ,te bi dahatûyê ve girê dide.Kurd bêyî biçin dibistanê fêrî diyalektîkê dibin. Ev yek gelo tiştek baş e an ne baş e hêjî nizanim bi rast î.

Di stranên xwe de tu rojên îroyîn bi awayekî têr û tijî dijî û xemxurîyek te ya nerevandina jîyanê tê dîtin. Tu bi ser de ser de diçî û vedikolî, xemên te çi ne û çima ewqas endîşedar î?

Ez bawerim ev hinek bi xwezaya min ve jî têkildar  e. Di zarokatiya min de jî wisa bûm. Şev nîvê şevê dema xirte xirtek ji pişt derî dihat mîna gelek zarokên di temenên min de ,min nikarîbû xwe di binê lihêfê de veşêrim û razêm. An divê min bizaniya ew çi xirte xirt e ,an jî heta sibehê xew bi çavê min nediket.

Ez bi xwe dizanim, tiştek dema hişê min meşqûl dike,heta rastiya wê fêr nebim hêza min a xeyalî ew ê ji wê xirte xirtê hût û cinawira biafirînî û roj û şeva min li min bike jahr. Ez nizanim çima wisa me bi rastî. Tu dibê qey ez bi vê pirsê hatime dinyayê:  “Çima?”

Dema ez nikaribim biaxivim distirêm

Ev pirs bi dûvê mirov digire û mîna sewalek canzerî bûyî dixe nava ponijandineke kûr.Dema tu carekê bi dilgermî ji xwe dipirsî û dibêjî “Çima” jiyana te ji serî heta binî tê guhertin. Lewma divê êdî tu tim li ser hişê xwe bî û baldar bî. Nexwe nîhîlîzm mîna gurekî birçî heta emrê te hebî bi çend gava li pêy te tê û tu ne hişyar bî ew ê teqez te  bidirî.

“Çima”  her çend hin tiştên erênî bi xwe re bine jî,jiyana mirov tar û mar jî dike . Ez bawerim ev pirs bûye sebeba gelek canik û camêran.

Ê min ez ji vê dinyayê bawer dikim. Dojeh jî bihuşt jî li vê dinyayê ye li gorî baweriya min û mixabin her çend ne bi temamî be jî mafê hilbijrtinê ji kes hatiye stendin.Kefareta gunehên hîn kesan hin kesên bê sûc dide.

Endîşedarbûna min dibe ji vê yekê be. Xeta di navbera simulasyon û rasteqîniyê de êdî ji heman deman bêtir şolî ye. Gotinek pêşiya heye dibêje, kuçik ji ku bitirse bi wir ve diewte. Herweha tê gotîn hirç bi çil stranî dizane û her çil stran jî di derbarê hirmiyê de ye. Dibe ku meseleya min jî ev  be.

Dema ku te ‘Lorîka Cemîla’yê çêkirî teqez te gelek tişt his kirine, lewra dema meriv guhdarî dike serûbin dibe. Dikarî hestên xwe bi me re parve bikî?

Axaftina di derbarê hin stran û buyeran de hê jî ne hêsan e ji bo min. Ez bawerim hêjî hinek wext ji min re divê ji bo karibim di vê derbarê de bi hêsanî biaxivim. Wê çaxê dibe kû bi dorfirehî qala wê stranê bikim. Dema ez nikaribim biaxivim distirêm.

Te ewqas stran çêkirine, helbest û ceribandin nivisandine! Di nav van berheman de, ya ku herî zêde tesîr li ser te hiştî û te gotibe ku ev min îfade dike heye?

Hemû stranên min raman û hestên min ê samîmî ne bi rastî. Hemû jî parçeyekî jiyana min e. Lê ji 13 saliya xwe û virde strana dinivîsim û beste dikim. Mem ê 38 salî êdî  yekî din e. Helbet ew stranê zarokatiya min çend gava li pişt min mane. Ji hemû stranên xwe jî hezdikim. Lê belê strana herî zêde jiyana min a hindirîn îfade dike “Quling Ewr û Baran”e. Ger temenê min û îmkanê min têrê bikê,di demên pêş de ez dixwazim çîroka Qulingê xwe bi dorfirehî binivîsim. Kî dizane, dibe ku muzîkjenên nifşên li pêy me tê rojekê çîroka Quling weke muzîkal an jî operayekê ji nû ve saz bikin.

