Komeleya Mafên Mirovan (İHD), sedema Roja Yekê İlonê Roja Aşitiyê ya Cîhanî daxuyaniyek da. Daxuyaniyede hat gotın ku , ”Em hemû raya giştî pê dihisînin ku heta roja aşitî ava bibe em parêzvanên mafên mirovan dê têkoşîna xwe bidomînin…”
Daxuyaniye Komeleya Mafên Mirovan wusaye:
Mafê Aşitiyê Mafê Mirovan e!
Roja Yekê Îlonê, ku di vê rojê de Almanyayê Polonya îşgal kiriye û Şerê Cîhanê yê Duyemîn dest pê kiriye, ji aliyê bi milyonan însanan ve wek Roja Aşitiyê ya Cîhanî tê pîrozkirin.
Neteweyên Yekbûyî (NY), di 19ê Berfanbara 2016an de, Danezana Mafê Aşitiyê qebûl û îlan kiriye û bi vê yekê di bîra hemû welatên endamê NY aniye ku mafê aşitiyê mafek ji mafên mirovan e. Herwiha Konseya Mafê Mirovan ya NY bi biryara xwe ya 22ê Pûşpêra 2016an, diyar kiriye ku “divê hemû dewletên endamê NY piştgiriya mafê aşitiyê bikin.”
Vê roja ku em wek roja aşitiyê ya cîhanî pîroz dikin, li gelek deverên cîhanê şer û pevçûnên herêmî û cîgeyî didomin. Sedemî şerê Îsraîl û Filistîn, şerê ku bi dagirkirina Ukraynayê bi destê Rûsyayê didome, şer û pevçûnên li Sûdan, Myanmar, Burkina Faso, Malî û Libyayê, şerê navxweyî yê li Suriyê û pevçûn û rewşa Rojava bi hezaran sivîl hatine kuştin. Di raportên Neteweyên Yekbûyî de tê diyarkirin ku pêkanîna çekên giran her diçe zêde dibe û pêncyekê mirinên sivîl ku di êrîşên bê ferq û cihêtî yên bêrêje de jiyana xwe ji dest didin, jin in.
Di raportên UNDPyê (Programa Pêşveçûnê ya Neteweyên Yekbûyî) de rewş û giraniya mirin û rûxîna sedemî şerê Filistîn û Îsraîl, wisa tê diyarkirin ku ji nû ve avakirina Gazzeyê tenê heta sala 2040an kare bê temam kirin. Rûxîneriya şer dikare hew tenê bi dadweriya veherîner ji holê bê rakirin.
Koçberiyên bi zorê ku bi şer û rûxandinan pêk hatine, di vê serdema qeyranên pirhejmar de bûyê sedemê pirsgirêkên mafên mirovan ên bingehîn û binpêkirinên giran ên mafê jînê.
Tirkiye, ısrara xwe ya çareserkirina mesela Kurdî bi siyasetên bi lape ewlekarî didomîne; êdî ji dêlva şewitandin û valakirina gundan ve ku di salên 1990an de hatibû sepandin, bi navê siyasatên ewlekariyê, dîwaran li sînoran bilind dike, bendavên ewlekariyê, “kalekol” û qereqolan ava dike û talanên aborîyî û ekolojîk wek alavên şer bi kar tîne. Di şer û pevçûnên ku çil sal e didome de, mafên mirovan ên herî bingehîn di serî de jî mafê jînê herdem û bi awayekî sîstematîk hatine binpêkirin. Dewlet, daxwaza civakê ji bo pejirandina maf û azadiyên bingehîn bi siyasetên ewlehî bersivandiye û ji çareserkirina meselê dûr ketiye; ev yek jî bûye sedemê bendbendîbûna civaka Tirkiyê. Ji ber vê bendbendîbûnê hê û hê jî li Kurdistanê dorhêleke şer û pevçûnê heye.
Komara Tirkiyê ji roja avabûna xwe heta îro, di vê dema sedsalane de, siyaseteke li dijî hemû komên cuda yên etnîkî, olî û zayendî, di serî de jî siyaseteke li dijî Kurdan, dişopîne. Mixabin, sedemî vê siyasetê Tirkiye hê jî ne ew welat e ku aşitî di navbera civaka xwe de avakiribe.
