Li Tirkiyê li ser hilbijartinên şaredariyan nêzî hefteyek dem derbas bû, lê hê jî hewayekî kaotîk li dar e. Di serî de li Stenbol û Ankarayê, li bajarên ku partiya desthilatdar AKPê wendakirî ray careke din têne hejmartin. Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan hemû hêza dewletê xiste xizmeta xwe û bikaranî, lê dîsa jî encamê hilbijartinê nîşan da ku ew wek ‘kesê herî wendakirî’ ê hilbijartinê ye…
Li hinda vê yekê, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) piraniya şaredariyên xwe yên ku dewletê bi navê ‘qeyûm’an dest danîbû ser, şûnde bi dest xist. Li hinek bajar û navçeyan jî dewletê dîsa bi darê zorê şaredarîyên Kurd di destê xwe de girt. HDPê bi taktîka xwe ya hilbijartinê wek partiya herî serkeftî a ku ji bo demokrasiyê rol lîstî derket pêş. Li bakurê Kurdistanê siyaseta qeyûman têk bir, li rojavayê Tirkiyê jî di lewazkirin û paşdexistina desthilatdariya nasyonalîst û dijdemokrasî a AKP-MHPê de rolekî berçav lîst. HDP a ku bi hemû cûre zordestiya dewletê ve rû bi rû ye, bêhnek stand.
Helbet bi van encaman destê siyaseta Kurdî a li Bakur jî bi hêztir bû. Him bandorlêkirina siyaseta giştî a Tirkiyê û him jî ji bo yekîtiya Kurdan gavên çawa dê bêne avêtin hê nediyar be jî, rewş û îmkanên siyasî-dîplomatîk gorî beriya hilbijartinê hê baştir û pirtir xuya dikin.
Kaos û aloziya siyasî a li Tirkiyê ne tenê bi encamên hilbijartinê ve girêdayî ye. Li gel vê yekê; Tirkiye him li hundir û him jî li qadê navdewletî bi hemû siyasetên xwe lewazî û tevlîheviyeke pir kûr dijî. Encamên hilbijartinê ji bo desthilatdariya Erdogan a ku destê xwe xistiye nava hemû qilêr û gemara siyaseta Rojhilata Navîn nîşaneye destpêka têkçûnê ye. Ji xwe dewleta Tirk jiholêrakirina vîn û îradeya Kurdan wek meseleya man û nemana xwe hiltîne dest. Siyaseta dewletê a li dijî Kurdan him li hundir û him jî li derve dest û pîyên wê her diçe hê zêdetir girê dide û ê girê bide…
Di nava vî tabloyî de encamên hilbijartinê tên wê maneyê ku bandor û siyaseta Erdogan him li hundir û him jî li qadê navdewletî ê hê zêdetir were bisînorkirin. Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ji niha ve bang li Tirkiyê dike ku dest ji kirrîna S-400an ji Rûsyayê berde û peywîrên xwe yên endamtiya NATOyê bîne cih. Li Sûriyê bi zelalbûna rewşê re, ji bo vekişîna Tirkiyê ji vî welatî êdî roj têne
hijmartin. Li hundir li hember krîza aborî û xizaniyê wer xuya ye ku dengê xelkê ê her bilindtir derkeve. Xelkê Tirk ê ku bi meseleyên çêkirî tê manîpûlekirin ji îro pê ve ê hê zêdetir bi pirsgirêkên xwe yên esasî re mijûl bibe û ev jî dê serê Erdogan û hikûmeta nijadperest biêşîne. Qasî li qadê navnetewî tengkirina qadê tevgerê ji Erdogan re, di hundirê dewletê de jî hêzên ku heta îro ew tolere kirine ê qasî berê nema piştgirîyê bidin wî û belkî jî ji derdorê hinek kom wî tenê bihêlin…
Bi zelalbûna rewşa li Sûriyê belkî hikûmeta Tirk careke din ji bo axaftina pirgirêka Kurdî re jî rû bi rû bimîne…
Yanî hilbijartina 31ê Adarê a herêmî û ji bo şaredariyan bû, lê wer xuya ye ku bandora wê ê bi giştî li ser çarenûşa dewleta Tirk bike. Bi wê ve girêdayî ê bandorê li ser pirgirêka Kurdî û di heman demê de meseleya yekîtiya Kurdan jî bike…
Bi giştî bi encamên hilbijartinê ve qadê siyasetê ji bo hêzên demokrasiyê hên firehtir bû; him bo siyaseta Tirkiyê û him jî bo Kurdan giştan. Çav ji îro şûnde ê hên zêdetir li ser huner û afirînerîya siyaset û dîplomasîya Kurdî be. Xelkê careke din raya xwe aşkere kir, niha çav li rêye ku siyaset jî hunerê xwe aşkere bike…
/Nupel/