Stranên kesên din çêkirî û tu jî bibêjî ku hetmen divê bêne guhdarîkirin hene? Dikarî çendekan ji bo me vebêjî.

Mem Ararat ji îcrakarekî bêtir, guhdarekî muzîkê yê baş e li gor î min. Bersiva vê pirsê rûpelên gotûbêja me dibe kû têrê nekê. Lewma gelek in. Ji muzîka kurdî ya klasîk,yên nûjen û heta ceribandinên alternatîf. Ji muzîka klasîk ya rojavayî,muzîkên etnîk,jazz,blues û hwd. Lîsteya min gelek qelebalixe bi rastî.

Penaberî ji zulmên heri mezin e

Ji ber vê yekê ez naxwazim yeko yeko nav bidim. Lewma hin navan ji bîr bikim ez ê xwe sûcdar hîs bikim.

Tu wek koçberekî ku wek di strana Aramê Tîgran ya ‘Penaber’ de yî; koç, qedera te ye jî. Tu 20 salan li xerîbîyê jîyayî weke ‘Teyrê bê per’, di dawîya dawîyê de vegerîyayî welatê xwe û te bi dengvedaneka bilind navdarîyeke mafdar bi destxistîye. Koçberî hestekek çawa ye?

Penaberî tiştek wisa ye kû kesên nejîya be nikare bi temamî fêm bikin. Tu biçe nav bihiştek bi gul û giya û di qesrên çil sitûn de bijî û welatê te biyabanek be jî perçeyekî rihê te li pêy te dimînî. Demên ewil herî dijware. Cîhê tu diçê te qebûl nake û dilê te jî li wî cîhê nû rûnanê. Laşe te li cihekî,ruhê te li cîhekî ye. Penaberî perçebûna giyan e. Penaberî kujer e.

Ez çawa bêjim nizanim. Penaberî ji zulmên heri mezin e. Gunehê kuştina giyan ji gunehê kuştina laş  mezintir e.

Baş e, lê şohret? Navdarbûn hesteke çawa ye? Herweha tu li cihê ku te berê xeyala wê dikirî yî? Heger bipirsim cihê ku te dixwest û xeyala wê dikir kuder e?

Mem Ararat li ser sahneyê Mem Ararat e. Di jiyana xweyî taybet de,ez tenê Mem im. Naxwazim Mem Ararat destwerde jiyana Mem. Ji tenêtiya xwe û ji azadiya xwe hezdikim. Navdarbûn tiştek gelek xetereye. Tu di hinek mijaran de ne îqna bî,dê jiyana te serobin bibî. Xwedê kirî di bîst saliya xwe de ne navdarbûm. Navdarbûn tiştek wisaye divê tu wê bi rêve bibî. Dema ew te bi rêve bibe,tu ji xwe derdikevî. Lê belê dema tu wê bi rêve bibî mirov dikare bêje hesteke xweş e jî.  

Xeyala min rojekê ez û kesên jê hezdikim  dûrî bajarekî,li qiraxa çemekî û çiyayekî li Kurdistanê hemû pêdiviyên xwe yên şexsî hilberînim û pêdiviya min bi pereya nemîne. Dema bixwazim ,biçim nav mirovan,dema nexwazim  vegerim xewlaneya xwe. Ne dewlet ne jî şaristanî min nerehet neke. Lê mixabin ez dizanim ev îro ne pêkan e.

Beriya serdema teknolojiyê dinya mezin bû. Her tim cihekî tu xwe ji şaristaniyê veşêre û xwe rizgar bikî hebû. Lê êdî deverek wisa tuneye mixabin.Şaristanî  ji hût û cinawiran mezintir bûye. Mixabin ji mirov jî mezintire êdî.

Di siberojê de dê têkilîya te û muzîkê çawa berdewam bike, ev rêwîtî dê veguhere ku derê?

Ez nizanim ew ê veguhere kû lê teqez ew  ê bi awayekî dom bike. Ez û muzîk di hezkirina xwe de azad in. Em nezewicîne; em dilketîne. Me heta dawiyê hevdû azad kiriye. ji xwe ji ber vê yekê navbera me gelek xweş e û em nikarin ji hev derbas bin.

