Di nava hengameya şerê di navbera Îsraîl û Hamasê û êrîşên Tirkiyê yên li ser Rojava da belkî bala raya giştî zêde nekişand û li ser wê bi têra xwe gengeşî jî nehate kirin. Lê xuya ye, ku sloganên hişk ên di qada siyasî da bi salane dihatine avêtin êdî di taxa kurdî da nagîhe guhê piraniya civakê.
Encamên lêkolîna Kurdish Barometer (Barometreya Kurdî) ya ku di bin banê Navenda Xebatên Kurdî (Kürt Çalışmaları Merkezi) da cih digire, guherîna sosyolojîya kurdî pir aşkere radixe ber çavan û ji herkesî ra, bi taybetî jî ji siyaseta kurdî ra pir tiştan dibêje. Ev lêkolîn di dawiya sala çûyî (2022) û mehên destpêka îsal da li 20 bajaran bi 1492 kesan ra bi rû bi rû hatiye kirin û pirsên wekî rewşa kurdan û daxwazên wan, cihêkarî û hestên kurdan, siyaset, zimanê zikmakî û kultura popûler hatiye kirin.
Gorî lêkolînê di civaka kurdî da muhafizekarî, kevneparêzî û rastgirî bi pêş dikeve û ev guherîn bandorê li motîvasyon û helwesta kurdan a bo mafên civakî û siyasî yên giştî dike. Ji sedî 54ê beşdaran xwe wek misilman û ji sedî 28 xwe wek azadîxwaz dide nasandin. Her çiqas ol an jî dîn wek faktorekî sereke yê nasnameya kurdî dernekeve pêş jî; her ku muhafizekarî û rastgirî zêde dibe, nasnameya kurdî jî ewqas lewaztir û bêhêztir dibe. Di nava ciwan, xwendekar, esnaf û kesên qezenczêde da netewhezkerî û xwedîderketina nasnameya kurdî ji yên kilasa navîn, memûr û muhafizekaran zêdetir e.
Daneyeke din jî; her ku kurd nêzî dewletê û partiyên dewletê (tirk) dibin, ewqas xwe ji nasnameya xwe ya kurdî dûr dixin. Jixwe di pratîkê da jî rewş ayan e: Muhafizekar an jî îslamîstên ku ji bo piştgiriya Hamasa cîhadîst daketin kolanên Amed û Batmanê, li hemberî hikûmet û arteşa tirk a ku di heman rojan da li Rojava nexweşxane bombe dikir, binyata wargehan hildiweşand û sivîl dikuşt, tu deng derneket û dernakeve. Lêkolînê jî derxistiye holê, ku hilbijêrên HDPê ji sedî 86 bi xurtî xwedî li nasnameya kurdî derdikevin, lê di nava hilbijêrên kurd ên AKPî da ev rêje dadikeve ji sedî 49ê û di nava yên CHPê da jî ji sedî 53ê ye… Bi giştî ji sedî 74ê civakê bi xurtî xwedî li nasnameya xwe ya kurdî derdikeve.
Di civaka kurd de ji bo têkoşîna mafên civakî û siyasî westandinek û bêmotîvasyon xuya bike jî, nerazîbûna ji rewşa heyî, ji zordarî û êrîşên dewletê bi her awayî dewam dike. Ji sedî 60ê kurdan wer difikirin, ku ew bi siyaset û helwesta cihêkar ra rû bi rû ne û nivîyê vê beşê xwe wek xwemalîyê Tirkiyê nabînin.
Di encamên lêkolînê da xwetevlîkirina têkoşîna ji bo bidestxistina mafên giştî yên civakî û siyasî sistbûnek, westandinek û kêmbûna motîvasyonê xuya dike. Lê dîsa jî zimanê zikmakî, fermîbûna statûya zimanê kurdî û perwerdeya bi kurdî hê jî wekî mijareke sereke ya ku kurdan ji bo têkoşînê motîve dike, derdikeve pêş. Gorî encamên lêkolînê ji sedî 30ê kurdan kurdî baş dizane û diaxive û ji sedî 31 jî bi têra xwe dizane. Ji sedî 61ê kurdan dixwaze kurdî wekî zimanê fermî bê naskirin û bibe zimanê perwerdeyê.
Siyasetzan Dr. Ulaş Tol vê mijarê wiha dinirxîne: “Guherîneke civakî û demografîk li dar e. Rêjeya perwerdedîtinê zêde bûye. Zimanê dayikê wekî mijara sembol û ragir, wekî faktorê sereke û yê bingehîn ê barkêşê nasnameya kurdî derdikeve pêş.”
Ji encamên lêkolînê ê ku balê dikişîne ew e; ku divê kesên bi pêşketin û guherîna civakî ra pêwendîdar, bi taybetî jî saziya siyasetê serî li ser biêşîne: Pêwendiya kurdan a bi siyasetê ra kêmtir bûye. Li şûna siyasetê qadê kultura popûler pêş dikeve. Ji sedî 42yê xelkê wer difikire, ku bandora kurdan a li ser siyaseta Tirkiyê kêmtir bûye û ji sedî 43ê jî dibêje, ku rewşa kurdan gorî a pênç sal berê hê xirabtir e…