Ji hilbijartinên Tirkiyê yên bo endamên parlamento û serokkomarekî re mehek ma. Partî û lîsteyên namzetên ku tevlî hilbijartinê bibin, hatin aşkerekirin. Hem kemalîst, hem îslamîst û nijadperestên tirk û hem jî kurd ji hêla xwe ve maneyeke taybet a cihê didin vê hilbijartinê. Kemalîst, hinek îslamîstên nerm û nasyonalîst dixwazin bi serkeftina di van hilbijartinan de vegerên eyarên komarê yên kevin, dewletê restore bikin û parlamentoyê ji nû ve bihêz û xwedîvîn bikin. Xwediyên rejîma îslamîst-tirkperest a bi serokatiya (sultantiya) Recep Tayyîp Erdogan hewldidin bi darê zorê desthilata xwe biparêzin û rejîma zordest di her saziyên dewletê de serwer bikin. Derdê aliyê tirk bi giranî şiklê rejîm û ê desthilatê ye. Pirsgirêkên bingehîn ê demokrasîyê, mafên mirovan û mafên kom û xelkên ne tirk û ne misilman û pirsgirêkên giran ên civakî yên ku ji ber siyaseta komara sed salî hatine jiyîn û hê jî nehatine çareserkirin, xuya ye ne pêşanîya wan e…
Derdê kurdan û hêviya wan a ji van hilbijartinan ji yên aliyê tirk pir cûda ye. Makezagoneke nû ya ku mafê hebûn, nasnameyî, civakî û yê temsîlîyetê ya kurdan garantî bike, daxwaza kurdan a sereke ye. Lê dema meriv li rewşa siyasî û ya civakî ya Tirkiyê mêze dike, cihekî ku meriv pêve bigire, tune ye. Rewşa dewlet û siyasetê ewqas lewaz û tevlîhev e, ku kurd beriya bikevin şopa mafên xwe yên civakî û netewî; ketine derdê peydakirina muxatabekî demokrat û avakirina rejîmeke demokratîk a Tirkiyê. Ev tablo bandorê li pêşanîyên siyaseta kurdî jî dike. Ji hevkar û namzetên ku navê wan derketiye pêş tê famkirin, ku siyaseta kurd avakirina rejîmeke demokratîk û parlamentoyekî xurt ji xwe re kiriye gavên pêşîn ên armanca siyaseta xwe.
Pêşketinên li rojava, başûr û bakurê Kurdistanê ev demek e bi hevdu re girêdayî û di bin bandora hevdu de ne. Bi taybetî Tirkiye û Îran siyasetên xwe yên li dijî kurdan di vî çarçoveyî de hildigirin dest û kurd li van her sê parçeyan li hemberî siyaseta van herdu dewletan li ber xwe didin û ji bo mafên xwe têdikoşin. Ji ber vê yekê ye, ku mijara hilbijartinên li Tirkiyê bi pirsgirêkên kurdên Rojava û Başûr ve jî girêdayî ne. Ji xwe desthilata Tirkiye ya îslamîst-tirkperest a AKP-MHPê di çarçoveya kampanyaya xwe ya hilbijartinê de li Başûr û Rojava êrîşî kurdan û siyasetmedarên wan dike; partiyên kurdan li hemberî hevdu sor dike û destê siyaseta kurdî lewaz dike. Tirkiyê li Başûr li balafirgeha Silêmanî êrîşî konvoya General Mazlûm Abdî û leşkerên amerîkî kir. Herwiha tê gotin; amadekariya êrîşbirina ser Rojava jî dike. Mixabin raya giştî ya tirk bi nijadperestiyê wer hatiye jahrkirin, ku mirina kurdan di siyaseta tirk de dibe sebebê zêdebûna piştgiriya gel…
Ji ber vê yekê; siyaseta kurd bêbandorhiştina vê siyasetê pêşanîyên xwe diguherîne. Wer xuya ye, ku dema lîsteyên namzetên parlamentoyê yên Partiya Çep a Kesk (Yeşîl Sol Partî) hate amadekirin, bandora vê rewşê lê kiriye. Ji navê namzetên kurd ên ku ji bo mafên kurdan têbikoşin zêdetir navên namzetên tirk ên ku belkî di pêvajoyeke nû ya çareseriyê de navbeynkariyê bikin, derket pêş. Ev bibe mijara rexneyan jî mesele ne namzetnîşandana kesayetên tirk e. Mesele lewazhiştina taxa kurdî ye…
Kurd di nava xwe de bi rêxistinî û xwedî rêxistinên rêkûpêk bin; di danûstandinên bi dewleta tirk re de destê wan ê ewqas bihêz be. Kurd di nava xwe de xwedî vîneke rêk û pêk a netewî bûbana, hewce nedikir ji bo peydakirina muxatabekî tirk û namzetnîşandana kesayetên derveyî siyaseta kurdî ewqas enerjiyê xerc bikin. Ji ber vê yekê, hevkariya di nava partî û komên siyasî yên kurdî de pir hêja ye. Helbet divê ev hevkarî ne tenê ji bo hilbijartinê be. Xurtbûna siyaseta navmalî, netewî û civakî dê berdevk û nûnerên xwe jî derêxe û perspektîf û pratîka siyaseta kurdî zelaltir bike. Di siyasetê de tevlîhevî û di îknakirinê de lewazî hebe jî ev hilbijartin ji bo kurdan pir girîng e. Hikûmetê nû bi çi rengî bibe bira bibe, di parlamentoyê de xurtbûna dengê kurdan ê bandorê li siyaseta Tirkiyê bike û mafên kurdan di rojevê de bihêle…