Mela Mihyedîn: Dîn û Dînîtî

KurdiYazarlar

Di eslê xwe de peyva Dîn peyveke Hevdeng e. Du maneyên wê hene û her du manêyên wê jî ji hev cuda ne û qet naşibin hev. Maneya pêşî ya peyvê: Kesên ku eqlê xwe wenda kirine û nema dikirin di çerçoveya mantiqê de tevbigerin. Wateya duduyan: Rêya ku mirovan dighîne Rebbil Elamîn. Ji wan  her duyan re jî Dîn tê gotin. Bi kurtasî rêya Xweda û rêya bêmantiqîyê heman peyv e.

Her dînê ku hatî li pey şopa yên berê çûyê û kêmasîyên wan temam kirine. Her pêxemberê hatî li pey şopa pêxemberên din çûnê. Dînê nû hatî li gorî dînên kevin hîn nûjenparêztir in û reformîsttir in. Li gel reformên xwe bi piranî dişinbin dînên berîya xwe. Di dîrokê de jî timî şerê dînê nû û yên kevin derdikeve pêşberî me. Hertim yê kevin, yê nû bi sextekerî û kopîkirinê sûcdar dike. 

Dînê nû, herçiqasî reformîsttir be jî ew dîn jî li ser girekî kevnare hatîye avakirin. Bingeha dînê nû dînên kevin in û dinên wendabûyî ne. Dîn li ser dîn ava dibe û hemû jî di eslê xwe kopîya hev in lê her kopîya ji yê din bi awayekî din cudatir dixwîye.

Di dersên dîrok û dînê de tê gotin ku dînê nû herdem bi ateîstan re têkoşîn daye û xwestîyê kesên bêbawer (ateîst) bawermend bike. Ev yeka ku tê gotin ji çîrokê wêdetir naçe û herdem zarokên nûciwan bi van çîrokên derewîn xapandine û xistine mûrîdên xwe. 

Di eslê xwe de dînê nû herdem bi dînên kevin re şer kirîye û xwestîye desthilatdarîyê bike. Desthilatdarî ji bo hemû dînan cihekî girîng digre. Dînê li ser aborî û sîyasetê nifûz kirî dikare mirovan bi rehetî bike bin sîwana xwe. Ev şerê qedîm demên kevin de hebû, niha heye û dê di pêşerojê de hebûna xwe dewam bike.

Dînê Hz. Zerdeşt bi dînên mistîk re şêr kirîye; piştî Hz. Zerdeşt, Hz. Mûsa bi dînê Fîrewn û bi dînê Zerdeştîyê re şêr kirîye; Piştî Hz. Mûsa, Hz Îsa bi dînê Cihûyan re şer kirîye; Piştî Hz. Îsa, Hz. Muhemmed ji bo desthilatdarîyê bi dînê Cihû, Filleh û Zerdeştîyan re şêr kirîye. Elî Şerîatî jî vê yekê dipejirîne û li ser vê mijarê berhem jî nivîsandîye (Dîn Li Hemberî Dîn).

Desthilatdarî di xwezaya mirovan de heye û dîn jî îcadê mirovan e. Herçiqas pêxember wekî nîv melek bên hesibandin û doktirînên dîn ji alîyê Cebraîl ve ji pêxemberê re bên gotin jî, pêxember jî evdên Xwedê ne û ew jî mirov in.

Desthilatdarî zaafeke mirovan ya ku nayê pînekirine. Ev kêmasî di hemû dînan de xwe derdixe pêş. Ev desthhilatdarî xwe wisa derdixe pêş ku wateya doktirînên dîn namîne li şûna xweşîyê zilm li axê şîn tê. Li şûna dinya bibe bihuşt dinya dibe cihê dojeh û mirov di vê dojehê ezab dibînin.

Mirov dikarin desthilatdarîyê ji alîyê baş ve pê emel bikin lê mised mixabin ew kursîyê ku gihaştinê ji hertiştî pîroztir dibe, ji îdeoljîyê bi xwe jî mûqeddestir dibe û îdeolojî ji bo kursî tê fedakirin. Wateya tiştekî namînê ji bilî desthilatdarîyê.

Hemû îdeolojî di eslê xwe de û di teorîyê de baş in lê mixabin gava ew îdeolojî dikevin pratîkê ji wana xirabtir tu îdeoljî namîne.

