Mela Mihyedîn: Dilşah Kaymaz û Muzîka Wê

KurdiYazarlar

Ji ber hindê daxwaza bestekirina helbestan rewşeke gelekî xwezayî ye. Ez helbestên helbestkarên jin yên wekî Gulîzer, Furux Ferruxzad, Kejal Ahmed û Fatma Savci bi eşq dixwînim.

Tu ji me re dikare hebekî qala jîyana xwe bikî? Dilşah Kaymaz kî ye?

Berî ku behsa xwe bikim, ji bo hevpeyvînê dixwazim sipasîyê bikim. Navê min Dilşah e, 25 salî me û ji Mêrdînê me. Ez li Mêrdînê hatim dinyayê û mezin bûm. Li Zankoya Bolu Abant İzzet Baysalê beşa Têkilîyên Navnetewî dixwînim. Ev demek e ji ber pandemîyê perwerdeya min bi rengekî onlîne dewam dike û li Mêrdînê dijîm. 

Evîna muzîkê kengî di dilê te de şax veda û ev ji kengî ve ye tu karê muzîkê dikî?

Ji bo eleqeya xwe ya muzîkê nikarim tarîxeka tekûz dîyar bikim. Babê min jî muzîkjen e, ji zemanê ez bîrewer bûme heta niha newayên muzîkê li ber guhê min hebûne. Ev rewş bivênevê şinasî û eleqeyekê pêk tîne. Nasîn û ceribandina min a enstrûmanan jî teqabûlî vî zemanî dike. Lê belê bîr û boçûn û planên min yên derbarê muzîkê de li zanîngehê û bi kirîna enstrûmanan dest pê kir. Gava ku ez zêdetir bi enstrûmanan re eleqedar bûm, ez bi reng û sînorên dengê xwe jî hesîyam. Ev yek bû wesîle ku di navbera min û eleqedarên muzîkê da peywendîyek durist bibe û min derfet dît ku ez di nav çend komên amator yên muzîkê de cihekî peyda bikim.

Min bi xebatên kolektîf dest bi berhemanîna muzîkê kir, ku vê yekê faydeyeke mezin bexşî hizra min a muzîkê kir. Me konsertên piçûk û performansên akûstîk pêk anîn. Bêguman hewldanên min yên şexsî jî çêbûn. Di destpêka pandemîyê de ez vegerîyame Mêrdînê û li muzîkxaneyekê min dest bi dersdarîya kemanê kir.  Ev yek, nisbet bi karên min yên berê ji bo min bû tecrûbeyeke cuda. Ez dersdarîya xwe ya li muzîkxaneyê hîn jî dewam dikim.

Muzîk ji bo te çi îfade dike?

Profesorên sosyolojîya muzîkê, muzîkê wekî “zimanê hestan” pênase dikin. Wekî gelek kesan ez jî li gel vê fikr û pênaseyê me.  Lê, li gel vê yekê, bi ya min, muzîk ji alîyekê ve jî ew têgeh e ku sirra wê veşartî ye. Bi min muzîk tekane tişt e ku dikare bebekekê jî pîremêr/pîrejinekê jî bibişirîne yan jî xemgîn bike. Ji ber vê yekê muzîk, daxilî gelek tiştan bûye û bûye yek ji şaxên hunerê ku hîn jî lêkolîn li ser enerjîya wê tên kirin. Ji ber hindê me bivê em bibin yek ji kedkar yan jî guhdêrên wê, ji xeynî şêwazeke vegêranê, ez wisa bawer im divê wekî hêzekê jî di jîyana me da cih bigire.

Dema te biryar da tu yê karê hunermendîyê bikî ji malbat û ji derdorê çi bertek ji te re hate dayîn? Di vê rê de kî ji te re bûne alîkar?

Ji ber paşxaneya malbatî -muzîkjenîya bavê min- daxwaz û meyla min a muzîkê ji bo malbata min ecêb nebû. Qet nebe ez dikarim bibêjim nebûne astengê vê yekê. Lê belê qet li ser wê yekê nehat peyivîn ku ev yek dê bibe karek, pîşeyek. Hem ez ji vê yekê bêxeber bûm hem jî malbata min. Min zêdetir bi fikr û piştevanîya dost û hevalên muzîkjen yên li derdora xwe ferq kir ku ev hewla min dê veguhere afirînerîyekê. Astengîyên derketî pêşîya min ne ji malbat û derdorê bûn. 

