Li ser kuştina Jîna (Mahsa) Amînî du hefte derbas bûn, lê serhildanên li seranserê Îranê dewam dikin. Di serhildanan de heta niha, piranî li rojhilatê Kurdistanê, ji hêla hêzên rejîma îslamî ve nêzî 80 çalakvan hatine kuştin. Ji ber ku rejîma mollayan înternet birrîye; rewşa li herêmê û tundî û êrîşên li dijî xelkê bi têra xwe nayê zanîn.
Xeynî çend daxuyaniyên şermezarkirinê ji raya giştî ya navnetewî bertekeke bibandor nehate diyarkirin. Yekîtiya Neteweyan û çend dewletên rojavayî mesajên şermandinê weşandin, lê helwesteke tund a di derbarê îzolekirina rejîma zordest he jî nehatiye nîşandan.
Serhildan li seranserê rojhlitanê Kurdistanê didome û di êrîşên dijwar ên hêzên rejîmê de bi dehan kesan canê xwe ji dest dan. Xeynî çalakiyên kom û komalên jinan ên li welat û li derveyî welat; mirov nikane bêje, ku helwesteke giştî ya bihêz ji hêla kurdan ve hatiye nîşandan!
Mirov ji helwest û bertekan wer fam dike; ku tu kes guhertineke radîkal ji rejîma îslamî ya Îranê napê û herkes li benda wê yekê ye; ku ka hêzên rejîmê dê kengê serhildanan bi giştî têk bibin?!. Rast e; serhildanên li Rojhilat û ên li seranserê Îranê ji pêşengiyeke rêxistinî ya xwedî programekê bêpar in. Lê wekî qeder û çarenûsekê pêjirandina vê rewşê û li hemberî serhildana xelkan û êrîşên hov ên hêzên rejîmê bêhelwest û bêsiyasetmayîn ê ji bo pêşerojê encameke wekî bêhêvîmayîn û şikestina vîna gel derêxe holê.
Di dîplomasîyê de pragmatîzm di nava aktorên xwedî heman hêzê belkî encameke erênî derêxe holê û di têkîliyên dîplomatîk de parastina berjewendî û destkeftinan esasê danûstandinan e. Lê aşkereye; ku tu dewletên herêmê vîna kurdî û siyasetên kurdan li hemberî xwe wek muxatabekî siyasî ê cidî nabînin. Di têkîliyeke bi vî rengî de eger helwest tim liberçavgirtina berjewendîyên rejîmên serdest be; wê çaxê ew siyaset ê wateya xwe ya ji bo parastina gel û berjewendiyên civakî û netewî wenda bike. Li hemberî rewşa Îranê ya îroyîn, pêwîstîya nîşandana helwest û siyaseteke ku ji hêlekê ve xelkê biparêze û ji hêla din ve jî hêvîyê xurt bike, heye. Helbet ev helwest divê berî her tiştî siyasî, civakî û dîlomatîk be…
Serhildanên li Îranê, li hinda tundiya ku jinên li vî welatî tim rû bi rû ne; rewşa kurdên Rojhilatê jî anîn rojevê. Di medya cîhanî de bi vê raperîna ku jin pêşengiyê dikin ve girêdayî, kêm be jî hinek analîzen di derbarê zordestiya rejîma îslamî ya li dijî kurdan hate weşandin. Di rojnameya Alman Die Tageszeitungê de Sham Jaff di analîza xwe ya bi sernivîsa “Protestoyên bi rûyê kurdî” de di derbarê rolê kurdan ê di vê raperînê de wiha nivîsîye: “Jîna Mahsa Amînî wek jineke kurd a ji herêma ji hêla ekonomîk ve herî lewaz a vî welatî, hêrsa herkesî kir yek, ku herkes bi sloganeke kurdî hate cem hev: “Jin, jiyan, Azadî” û protestoya li dijî zordestî û cihêkarîya rejîmê ya dehan salan. Hemû çalakvan pê îkna bûne, ku bêyî Kurdistan û Jîna Amînî ev protesto pêk nedihatin…” Di ajansa Reutersê de jî analîzekî bi sernivîsa “Ji hêla polîsan ve kuştina jinekê, rewşa kurdên li Îranê anî ser nîskokê” hate weşandin.
Kengê li Îranê bûyer, protesto û çalakiyeke girseyî ya nerazîbûnê pêk bê û bibe rojev; raya giştî ya navnetewî jî balê dide ser rewşa kurdan. Her pirsgirêkên siyasî û tundî û zordestiya rejîma îslamî ya mollayan a li ser xelkê rewşa rojhilatê Kurdistanê jî tîne rojevê. Şehadeta Jîna Amînî carek din anî bîra kurdan, ku rewşa kurdan ji hêla cîhanê ve tê zanîn. Li hêla din; her dewletên bi zordestiyê mafên kurdan binpê dikin jî xwedî pirsgirêkên pir mezin in. Rewşa kurdan rewşeke şelû ye; him bi hêvî û him jî bi xem û gumanê tevlî hev e! Ê ku rewşê zelaltir û hêviyê hê gurtir bike, helbet helwesta kurdan bi xwe ye…