Gava ku em rêya dirokê dişopînin, em dibînin ku berya nivîsê remz hebûye. Remz, bi kurt û kurtasî tişt an jî hestekî ku bi sed hevokan bê şirovekirin e. Dema ku însanetî, bi xwe, derdora xwe û şirûstê hesîya, nasîn û manedarkirin, ji wê rojê bigire hetanî roja iro, ji xeynî deng, jest û nivîsê, remz jî wek amûrekî ragihandinê hate bikaranîn.
Yanê dîroka remzan, ji insanbûna insanan vir ve destpê kiriye. Zayîn/bûyîn û mirinên xwe, nêçîr û nêçîrvanîyên xwe, çinîn û çandin, xebat û berhem, dîtin, raman, nirxandinên xwe, xof û sav, lehengî û serfirazî, têkçûn û zebûnî, şer û aşitî, şa û xemgînî, hêvî û bendewarî, bawerî û olên xwe, bi kurt û kurtasî di jiyanê da kirin û nekirinên xwe; li rûzemînê cîhanê û di kûrahîya asîmanê da çi dîtin û ji çi sûd û tirs wergirtin; bi şiklekî li dîwarên şikeftan, li ser kevir û baxiran, li ser çerman, xalîçe û merşikan, li ser ferek û folan, li bedena kelan, li perestgeh û bawergehan, li ser kêl û bîrdarîyên qad û kolanan nexşandin e.
Ji van remzan, hinek jê bûne sembolên malbat, kom, netewe, navnetewe û dewletan. Bûne sembolên dîn û bawerîyan. Bi wan remzan hatine nasîn û têne nasîn. Bi wan remzan, di kûrahîya dîrokê da rêçên xwe sehkirin û dikin, şopandin û dişopînîn. Wek dewlemendîya çanda xwe dihesibînîn û didine nasîn.
Bêguman, hunermand jî bi qasî dîrokzan, etîmolog, etnograf hwd lêgerîner û lêkolîner in. Ji bo berhemên xwe, lêgerîn û lêkolîn dikin. Berhemên ku dixwazin derbixînin holê, di hişê xwe da disêwirînin û li pey daneyan dikevin. Daneyên ku bi dest xistine, di çarçoveya estetîka xwe da, bi amûrên wê hunerê bi kar tînin. Ji wan kesan yek jî wênesaz û peykervan Gokhan Aslan e. Aslan, bi salane li herema Anatolya, Mezopotamya û Rojhilata navîn; remz û şiklên ku di kûrahîya dîrokê da mane, yên ku hatine roja îro berhev kiriye û bi hestgermî û bi estetîk derbasî tuwala xwe kiriye. Gava ku meriv li tabloyê dinêre, mîna bêdera gêrikan, bi sedan şiklên razber li ba hev, bala meriv dikişînin.
Dema ku li ser şiklekî mijûl dibî; ew şikl, ji razberîyê vedigere şênberiyê, bi zelalî nexşandina teferrûata remzê, te dikişîne nava xwe û şibaka dema borî vedibe. Tu, di hişê xwe da, bi rêberîya wê remzê derdikevî rêwingîya dîrokê û geşt û gerê. Her remz ji hev cuda be jî, ji ber hevparîya dîrokî û çandinîya însanetîyê, wek bi hev têkîldar û temamker xuya dike. Her remz, çîroka xwe dibêje. Hemû remz, bi yek deng û rengî qala çîroka xêr û guneh, rindî û xirabîya însanetiyê dikin. Meriv bi hîsiyatekî efsûnî bandordar dibe.
Hunermend, berdevkê hîs û hîsiyata mirovan e. Karê hunermend piçek jî, objeyên ku tenê li wê herêmê tên nasîn, objeyên ku tenê di kultûrên wê herêmê da heye, di berhemên xwe da bi awayekî estetîk pêk tîne, dide nasîn û wê objeyê dike kerîyeke çanda navneteweyan. Wênesaz Gokhan Aslan jî di rêzetabloyên xwe yên bi navê “Tabloyên Bawerî Ol û Medenîyetan” a yekem da remzên medenîyet, ol û bawerîyên erdnigarîya xwe, derdor û cîranên erdnigarîya xwe komkirîye û daye axivandin…