Stranên te yên pêşî tev ji klasîkên Kurdî hatine berhevkirin. Stran klasîk in lê muzîkên wan rîtmên rojavayî û ji awaza rojhilatî pêk tên. Bi awayekî serkeftî te muzîka xwe anî meydanê. Tu dikarî ji me re behsa terza muzîka xwe bikî?

Heta vê gavê berhemeke min bi xwe tune ye, lê belê gava ez stranên kesên din yan jî stranên anonîm jî dibêjim ez hewl didim ku ji formên wan yên tradîsyonel û resen dûr nekevim. Ji alîyekê din ve, her wekî ji derve jî tê dîtin; ez hewl didim şêwaz û rîtmên nû biceribînim û van li stranan bînim. Îro êdî gelek muzîkjen hene ku bi vê şêwazê muzîkê diafirînin. Em di muzîka kurdî de jî êdî gelekî dibînin. Di lîteratûrê de navê vê şêwazê “progressive folk” e. Niha li Amerîkayê jî gelekî berbelav dibe. Ez dikarim şêwaza xwe bi vî awayî pênase bikim, lê ez xwe di nav şêwazeke dîyar de jî hîs nakim.

Di nava enstrûmanan de bêhtir bala te li ser kîjanê ye?

Min bi tembûrê dest pê kir. Enstrûmana bavê min tembûr bû. Piştre min enstrûmanên din ên bitêl ceribandin. Derfeta min çêbû ez gîtar, santûr, pîyano, mandolîn û enstrûmanên rîtîmê yên muxtelîf jî biceribînim. Ev ji alîyekê ve jî tiştekî xirab e. Wextê ku ez ji bo yek enstrûmanê xerc bikim, ji bo gelek enstrûmanan xerc dikim. Piştre min dest bi kemanê kir. Gava min dest bi kemanê kir ez fêrî agahîyên bingehîn yên muzîkê bûm. Pirdengîya muzîka ewropayê bala min kişand û demeke dirêj e ez wextê xwe ji bo kemanê terxan dikim. 

Gelek stran ji helbesten derketine. Gelo têkilîyek çawa di navbera helbest û muzîkê de heye? Tu ji kîjan helbestvanan hez dikî? Di pêşerojê de dixwazî ji helbestan stranan derxînî?

Di dewreke wiha de, di gel ku muzîka elektronîk ewqas pêşketîye û gotin kêm bûye, hîn jî qîmeta gotinên stranan li cem me heye. Di berhemeke muzîkal de jî ya ku bingeheke gelekî bihêz heye, hîn jî çavên me li gotinên baş ên stranê digerin. Ji bo lêgerîneke wiha, helbest stargeheke baş e bi giştî. Ji ber ku helbest, rêyeke maqûl e ji bo vegotina hestan bi rêya peyvan. Muzîk nebe jî, di nava xwe de newa û ahengekê dihewîne. Ji ber hindê daxwaza bestekirina helbestan rewşeke gelekî xwezayî ye. Ez helbestên helbestkarên jin yên wekî Gulîzer, Furux Ferruxzad, Kejal Ahmed û Fatma Savci bi eşq dixwînim. Ez gelekî dixwazim siberojê helbestên helbestkarên jin beste bikim û albûmekê ji wan çêbikim.

Tu ji kîjan terzên muzîkê û ji kîjan muzîkjenan hez dikî?

Şexsen ez gelekî guhdarîya şêweyên muzîkê yên wekî jazz, rock, blues, soul, R&Bê dikim. Heyraneke Nina Simoneê me. Min gelekî dixwest ew bijîya û aktîvîzma xwe bi muzîka xwe biqêrîya. Herwekî min gava din gotî, ez xebatên rojane yên progressive folkê jî bi meraqdarî teqîb dikim. Wekî her kesî, ez jî gelekî ji klasîkên kurdî hez dikim, lê belê dixwazim hinekî behsa wan kesan jî bikim yên ku berdewam in di karê xwe yê muzîkê de. Heyranîyeke min ya mezin heye ji bo Sakîna Teynayê. Bi meraq her karê wê teqîb dikim. Mirov ji performansên wê yên li gel Nûrê Dilovanî û Nazê Îşxanê têr nabe. Harûn Elkî, Alî Tekbaş, Mîkaîl Aslan ew muzîkjen in ku muzîkjenîya wan ji bo min dibe nimûne. Û bêguman Kerem Gerdenzerî û Ciwan Haco…

Di demên berê û niha jî muzîk ji bo tenduristîya mirovan dihat bikaranîn. Di rewşên wekî niha de (dewra koronayê) muzîk dikare rolek çawa bilîze?