 Dibe ku sebeba van hemû pirsgirêkan di afirandina mirovan de derdikeve holê. Adem û Hewa ji herîyê hatine çêkirin û nêvîyên wan destên xwe bavêjin çi herîya destê xwe bi wan tiştên pak ve dikin û wan tenî dikin û wan xira dikin. Wekî Hesenê Metê jî dibêje: “Ademekî ji axê û ji rêxê… tiştek jê dernakeve.”

Dînê ku bû desthilatdar û kete nava sîyasetê bi temamî diguhere. Ew dîn tenê xulamtîyê ji sîyasetmedar û ji sîyasetê re dike. Fayda wî dînî nagihîjê kesekî ji bilî xwînxwaran. Ji destpêka mirovan û heta niha dîn faydeyên mezin nedana mirovan.

Dîn ji destpêka xwe û heta îroyîn ji sîyasetê re xulamatîyê kirîye. Sebaba paşdemîyana mirov, gel, netew û ummetekî tenê dîn û alimokên dînin. Ew alimok in ku tenê xwe û ilmê xwe firotine, ji rêya rast derketine û ji bilî xirabîyê tu fayda wan negihatîyê mirovan û dê tu carî jî negihîje (Ji bilî hin kesayetên baş). Ji ber xirabîya wan meriv nikare ji wan re bêje alim, ilim û alimtî ji wan gellekî dûre û ew alimok in. Dîn di destên wan de bûyê pêlîstok.

Dîn teslîmîyet e. Teslîmîyet Skolastîzm e û Skolastîzm malwêranî ye. Gava mirov kete rêyekê divê hin tavîzan bide; wekî yekî çawa ji gulê hezbike divê hînî strîyên wê bibe. Mirov jî gava dikevin rêya dînekî de xirabî û kortên di rê de nabînin; îdeolojîya wan çavên wan kor kirîye, bi korbawerîyekê di rêyekê reş û tarî de dimeşin. Dîn û îdeolojîya korbawerî malxirabî ye.

Ji bo meriv bikeve rêya dîn hewce ye meriv dîn bibe. Dîn di eslê xwe de skolastîk e û rexneyan qebûl nake. Dîn tam teslîmîyet û aîdîyetê qebûl dike.

Dîn, gellek caran bi fetwayan bira birayan daye kuştin an jî xwişk bi birayan daye kuştin. Dîn carna jî cîran bi cîranan daye kuştin. Dîn hertimî zordarî, zehmetî û nexweşî anîye serê hemû insanan. Dîn bi navê bihuştê ev dinya ji mirovan re kirîye dojeh û wekî agirê dojehê bi serê mirovan re hatîye xwarê. Dîn ji mirovan re bûye xezab.

Sebeba van hemû xirabîyan nezanîya mirovan e. Herçiqasî di destpêkê de dîn xwendin û ilm pîroz hesibandibe jî pişt re ji vê rêya baş derketîye gellek caran xwendin û ilm weke kufrê dîtîye û wisa nîşanî mirovan daye. Ev alimokên bi vî rengî tevgerîyane ne ji nezanînê wisa kirine bîlakîs ji zanînê û ji bo berjewendîya xwe wisa kirine. 

Dizanin ku xwendin, ronahî û zanîn e. Zanîn dê dawîya desthilatdarîya wan alimokan û dînê wan bîne. Ji vê yekê pirr ditirsin.

Kesekî zana dikare civakeke nezan bi rehetî bi rêve bibe; lê heger civak zana be rêvebirina wan zehmet dibe. Ji berê de gotine: “Li welatê koran kesê bi çavekî dibe mîr.”

Hewce ye mirova azad bifikire û fikrê azad ji xwendin û ilmê rast derdikeve meydanê. Kesên xwenda nayên xapandin, kesên xwenda dibin ronahîya civak û gelê xwe.

Azadîbûna me di ilm de veşartîye, lewma Şêx Mûşşerf dibêje: Kesê xwende mûheqqeq her emîr e, nexwende her wekî pîvaz û sîr e

 

İlginizi Çekebilir

Halil Dalkılıç: Tirbên Ermeniyan û yên me!
Halil Dalkılıç: Fîl û çîmen…

Öne Çıkanlar