Mar dema bi me ve dida kesî dengê xwe dernedixist.
Niha mar bi wan ve jî dide.
Ketine qirika hev.
Em ê jî bi keyf wan temaşe bikin.
Bila serê hev bixwin.
Dema me digot edalet, biratî û wekhevî henekên xwe bi me dikirin. Lê haya wan ji wan tune bû; dê rojekê edalet dê ji wan re jî lazim bibe.
Kesên dijberî li me dikirin niha leqayî dijberîyê tên.
Kesên neheqî li me dikirin niha leqayî neheqîyê tên.
Kesên bêedalet li gel me tevdigerîyan niha leqayî bêedaletîyê tên.
Ew ê jî baş fam bikin “edalet ji her kesî lazim e”. Lê carna di famkirinê de însan dereng dimîne.
Pergala rizîyayê niha zengarî û gemarîya xwe bi wan ve jî dike.
Zordarî û zehmetîyê dertîne pêşberî wan.
Dê bîne jî.
Dîrok xwe tim dubare dike.
Kesên di rojên zehmetî û zordarîya de nehatî hawara me û li gel zaliman li me zalimtî kir dema ew ketin zehmetîyê de û zilm li wan hate kirin em ê jî bêdeng bimînin. Em ê şerê wan bi kêfxweşî temaşe bikin.
Bila hev bixwin û em ê vê aksîyona xweş bi kêfxweşî temaşe bikin…
Emanet qet nekevin navbera wan de.
Bihêlin bila serê hev bixwin.
Ji bîr newkin: “dema fîl dikevin nava şer de yê tê perçiqandin tim gîya ye.”.
Emanet, nebin gîya û neyên perçiqandin.
Lê helbet lîstîkên wan xilas nabin. Bi min ev jî lîstikek nû ye. Ji xwe re û ji civakê re li lehengekî digerin. Civak ji bo nezan e tim kesên mazlûm (bi şekil mezlûm lê di eslê xwe de zalim) ji xwe re dikin rêber. Lê civak ji dîrok û rastîyê qet fam nake. Ji berê de gotine: “zalimê herî xedar ji nava koma mazlûma derdikeve”. Dîrok û dem dê her tiştî bi eşkere derxe pêşberî me. Çi bûye, dê çi bibe em ê her yekî bi çavên xwe bibînin.
Lê heta wê rojê em ê bi kêfxweşî li şerê wan temaşa bikin.
Bihêlin bila serê hev bixwin…
Kesên nehatî hawara we, hûn jî neçin hawara wan.
Kesê alîkarîya we nekirî, hûn jî neçin alîkarîya wan.
Kesê xirabî li we kirî û dema xirabî dît tenê bi kêfxweşî temaşe bikin û tevlî şer nebin. Bihêlin bila serê hev bixwin…
Çaydanek çay ji xwe re çê bikin.
Dendikê zebaşa deynin ber xwe.
Bi kêfxweşî li şerê wan temaşe bikin.
Bila serê hev bixwin.