Halil Dalkılıç: Kurd, Ermen û Fîlîstînî…

KurdiYazarlar

Kurd însanên hestdar in û li şûna hiş û aqlê xwe piranî caran bi hîs û hestên xwe tevdigerin. Xelkekî feqîr û mazlûm in. Êş û xema her xelkî hildigirin ser xwe û ji xwe re jî dikin êş û xem. Lê ew di êş û xemên xwe de tim bi tenê ne. Kurd hînî tenêtiyê bin û rewşa xwe wer qebûl bikin jî, bi awayekî pir ecayîp tim bi sucdarkirinên pir cidî, neheq û êrîşkar re rû bi rû dimînin. Bi taybetî di salên vê dawiyê de bi motîvasyoneke dewletparêz, îdeolojîk û nijadperest a Tirkî, bi neheqiyeke pirmezin jiber êşên xelkên cîran Kurd têne sûcdarkirin(!).

Hinek kes (di rojên vê dawiyê de T.Akçam), bi navê dîrokzaniyê, bi zexeliyeke (sînsîtî) îdeolojîk hewldidin ku rûyê desthilata Tirkî (Dewleta Osmanî û Komara Tirk) a ku heta îro hebûna Kurdan û Ermenan nasnekiriye û siyaseta qirkirin û asîmîlasyonê ji wan re rewa dîtiye “paqij” derêxin û tiştên ku wê aniye serê xelkan, bixin stûyê Kurdan û Ermenan. 

Erkdarekî dewleta Tirk, siyaseta wan a di derbarê jenosîda Ermenan de wisa vegotiye:” Lingê yekê yê siyaseta me; înkarkirina jenosîdê ye. Eger em bi înkarê îkna nekin, em ê bêjin ev ne qirkirinek e, lê şer û kuştineke ji herdu aliyan e. Eger bi vê yekê jî me îkna nekir; em ê bêjin Tirkan nekir, Kurdan Ermen kuştin…” (Mehmet Bayrak, Kürt-Ermeni ilişkileri ve kimi gerçekler, Yenî Yaşam, 15.05.21)

Ji îslamîstan bigire heta kemalîst, nijadperest û qaşo çepgirên Tirk ên ku bi heman hişmendiyê (hişmendiya dewletparêzî, îslamîst û tirkpareziyê) êrîşî Kurdan dikin, tam jî gorî vê siyasetê tevdigerin. Hemû qilêr û sûcên ku desthilatên Tirk pêkanîne û jenosîdên ku li xelkan kirine û hê jî dikin, hewldidin ku bixin stûyê Kurdan. Bi vê yekê re jî dixwazin Ermen û Kurd hevdu sûcdar bikin û bibin dijminê hevdu. 

Rastiyên dîrokî tên serûbinîkirin û şêlûkirin; mezlûm tê sûcdarkirin, sûcdar tê mezlûmkirin!..

Di serdemeke ku Kurd bi berxwedaneke bêhempa a li dijî hovên Dewleta Îslamî (DAÎŞ) a bela serê mirovahiyê hatine naskirin û têkoşîna wan ji hêla mirovahiyê ve bi sempatî û rêzdarî tê pêşwazîkirin de zêdebûna hewildanên wisa helbet watedar e. Armanc; ji hêlekê ve hewildana ‘pakkirina’ sicîla desthilatên Tirk a pir qilêr û dijminkirina Ermenan bi Kurdan re û ji hêla din ve jî di çavê raya giştî ya cîhanî de bêîtîbarkirin Kurdan e… 

Meha çûyî (24ê nîsanê) 106. salvegera jenosîda ku desthilatên Tirk li Ermenan kirî bû. Lê li ser îdiayeke Taner Akçamî a ku Kurd bi bêexlaqiyeke pir giran hatin tewanbar kirin, sûcên desthilatên Tirk û ji hêla Amerîkayê ve naskirina jenosîdê di bin siya wê de ma… 

Wekî tê zanîn; Kurd û Ermen bi hezaran sal bi hev re û di nava aştiyê de jiyan e. Kultur, hest û helwestên wan ên civakî nêzî hevdu ne û pir tiştê wan tevlî hev bûye. Ji destpêka sedsala 19an şûnde, piştî ku mîrîtiyên Kurdan tên têkbirin, dewleta Osmanî ji bo berjewendiyên xwe hewildide ku her du xelkan bike dijminê hevdu û carinan hinek Ermenan dişîne ser Kurdan, carinan jî hinek Kurdan dişîne ser Ermenan. Wekî tê zanîn; mîlyoneknîv Ermen bi polîtikaya desthilatên Tirk, bi awayekî plankirî hatin qirkirin (1915) û ên mayî jî hatin sirgûnkirin.

Komara Tirk jî siyaseta Osmaniyan dewam kir û hewilda ku Ermenên ji wê qirkirinê saxmayî û Kurdan bi giştî bi heman polîtîkayê jiholê rabike. Û îro li Tirkiyê xeynî 50 hezar kesên li Stenbolê êdî Ermen nemane û nasnameya 25 mîlyon Kurdî hê nayê naskirin û ew bi siyaseta qirkirinê re her rû bi rû ne…

Ev çend roj in, ku vê carê, di pirsgirêka Îsraîl û Fîlîstînê de Kurd him dibin hedefê êrîşan û him jî hevdu rexne dikin. Di medya civakî de hinek Kurd jiber alîgirtina Îsraîlê û hinek jî ji ber alîgirtina Fîlîstînê rastî êrîşan tên. Hinek Kurd jî çalakiyên ku ji bo mafên xwe yên Kurdî nakin, ji bo piştgiriya Fîlîstînê dikin. Rewşeke pir ecayîp li dar e; bi giştî siyaseta Erebî li dijî mafên Kurdan e, lê ji ber şerê Îsraîl û Fîlîstînê, Kurd êrîşî hevdu dikin.

Him pirsgirêka jenosîda Ermenan û him jî pirsgirêka Fîlîstînê ji hêla dewletan ve wekî pêlîstokên siyasî, aborî û leşkerî ên navdewletî tên bikaranîn. Berdewamiya êşên herdu xelkan jî ji ber siyasetên dewletan e û êşa Kurdan ji ya wan ne kêmtir e. Li hinda vê yekê, ew têne naskirin û Ermen (3 mîlyon) û Fîlîstînî (5 mîlyon) xwedî dewlet in, lê Kurd (40 mîlyon) hê jî nayên naskirin û bêdewlet in…

Ên ku nawêrin û nikanin gotinekê ji dewletan re bikin û siyasetên wan ên dijînsanî ê qirker teşhîr bikin, li şûna wê Kurdan tawanbar dikin û Ermen û Ereban li dijî Kurdan sor dikin…

İlginizi Çekebilir

Uğur Güney Subaşı: Allah mısınız lan siz!
Sharo İ. Garip: Diskurs; Tahakküm`ün gizli tonu

Öne Çıkanlar