Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li Qada Şêx Seîd bi tevlibûna herzaran kesan, konsera Koma Hevra û Kardeş Turkuler li dar xist. Tevî Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatûn, hevşaredarên navçeyan, gelen nûnerên partiyên siyasî, nûnerên saziyên sivîl ên civakî û hezaran kes tev li konserê bûn.
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatûn jî wiha axivî: “Me gotibû ku ‘Em ê werin, ew ê herin, dê kolanên me dîsa bi çand û zimanê kurdî tije bibe.’ Me soza xwe girt. Em hatin ew çûn, kolan êdî yên me ne. Dê zimanê me, çanda me, hunera me ji van kolanan kêm nebe. Em ê ji bo azadiya xwe xwedî li axa xwe, zimanê û çanda xwe derkevin. Azadî li benda me ne. Bi qasî ku ev qad tije bibin azadî nêz e. Ev destpêk e. Me sozên mezin dabûn. Em ê sozên xwe yek bi yek pêk bînin. Ev qad ji bo kurdan qadekî pîroz e. Dê ev qad her tim ji bo azadiya me tije bibe.”
Dogan: Me gotibû 'Em ê werin, ew ê herin…'
🔴Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatûn konsera Amedê axivî: ''Me gotibû ku ‘Em ê werin, ew ê herin, dê kolanên me dîsa bi çand û zimanê kurdî tije bibe.’ Me soza xwe girt. Em hatin ew çûn, kolan êdî yên me ne. Dê… pic.twitter.com/ifAwNdKvAq
— Nupel Haber (@nupelonline) September 29, 2024
/Ajansa Mezopotamya/