Di dewra zaroktîyê de wext zû naherike û sal zû derbas nabin.
Zarok dixwazin zû mezin bibin lê ji bo wan wext derbas nabe.
Gelek caran çiqasî qama wan biçûk be û mejîya wan nekimilî be jî radibin wekî mezinan diaxivin û tevdigerin. Pirî caran jî xwe mezin dihesibînin. Keçik cilê xwişk û dêya xwe, kurik jî cilê bira û bavê xwe li xwe dikin. Ev yek hêzek mezin dide zarokan û pê gelekî kêfxweş dibin.
Piştre sal didin pey salan û ew wextê ku derbas nabe mîna çemê biharê zû zû derbas dibe. Dema zarok mezin dibin ferq dikin ku mezinbûn hewqasî xweş nîn e.
*****
Nîhatê Hecî Şakir pirtûkek bi navê “Sal Mîna Bawîşkan Derbas Dibin” nivîsandîye. Heqîqetên mîna navê pirtûkê salên me derbas dibin. Te hew dît sal qedîya. Meriv tiştekî ji derbasbûna salê qet fam nake.
*****
Mezinbûn tiştekî pîroz û xweş nîn e ezbenî.
Meriv dema mezin dibe fam dike.
Dema fam dike bi êş û kula dikeve.
Xemgîn dibe û reşbîn dibe.
Mezinbûn me ji însantîyê gelek caran derdixe û dike tiştekî din.
*****
Herkes di biçûkatî û mezinbûnê de dixwaze li ser temenê me bibe xwedî maf.
Ji alîyekî de malbat, ji alîyê din ve civak û netew.
Ji alîyekî ve bawerî û ji alîyê din ve dewlet û îdeolojî.
Her yek ji wan rêya me dide alîyekî din û dixwazin me bi temamî kontrol bikin.
Dema em dikevin ser rêya wan em dibin bendê wan û kontrola werîsê me jî dikeve destê wan.
Heger rêya em ketin ser şopa wê baş be ji vê yekê xweştir nîmet nîn e.
Lê heger rêya em ketin ser şopa wê xirab be wê demê çû ji me.
*****
Bi her awayî temen û jîyan derbas dibe.
Bi başî an jî xirabî, bi xweşî an jî bç xweşî, bi şer an jî bi azadî…
Jîyan çîqasî bi rûmet be hewaqasî tama wê xweş e.
Jîyan çiqasî ji rûmetê dûr be hewqasî bi elem û xedar e.
*****
Gelek caran em temenê xwe û jîyana xwe li ser tiştê pûç û vala derbas dikin.
Gelek caran ji bo malabatek beredayî em temenê xwe hîç dikin.
Gelek caran ji bo bawerîyek beredayî em temenê xwe hîç dikin.
Gelek caran ji bo îdeolojîyek beredayî em temenê xwe hîç dikin.
Gelek caran ji bo dewletek beredayî em temenê xwe hîç dikin.
Gelek caran ji bo însanên beredayî em temenê xwe hîç dikin.
Di vê jîyanê de em temenê xwe bi destê xwe dişewitînin û diçin.
*****
Ji berê de gotina “Tiştê çû nede dû”, piştre Mehmet Atli di strana xwe de lê zêde dike “Tiştê çû nede dû, bi xêr hat jîyana nû”.
Di şaşî û xetayan de israr malwêranî ye.
Meriv çiqasî zû ji şaşîyan vegere hewqasî bi xêr e.
Hewqasî zû meriv dikare derbasî jîyaneke nû bibe.
Meriv dikare ji xetayan berê xwe bide rastîyan û jîyaneke bi rûmet ava bike.
*****
Hewce nake ji bo însan, malbat, bawerî, îdeoloj û dewletên pûç meriv jîyana xwe hîç bike.
Hewce nake meriv ji bo xêrnexwazan jîyana xwe bişewitîne.
Rêya nû û jîyana nû tim li hêvîya me ye.
Divê meriv bikeve ser rêya baş û qencîyê.
Ew rê dê temenekî bi rûmet û xweş bike para me.