Mihyedîn Nahrîn: Evîn Mirovan Terbîye Dike

Kurdi

Bi qasî êşên xwe em mirov in.

Bi qasî êşên xwe em mirovatîyê ava dikin.

Êş nebe ne xweşî û ne jî mirovatî ava dibe.

******

Jîyan li ser fikra dualîzmê hatîye avakirin.

Her tişt bi dijberê xwe heye.

Dijber nebe wateya ya din jî namîne.

Her tişt li gel hev wate digre û bi hev re ahengê ava dikin.

 

Evîn jî wisa ye û dualî ye. Her du alî hev temam dikin û ahnegek xweş tînin meydanê.

Herdem xweşî ne pêkan e.

Xweşî û nexweşî tim li kêleka hev in.

 

******

Heta meriv di agirê evînê de neyê sotin meriv nikarê jê fam bike.

Kengî însan di narê evînê de terbîye bû wê demê evînek xweş dibe para wan.

******

Piştî her şeva tarî roj dertê.

Piştî her nexweşîyê xweşî tê.

Piştî her şaşîyê rastî tê.

Kesê aqlê wan kamil bi vê yekê dizanin û li ber bûyerên xirab xemxar û  reşbîn nabin.

Divê meriv ji her ketinê dersa xwe bistîne da meriv dîsa bi heman awayî nekeve erdê.

Pêşîyên me ji berê de gotine: “Ker ker e, lê carekê dikeve teqnê. Cara duduyan di heman rê de naçe.”

Divê em jî ji şaşî û ketinê xwe dersa xwe bistînin da ji cîyê ketî rabin ser pîya.

 

******

Mem di agirê Zînê perîtî û aqlê xwe wenda kir.

Lê wekî teyrê Sîmûrg ji nû ve kemilî kete rêya baştir.

Ji evîna beşerî berê xwe da evîna ebedî.

Êdî mesele ne Zîn bû. Piştî guherînê Mem guhê xwe nedida Zînê û bi temamî berê xwe da rêyek nû.

 

******

Melayê Cizîrî dema xwendina xwe temam dike pêşî li Heskîfê wezîfe dike.

Li Heskîfê dil dide Selmayê.

Pîrê evînê cara ewil ji lêvên Selmayê meya evînê vedixwe. Piştre jî dibe muptelayê evînê.

Lê mixabin evîna wî nivî dimîne û mîr wî ji Selma û Heskîfê diqewirîne.

Mela jî berê xwe dide Cizîra Botan.

Li wê derê vê carê dil dide Xatûna Biskkesk û ji bo wê Sebahul Xeyrî ya Xanim dinivîsîne.

******

Her evîna nû, bi rengê xwe rengekî nû li jîyana meriv zêde dike.

Bi êş û xweşîyên xwe me terbîye dike.

Me dike însanekî nîpînû.

Lewma divê meriv li ber evîna qedîyayî nekeve. Her evînek serpêhatî û cîhanek nû ji meriv re ava dike.

Wekî Melayê Cizîrî divê meriv bibe bendeyê evînê ne yê însan.

Evîn ebedî ye lê însan beşerî

 

İlginizi Çekebilir

Müslüm Yücel: Türk Entellektüelleri II; Ulusalcılar, Irkçılar, İslamcılar 
Ali Engin Yurtsever: Erken Seçim Neyi Değiştirecek?

Öne Çıkanlar