Rûsya êrîşî Ûkraynayê dike, serê kurdan diêşe. Fînland û Swêd dixwazin tevlî NATOyê bibin, dîsa serê kurdan diêşe…
Ne tenê li Rojhilata Naverast û li dewletên ku Kurdistan dagir kirine; li her derê cîhanê di her meseleyên ku kêm-zêde bi Tirkiyê re elaqedar de zirara herî mezin dîsa digîhije kurdan. Tirkiye di her pirsgirêka navdewletî de kurdan dike wek parçeyekî wê pirsgirêkê. Ji ber vê siyasetê kurd her carê bi êrîşên hê dijwartir re rû bi rû dimînin.
Tirkiye êrîş û zordestiya xwe ya li kurdan dike, bes nabîne û dixwaze hemû dewlet li dijî kurdan şer bikin; çi siyasî, çandî û çi civakî, her cûre çalakiyên kurdan asteng bikin; çalakvanên kurd bigirin û teslîmî Tirkiyê bikin û hwd. Ji bo vê yekê jî, di her pirsgirêkê de û di her hevdîtinên dîplomatîk de kurdan dike mijara sereke a bazartiyê.
Ev rastiyek e; ku dewletên rojavayî li hemberî rejîmên zordest û dîktatoran heta ku berjewendiyên wan zirarê nebîne, tim bêdeng in û piraniya dîktatoran hevkarên hikûmetên ewropî û Amerîkayê ne. Lê li ber çavan e; ku tu rejîmên despot û dîktator qasî rejîma tirk û serokê wê R.Tayyîp Erdoganî nehatine tolerekirin û bi tawîzan nehatine xelatkirin…
Rejîma Erdoganî guh nade hişyarî û biryarên saziyên navnetewî; bi taybetî jî biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê. Lê tu kes bertekekê nîşanî wî nade û xwedî li prensîpên demokrasiya ewropayê dernakeve. Erdogan wan neçar dihêle; ku ji demokrasiyê tawîzan bidin; an êrîşî kurdan bikin û an jî bihêlin ku Tirkiye zordestiyê li kurdan bike.
Tirkiye him li Bakur û him jî li Başûr û Rojava li dijî kurdan di êrîşê de ye. Gorî analîzan; aboriya Tirkiyê pir xirab e. Xelk pêrîşan e û xizanî her diçe zêdetir dibe. Rejîmeke despot li ser kar e, parlamento bêbandor hatiye hiştin; saziyên din ên dewletê sembolîk mane û tenê ji bo daxwazên Erdoganî kar û xwebatê dikin û hwd. Lê di rewşeke wisa de hê jî Erdogan bi şantajê hewldide eyarê bide hemû dewlet û saziyên navnetewî.
Erdogan bi derew û fesadan dewletên rojavayî yê pêşketî tewanbar dike û wan di pozîsyona xweparastinê de dihêle. Lê ji wan tu kes bahsa sûcên wî, despotîzma wî, hevkariya wî ya bi DAÎŞ û çeteyên din ên selefîst re; li Sûriyê û Iraqê binpêkirina hiqûqa navnetewî; sûcên di radeya jenosîdê ên li dijî kurdan û guhertina demografiya cografya kurdan û bi destê çeteyên selefîst sûcên li dijî mirovahiyê hatine kirin qet ji hêla nûnerên dewletên ewropî û Amerîkayê ve nayên gotin û nayên rojevkirin…
Him siyasetmedar û him jî çapemeniya cîhanê vedibêjin, ku Erdogan bi endamên NATOyê re bazartiyekê dike. Rojnameya Îngîlîz The Guardian nivîsîye, ku “Erdogan şantajê li Swêdê dike û bi dijderketina endamtiya NATOyê ya Swêdê re dixwaze ji bo hiljibartina têyî ya li Tirkiyê neteweperestiyê hê gurtir bike…”
Wezîrê Karên Derve yê Lûksembûrgê J.Asselborn jî got, ku; “Erdogan bi hişmendiya bazarkirinê tevdigere û dixwaze buhayê zêdetir bike. Ev bazartî bi giranî ji bo teyareyên şer ên F16an e..”
Helbet di siyaseta Tirkiyê ya di derbarê endamtiya Swêd û Fînlandê de rastiya bazartiyekê heye. Erdogan him dixwaze ambargoya ser hikûmeta wî ya çekfirotinê sist bike; ji Amerîkayê teyareyên F16an û çekên din bikire û him jî ji bo dirêjtirkirina desthilata xwe di hilbijartinê de bi serkeve…
Lê di van şantajên dîplomatîk de armanca Erdoganî û ya rejîma tirk berî her tiştî jiholêrakirina meşrûiyet û legalîteya hebûn û îradeya kurdî ye. Rejîma tirk li seranserê cîhanê li dijî meşrûiyeta kurdî û kurdistanî di nava erîşê de ye.
Li hemberî şantajên Erdoganî mixabin Ewropa û Amerîka heta niha ji presîpên demokrasiya nûjen û ji parastina mafên mirovan gelek tawîz dane rejîma tirk.
Ewropa û Amerîka li hemberî şantajên Erdoganî ê heta kengê û heta kîjan radeyê tawîzan bidin, ne diyar e. Lê aşkere bû, ku êdî pîvana demokrasiya nûjen a rojavayî jî bi helwesta wan a li hemberî rastiya kurd û Kurdistanê ve girêdayî ye…