Tu dikarî kîjan amûrên muzîkê bikarbînî? Repertûwara xwe bi xwe amade dikî?

Ez gelek amûran hindik hindik bikartînim. Di tu amûran de jî ne pisporim. Tembûr,qopûz,cûra,gîtar . Van rojan pîano û  flutê diceribînim. Lê hê gelek divê ji min re.Bi piranî repertûra xwe ez amade dikim. Lê belê hevalên alîkarên min jî fikr û keda xwe tevli min dikin carna.

Koma te, şêwirmendên te, hevalên te…. Di rêwîtîya te ya muzîkê de kî hevalbendîya te dike?

Ez gelek bi şans im di vê mijarê de. Ekîbek min ya profesyonel heye. Ji xwe ne wisa be nameşe.

Şertên heyî xebatek kolektif ferz dike li ser muzîkjen. Ev karekî pir alî ye. Muzîkjen bi tena serê xwe nikare hemû aliyan bi hevre bimeşîne. Teqez divê alîkarî bistîne û ji kesên di karê xwe de pispor bistîne alîkariyê.

Di nav ewqas afrandinê de tu dikarî ji bo malbat û derûdora xwe dem veqetînî û tevlî çalakîyên civakî û projeyan bibî?

Mala wan ava li min nagirin û bi xweşbînî nêzîk dibin der û dora min. Lewma muzîk û huner hemû wextê min digire. Gazina nakim lê belê. Ez gelek bi şens im , ji karê xwe hezdikim

Ez dixwazim li ser muzîka kurdî çend têbinîyan bînim ser ziman; guherîna civaka kurd tesîra xwe herî zêde di warê muzîkê de nîşanî me dide; wek şêwazeka jîyanê ya bajarî, têgihîn û erka muzîkeka nû derdikeve meydanê. Tu vê yekê wek fersend an pirsgirêk dibînî?

Mirov dikare weke fersendekê jî binirxîne û dikare weke qeyranekê jî…,

Ya giring ew e ,tu çawa bigrî dest ew ê wergêre wî tiştî.

Heger em muzîka kurdî ji duh heta îro binirxînin û danberhevekê çêbikin; merhaleya ku muzîka kurdî gihîştîyê çawa dinirxînî?

Divê mirov kurda  weke neteweyên din ên serdest nenirxînin. Lewma hewldan û israra kurdan,mirov dikare weke mûcîze jî bi nav bikî li gorî min. Hemû şert ji muzîkjenan re dibêje bi kurdî muzîkê çê neke. Lê muzîkjenên kurd di muzîka kurdî de israr dikin.

Her tim tiştên baş jî hebûn,tiştên beradayî jî

Ev israr hêjayî pesnê ye.Di demên pêş de giringiya vê israrê ew ê baştir were fêm kirin . Li ser navê muzîka kurdî tiştên beradayî jî tên kirin helbet,lê belê hewldanên gelek baş jî hene. Ji dewsa em tiştên beradayî têxin rojeva xwe û wan tewanbar bikin ,em tiştên baş bilind bikin,em ê  bibin xwedî derfetek baş li gorî min.Her tim tiştên baş jî hebûn,tiştên beradayî jî…

Hilbijartin di destên me de ye heta deverekê. Lê belê pêşketina amûrên ragihandinê çend tiştên baş û ne baş li bazara muzİkê zêde kiriye. Êdî herkes dikare dengê xwe bilind bike. Ev yek ji hêla wekheviya derfetî tiştek erênî ye,lê mixabin rê li ber tiştên ne baş jî vedike. Mînak : kesên eleqeya wan bi muzîkê tuneye jî dikare xwe tevli govendê bike. Ev yek dibe sedema qelebalixiyek vala.Ev qelebalixî dikare serê mirov biêşîne û bala mirov belav bike.

Li gor te pirsgirêkên îroyîn û bingehîn yên muzîka kurdî çi ne?