Bêguman hêza saxker ya muzîkê heye. Li Yewnana Antîk wekî derman û şifayê dihat bikaranîn. Her dîsa di nav kevnecivakên Rojhilata Navîn de, li şifaxaneyan jî muzîk dermanek bû. Ev yek ne tenê dewrên berê, herwiha îro jî wiha ye. Di destpêka pandemîyê de û di demên qedexeyên derketina derve de me hemûyan bi çavên serê xwe vîdeoyên wan mirovan dîtin, ku li malên xwe asê mabûn û bi muzîkê motîve dibûn. Bi heman rengî hinek nexweşxane jî hebûn ku gelek cara muzîk li nexweşên di karantînayê de didan guhdarîkirin. Digel vê yekê di şert û mercên pandemîyê de tişta herî muteesîr bûyî her dîsa muzîk bû. Ne tenê tesîra wê ya fîzîkî, herwiha hêza wê ya ruhî jî divê girîngî pê bê dayîn. 

Tu kîjan muzîsyenan wek “Pîrê Muzîka Kurdî” dibînî û bêhtir kîjan muzîsyen li ser te bandor çê kirine? 

Tesîra Mihemmed Şêxo li ser muzîka kurdî gelek e. Aram Tigran jî hunermendekî gelekî girîng e. Homer Dizeyî, Mamlê, ji dengbêjan Şakiro, ji jinên hunermend Eyşe Şan, ji kesên li heyatê Ciwan Haco. Gelek kes hene û hemû jî bi rengekî hem bi hunera xwe hem jî bi helwesta xwe nimûne ne ji bo min. 

Di nava Albumên muzîka Kurdî de bi te albuma herî serkeftî kîjan e? Tu dixwazî bi kîjan hunermandan re bixebitî? 

Ji nav hemû albûman hilbijartina albûma herî serkeftî bêguman tiştekî gelekî zehmet e. Her kes li gorî hîs û zewqên xwe hildibijêre. Lê dîsa jî dikarim bibêjim albûma Ciwan Haco ya bi navê Dûrî yek ji wan albûman e ku bêyî jê aciz bibim guhdarî dikim. Ji albûmên vê pêlê derketî ya ku herî zêde min jê hez kirî Reva Harûn Elkî ye. Ji muzîka cihanê jî, ku bi ya min baştirîn albûma rockê Led Zeppelin IV e. û elbet ez gelekî dixwazim li gel Sakîna Teyna û Mîkaîl Aslan stranan bibêjim. 

Berê komên muzîkê hebûn û piştre her muzîkjen ji komê vediqetîyan diketin ser rêya xwe. Niha komên muzîkê kêm bûne, heta meriv dikare bêje ku nemane. Li gorî te sebeba vê yekê çi ye?

Berê, tevî ku îmkanên ragihandinê kêm bûn, komên muzîkê zêdetir bûn. Esasen pêdivîya wan bi hev û bi civînê jî hebû. Di vê dewrê de ku ragihandin ewqas hêsan e, zêdetir derfeta wan kesan heye ku bicivin û komeke muzîkê ava bikin. Lê belê li gel guherîna zewqa muzîkê ya guhdêran ev rewş berevajî bû. Muzîkjen êdî bi xwe qeydîyên xwe digirin û gelek caran hewcedarîya wan bi prodûktorekê jî namîne. Her çend ev rewş hêsanker be jî, ez wisa hizir dikim ku yek ji dezawantajên wê ev e û kêmbûna komên muzîkê bi vê yekê re eleqedar e. 

Muzîk hem ji sîyasetê û hem jî ji wêjeyê, hem ji çîrokê û hem jî ji dîrokê bi bandortir e û van hemû disîplînan jî di hundira xwe de dihewîne. Tu li ser vê yekê çi difikirî?

Muzîk zimanekî ragihandinê yê cîhanî ye, ev tesîr esasen bi vê ve eleqedar e. Her wiha çarçoveya zimanê muzîkê ji van dîsîplînên ku me behsê kirî jî berfirehtir e. Bi ya min, nisbet bi dîsîplînên din, sînorên muzîkê gelekî kêmtir in. Kî bûna afirînerî û motîvasyona afirandinê di dîsîplînên din da dibe yek ji pirsên serekî, lê belê ev yek di muzîkê da kêm caran derdikeve pêşîya me. Ne tenê tesîra muzîkê ya hestîyarî, herwiha tesîra wê ya bîyolojîk jî demildest tê ferqkirin. Lewma, ji bûrokratan bigire heta sînemageran; ji reklamkaran heta bazirganan her kes guhê xwe dide muzîkê. 

