Fermandariya Giştî ya hêzên QSD’ê bi şêx û rûspiyên Kurd re civiya

Kurdi

Fermandarê Hêzên QSD’ê Mezlûm Ebdî, bi şandeyek ku ji şêx û rûspiyên kurd ên bajarên kurdî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk dihat re civiya.

Di civînê de rewşa giştî ya herêmê hat nirxandin û bal hat kişand li ser rewşa dawî bi taybet li Dêra Zorê ji aliyê leşkerî û siyasî ve.

Nûnerên Kurd li ser aktîvkirin û piştgirîkirina diyaloga Kurdî-Kurdî di navbera aliyên cuda yên Kurdî de, gotûbêj kirin.

Di çarçoveya rêze hevdîtinên xwe yên bi çalakiyên civakî û gel re; Fermandarê Hêzên QSD’ê Mezlûm Ebdî, bi şandeyek ku ji şêx û rûspiyên kurd ên bajarên kurdî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk dihat re civiya.

Armanc ji civînê nirxandina rastî û şert û mercên herêmê û guhdarîkirina li daxwazên şêx û rûspiyên kurd bû.

Di civînê de endamê Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mehmûd Berxwedan û fermandara YPJ’ê Rohlat Efrîn jî amade bûn.

Di nava şandeyê de nûnerên eşîrên Qamişlo, Tirbespiyê, Rimêlan, Girkê Legê, Dêrik, Hesekê, Çil Axa, Til Temir û Çiyayê Kezwanan hebûn.

Di civînê de rewşa dawî ya li Dêra Zorê ji aliyê leşkerî û siyasî ve hat nirxandin

Fermandariya Giştî rewşa giştî ya herêmê nirxand û bal kişand li ser rewşa dawî bi taybet li Dêra Zorê ji aliyê leşkerî û siyasî ve.

Her wiha pirsgirêkên xizmetguzarî û civakî ku rasterast şêniyên herêmê eleqedar dikin hatin gotûbêjkirin.

Beşdarên civînê tekezî li ser giringiya van civînan ji bo bihêzkirina peywendiya di navbera QSD’ê û gel de, kirin.

Nûnerên Kurd li ser aktîvkirin û piştgirîkirina diyaloga Kurdî-Kurdî gotûbêj kirin

Beşdaran bal kişandin ser girîngiya vegera şêniyên herêmên dagirkirî, Girê Spî, Serê Kaniyê û Efrînê bo herêmên xwe.

Nûnerên Kurd li ser aktîvkirin û piştgirîkirina diyaloga Kurdî-Kurdî di navbera aliyên cuda yên Kurdî de, ji bo parastina hevgirtin, yekîtî û aramiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, gotûbêj kirin.

Fermandariya giştî soz da ku daxwaziyên beşdaran bigihîne dezgehên pêwendîdar

Fermandariya giştî li daxwazên beşdaran guhdarî kir û soz da ku daxwaziyên wan bigihîne dezgehên pêwendîdar û diyar kir ku ew dê bi baldarî çavdêriya bicîh anîna wan bikin.

Her wiha Fermandariya Giştî ya QSD’ê tekezî li ser rola girîng a rûspî û şêxên eşîran yên Kurdî bihêzkirina pêwendiya di navbera QSD’ê û xelkê deverê de kir.

Fermandariya Giştî ya QSD’ê destnîşan kir ku ji bo bidestxistina berjewendiyên hemû gelên herêmê ev hevdîtin dê berdewam bin.

/ronahi.tv/

İlginizi Çekebilir

Papa: Gazze’deki insani durumu endişeyle takip etmeye devam ediyorum
İran 4 kişiyi daha idam etti

Öne Çıkanlar