Ji ber kû kurdî ne zimanekî fermî ye û mixabin bi awayê fermî Kurdistanek me tuneye,rê li ber hunera bi kurdî girtî ye.Zimanê kurdî dibe ku bi awayekî raste rast ne qedexe be,lê dema mirov astengiyên derdikeve pêşiya ew kesên hunera xwe bi kurdî çê dike dibîne,mirov bi dilrehetî dikare qala qedexeyek nîv veşartî bike li ser zimanê kurdî.  Muzîkjen neçare rêya xwe bi neynûkên xwe veke. Ji pirsgirêkên telîfan bigre heta mafên parastina berhemê,qedexekirina konsertan ya bi hincetên beredayî û hwd.

Pirsgirêkên me hene lê belê destên me jî hene

Tevli hemû van neyîniyan  jî ez gelek bi hêvî me . Lewma van demên dawî li Bakur hewldanên gelek baş hene di nav hunermendên kurd de. Her salê bi dehan pirtûk tên çap kirin û albumên muzîkê tên weşandin û  her roj kovarek nû dest bi weşanê dike. Herî dawî kovarek naveroka xwe bi temamî muzîk e bi navê “Ziryab” dest bi weşanê kir. Êdî herkes di wê ferqê deye: Ji me re rêyên nû divê.

Ji bo ku ev pirsgirêk bêne çareserkirin divê çi bêne kirin?

Ruhê kurdî perçe perçe bûyî. Divê em komî ser hev bikin. Divê kî çi ji destên wî/wê tê bike. Divê em rexne û reşkirinê ji hev biqetînin. Rexne baş e lê reşkirin kujer e. Bi kêrî tu kesî nayê reş kirin. Divê em karibin bên ba hev û ji pirsgirêkên xwe re li çareyan bigerin. Divê em karibin bi dilekî vekirî danûstendinê bikin. Pirsgirêkên me hene lê belê destên me jî hene.

Civaka kurd ev bû demeke dirêj e li bendê ye ku bi nirxên nû, dezgehên nûjen, bi rêya têkilîyan, pêş ve biçe û ji bo guherîneka kokdar vesazîyeka li gor vê bingehê bide rûniştandin . Tu di wê bawerîyê de yî ku civaka wêje, çand û huner a kurdî dê piştevanîya vê pêvajoyê bike? Çavdêrîyên te çi ne?  

Ji serpêhatiyên neteweyên din jî em dizanin,di dîrokê de wêje û hunerê di guherînên bingehîn de her tim pêşengtî kirine.A niha li erdnigariya me qeyranek kûr heye. Kurd di navenda vê qeyranê de ne. Li deverekê derdek hebe,lêgerîna derman jî heye. Derdên kurda heye mixabin lê belê kurd di nav lêgerînekê jî de ne.

Ez bi wê hêviyê me û di wê baweriyê de me ,kurd ew ê ji xwe re rêyekê bibînin. Kurda heta niha di xwendina dinyayê de şaşiyên mezin kirine. Lê belê êdî hayê wan ji gelek tiştan heye û hêdî hêdî digêjin astek baş.Ez gelek bi hêvî me bi rastî.

A dawî; Newroza ku bi coşa vejînê dilê me radipêçîne nêzîk dibe, lê ev bû bi mehan e grevên birçîbûnê û bêdengîya li hember vê yekê jî dilê me geş û xweş nake. Tu li ser grevên birçûbûnê dixwazî çi bibêjî?

Derdên kurda gelek in û kurd dixwazin dengên wan were bihîstin. Ji hêlekê de ez gelek xemgînim lê ji hêla din bi hêvî me jî. Daxwaza min ew e kû tiştek bi kesî neyê û ev pirsgirêkên heyî were çareser kirin.

Di dawîya vê mehê de dê hilbijartinên herêmî bêne lidarxistin. Em dikarin nêrînên te yên der barê van hilbijartinan de bigirin?

Hêviyên min ji hilbijartinan ketiye mixabin. Lê belê dîsa jî weke hemwelatiyekî ezê biçim û dengê xwe bikar bînim.

Tiştên ku tu dixwazî li vê hevpeyvînê zêde bikî hene?

Ez dizanim derdên mirovahiyê yên mezin hene,lê divê hêvî û hewldanên mirov ji derdên wî mezintir bin. Zor spas bo we û hemû xwînerên Nûpelê

İlginizi Çekebilir

Nefret söylemiyle iktidarlarını sürdürebilir kılmaya çalışıyorlar
Bozgeyik: Rojava demokratik bir Ortadoğu için rol modeldir

Öne Çıkanlar