Krîterên muzîka baş çi ne? Meriv çawa dikare muzîka baş û ya xirab ji hev veqetîne?

Muzîka baş girêdayî şêwaz û zewqên heyî diguhere. Mirov nikare bersiveka qetî’i bide vê pirsê. Feqet mirov dikare ji alîyê teknîkê ve bi rehetî behsa berhemên baş û xirab bike û ji hev veqetîne. Hindek qaîdeyên cîhanî hene û berhem li gorî vê yekê tên afirandin. Ema eger ez muzîka baş pênase bikim, ji xeynî alîyê teknîkî, dikarim bibêjim muzîka nemir, muzîka baş e. Her muzîka deh sal berê hatî afirandin îro jî bê guhdarîkirin, ew muzîk baş e û serkeftî ye. Gelek kes hîn jî stranên Pînk Floyd û Queen yên ku salên 1960 derketî bi coş guhdarî dikin. Bi ya min, bêyî ku em behsa celeb û cureyan bikin, her ku emr û tesîra muzîkê dirêj dibe, xweşiktir dibe. 

Muzîka Kurdî dikare zikê xebatkarên/xizmetkarên xwe têr bike? Hunermendekî/e Kurd dikare bi muzîka xwe jîyana xwe bi rehetî bidomîne?

Ne tenê ji bo muzîka kurdî, bi giştî di vê sedsalê da ji bo muzîkê fînanseke baş tune ye. Tevî îstîsnayên sîstemên ekonomîyê yên ku em di nav çerxên wan de dijîn, em nikarin bi rehetî derbara xwe bi hunerê bikin. Ji xeynî vê yekê jî, çend dezawantajên muzîka kurdî hene. Di serî de mehrûmîyeta zimanê kurdî ji statûyeke fermî û her wiha muteesîrbûna wê ji atmosfera polîtîk sebebên serekî ne. Ne tenê ji bo muzîka kurdî, qadên din yên hunerê jî ji van muteesîr dibin. Xeyala gelek muzîkjenan e li konsertên mezin xîtabî sed hezar guhdêran bikin. Nizanim ka heta niha tu muzîkjenê/a kurd ev xeyala xwe pêk anîye yan na. Di konsert û bernameyên piçûk de jî em rastî bertekên nedîtî tên. Ev rewş, hem motîvasyonê dikuje hem jî tesîreke neyînî ya ekonomîk dikin li ser muzîkjenên kurd yên ku dixwazin ji muzîkê debara xwe bikin.

Ji bo muzîka Kurdî bi pêş bikeve çi pêwîst e?

Li ser navê xwe bibêjim, ez hem wek guhdêrekê hem jî wek xizmetkareke muzîka kurdî, pêşketina muzîka kurdî, bi berbelavbûna wê ya li seranserê cîhanê ve girêdayî ye. Qesta min ji berbelavbûna wê ya li seranserê cîhanê ew e ku, em bikarin şêwazên cuda yên muzîkê li zimanê xwe bînin, entegreyî zimanê xwe bikin. Elbet nimûneyên vê yekê hebûn û hene. Nimûneyeke din, zewqa guhdêrên muzîkê jî li gorî vê yekê teşe digire û muzîka kurdî dê belavî qadeke berbelavtir û azadtir bibe. 

Pêşerojê em dikarin li stranên te yên akustîkî guhdarî bikin. Projeyeke te wisa heye? Ji bo pêşerojê projeyên te çi ne?

Bêguman siberojê dixwazim bibim parçeyek ji muzîka kurdî. Ez ji bo vê yekê zêdetir xwe perwerde dikim û pêşve dibim. Her wekî ku min li jorê jî behsê kirî, min nîyetek heye ku ji helbestên helbestkarên jin yên kurd xebetekê bikim. Ji xeynî vê, yan di vê xebatê de yan jî di xebateke cuda de dixwazim bi hemû zaraveyên kurdî stranan bibêjim û bikim albûmek. Hêvî dikim di demeke nêz de ji bo van xeyalên xwe derfetê bibînim û pêngavekê biavêjim. 

 

İlginizi Çekebilir

Halil Dalkılıç: ‘Dolmabahçe’ û kirasê Kurdî…
Li Ser Bîtcoîn û Pîyasa Pereyên Krîpto-2

Öne Çıkanlar