Cenazeyê Şêwirmenda Serokê Sûrîyê hat oxir kirin

Kurdi

Çavdêriya Sûrî bo Mafên Mirov (SOHR) ragihand ku îro merasîma oxir kirina Luna el Şibil şêwrimenda çapemeniyê ya Serokê Sûriyê Beşar Esed li goristana Dehdeh ya li Şamê pêkhat.

Nûçe yen Necîb Balayî- voa-kurdi

SOHR dibêje, hejmarek kêm ji kesên nêzîkî “Luna el-Şibl” beşdarî veşartina cenazeyî wê bûn.

SOHR got “Cenazeyê rawêjkara medyayî ya rejîma Sûrî “Luna el Şibl” îro Şemiyê piştî nîvro, li goristana el Dehdeh li Şamê hate veşartin, û ew nebirin cihê jidayikbûna wê ku bajarê Suweyda ye.”

Bêjer û moderatorên televîzyonên Sûrî jibo mirina wê cil û bergên şînîyê yên reş ku weke kevenşopîyeke li herêmê li xwe nekiribûn, û medyaya Sûrî tomarên vîdyoyê yên derbarê merasîma cenazeyê Luna el Şibil ne weşandin, ku ev yek di medya dewletê de kevneşopiyeke jibo her berpirsekê fermî yê dewletê dihat kirin.

Serederiya dewleta Sûrî derbarê mirin û oxirkirina Luna el Şibil weke bûyereke sosret tê dîtin ku rejîma Sûriyê tenê bi wan kesan re kiriye yên weke “xayînên welêt” tên hesibandin.

Rêjîma Sûriyê do mirina Luna el Şibil, şêwirmenda medyayî ya Koşka Serokatiyê ragihand, piştî ku ew rastî bûyera trafîkê hatbû di navbera Ya’afour û û Şamê de ew rakirbûn nexweşxaneyê.

Çavdêriya Sûrî bo Mafên Mirov, berî 4 rojan, bi rêya jêderên xwe yên di hundirê Koşka Komarî de, hûrgiliyên derbarê birayê Luna el Şibil, lîwa Molham el Şibil, ku li Şamê di zindanê de ye, piştî girtina wî ji aliyê dezgehên ewlehiyê yên rejîmê ve.

SOHR Îdîa dike ku lîwa Molham el Şibil hat girtin piştî ku Îsraîl avahiya girêdayî balyozxaneya Îranê li Şamê bombekirbû û hin berpirsên Îranî hatbûn kuştin hat girtin, îdîa heye ku lîwa Şibil bi tawana têkiliya bi aliyên biyanî re yên weke Îsraîl û welatên din re hatîye sûcdar kirin.

Çavdêriyê her wiha li ser zarê çavkaniyên xwe eşkere kir ku hevjînê el Şibil, Emmar el Saatî qedexeya derketina derve heye û di hepsa malê de ye.

SOHR îdîa kirbû ku kêmkirina rola El-Şibil di Koşka Komarî de berî mehekê dest pê kir, ji ber acizbûna Îraniyan ji eşkerekirina daneyên hevdîtinên di navbera Beşar Esed û rêberên Îranî de bo Rûsyayê.

Dengê Amerîka bi şêweke serbixwe nikar îdîayên SOHR yên derbarê mirin û girtina biryayê Luna el Şibil piştrast bike.

/Jêder: voa kurdi- SOHR/Alhurra/

İlginizi Çekebilir

Titanic ve Avatar yapımcısı Jon Landau 63 yaşında öldü
Dersim’de görülmemiş kaza: Bir kişi hayatını kaybetti

Öne Çıkanlar