Ligel pêşniyar û daxwazên me parêzvanên mafên mirovan ji bo çareserkirineke aşitiyane li dijî vê dorhêla pevçûnê ku bandorek giran li ser hemû kesî dike, rayedariya siyasî helwesta xwe ya neçareserkirinê didomîne. Mixabin, vê dorhêla şer û pevçûnê û bêçareseriya meseleyên bingehîn, fişar u zordariya li ser civakê jî bi xwe re aniye. Azadiya rêxistinbûn û derbirînê di bin zor û zerpeke giran de ye. Mirov, tenê ji ber ku fikir û ramanên xwe tînin ziman, bi daraz û mekanîzmayên zordestîyê tên qutifandin.
Siyasetmedarên Kurd ên sivîl, parêzvanên mafên mirovan, rojnameger, hunermend û gelek kes, tenê ji ber ku wek dewletê nafikirin an di hepsan de girtî ne an jî mecbûr dimînin îltica bikin.
Konseya Ewropa, Komîseriya Mafên Mirovan diyar dike û dibêje “li Tirkiyê, rojnameger, parêzvanên mafên mirovan û civaka sivîl kar û xebatên xwe di dorhêleke neyarane ya ku bi zor û fişarên alavî(sîstemîk) û mieyîdeyên dadî dertê pêş didomînin; li Tirkiyê azadiya derbirînê di bin xeterê de ye.”
Daxwaza aşitiyê çewa ku bi mafên medenî û siyasî (mafê jînê, qedexeya şkenceyê, mafê azadî û ewlehiya kesîn, mafê darizandina dadwerane, azadiya olî û wijdanî, azadiya derbirînê, azadiya rêxistinbûnê hwd.) re têkildar e herwiha bi mafên aborî, civakî û çandî (mafê xebatê, mafê tendiristiyê, mafê perwerdebûnê, mafên ziman) re jî têkildar e. Neavakirina aşitiyê li devereke ji deverên dinyayê, gelek mafên mirovan binpê dike.
Nêrîna bingehîn a Komeleya Mafên Mirovan ew e ku aşitî bi mafên mirovan û azadiyan ve giredayî ye. Sedema bingehîn a şer û pevçûnan, newekheviyên bi hemî rengî yên di navbera mirovan de ye û nepejirandina maf û azadiyan e. Ji ber vê yekê, baweriya Komeleya Mafên Mirovan (İHD) ew e ku di her şert û mercî de û li her derê dinyayê, aşitî tenê bi rêya pejirandina maf û azadiyan ava dibe.
Zimanê cihêker û cudahesibandinê yê rejîma otorîter a bicîhbûyî li Tirkiyê, di têkiliyên civakî de jî hiyerarşî û çandeke bîatkirinê hildipesêre û gotareke nefretbar geş dike. Em dibînin ku bi vê yekê civak her diçe zêdetir militarîze dibe, nijadperestî û neteweperestî xurttir dibe. Ev zimanê disthilatdaran, li komên cudahesibandî, li candaran, di serî de jî li jin, LGBTİ+, penaber, zarok û ajalan wek tundî û zordestîyê difitile. Binpêkirinên bêhejmar û bêsînor ên bi sepandinên cihêker û polîtîkayên tundiyê dertên holê, tenê bi polîtikayên spartî aşitiyê ye karin çareser bibin.
Em Komeleya Mafên Mirovan, bi boneya 1ê Îlonê Roja Aşitiyê ya Cîhanê daxwaza xwe ya aşitiyê bi dengekî bilind, careke din tînin ziman. Em bang li îqtîdarê dikin ku polîtîkayên aştiyane pêk bîne û tekparêzî, nijadperestî, neteweperestî, zimanê nefretbar bi dawî bibin. Her wiha em bang li îqtîdarê dikin, bila dev ji polîtîkaya tecrîdê berde ku astengeke li ber aşitiya civakî ye.
Em hemû raya giştî pê dihisînin ku heta roja aşitî ava bibe em parêzvanên mafên mirovan dê têkoşîna xwe bidomînin.
KOMELEYA MAFÊN MIROVAN