Beş: 2
Li ber deriyê me qelebalixekî endîşedar hebû. Cîranan, karên destê xwe berdabûn, bi mereq û tirs li ber deriyê me kom bûbûn. Gava kû ez dîtim, pistepistên xwe biriyan, xwe şûnve vekişandin û rê ji min re vekirin. Her der di nav bêdengiyê de ma. Li dûrî deriyê me, xortekî çardeh panzdeh salî, rû li deriyê mala me disekiniya. Pantorekî reş û îşlikekî spî lê bû. Porê wî yê reş û xelxelokî daketibû ser eniyê. Ji ber kelecaniyê yan jî ji ber tirsê, ricifîna xwe zor zeftdikir.
Bi qasî çend çirkan me hev pîva. Xortê çardeh salî kir kû xwe şûnve bikişîne, waz bû, gavek pêş ve avêt û bi dengekî biryardar, got; “Ez hatime mêvandariyê. E, e, ez mêvanê wa me.” Her ku diçû kelecanî lê zêde dibû. Wer bi cemidî, min li rûyê lawikê çardeh salî sêrkir. Dev li min gilor bûbû. Bi ew bostek laşê xwe derketiye hember xwîniyê xwe, derdê wî çi ye gelo, eraq vexweriye çi ye? Aqilê min nedigirt!
Di hişê min de kuştin û birîndarî û şewat û janên duyînî, di guhên min de olana peyva “mêvandarî”yê, li binê siya pozê min de lawikê dijminê me yê nêzikî sedsalî! De ware xwe ji vê meseleyê bişo? Hîna min biryar nedabû ku du sîleyan li stûkur re bikişînim bişînime cem bavê, yan jî bikim mêvanê xwe; kevaniya mala min, Zerya qiza Fatmê ji min rawirt, çû bi destê lawikê çardeh salî girt, serê wî yê por xelxelok maç kir, da pey xwe û bire mala me. Ji şaşwaziyê, xweziya me di ber me de ma! Hema, barekî giran jî, ji ser milê me rabû. Te digot qey bayekî nerm, bayekî şînhêşin hat li dilê me ket. Hewa veguhariya. Kesiyan şabûna xwe ji kesiyan re nîşan nedida, lê, min ji xwe dizaniya ku her kes jî wekî min di dilê xwe de şadan e. Li pey wan em jî ketin hundir.
Jina min, Zerya Xatûn, lawikê Hemzê, lawikê dijminê me yê qedîm li ber pencereya odeya mezin, li ser mîndera qalind dabû rûniştandin. Balîfa çînheftrengîn jî dabû ber piştê. Ew jî li kêleka doşegê li aliyê çepê rûniştibû. Di serî de ez û mêvanên min û cîranên me, mêran li gorî sal û giramiyên xwe, jin û zarokan jî li ber derî û nêzikî derî bêdeng me xwe bi cih kir û rûniştin. Çavê her kesî li ser min û lawikê Hemzê bû. Min ji cixareya xwe gulpekî xurt kişand, dûmana cixareyê di dev û poza xwe de berda. Guva guva aqil li min zelal dibû. Bi dengekî aram min jê pirsî; “Tu lawikê Hemzê yê lalik nin î ?” Çavê min li ser wî bû. Wer zarokekî liserxwe, rûpak xuya dikir.
Di heman demê de jî di derheqê dijminê xwe de ji ber vê dilnermiya xwe poşmam bûm. Lawikê Hemzê xwe kişande hev, paş û pêş ve liviya, bi awayeke şermokî got; “Erê ezbenî.” Min di dilê xwe de got; heelllaa heellaa hela çi qiseyekî dike kerbav. ‘Ezbenîîî’ Ez wer dizanim ew kubarî jî ji bavê xwe yê ga girtiye. Bi mereq min dîsa jê pirsî; “Lê çer bû zimanê te yê girtî vebû?” Keniya… Zarok, her tim zarok in. Bi devekî ken got; “Ji ber tirsê! Dema ku ketim heft saliya xwe, bavê min kil anî ji bo sineta min.
Bi dua û selewat kil çer gûzana tûj bezande ewkê min, qey min wer zaniya ku şîşeyekî kozirî di cîgera min ve kirin, sere şîşê gîhîşte dilê min. Rû û reng li min çû, ji ber jan û tirsê ji devê min peyvên ‘ûy daayêê’ derket. Wê rojê pê ve ziman li min vebû. Payiza wê salê jî ez çûm dibistana seretayî.” Bê hemd û amad ji devê min gotinên; “Hêkmeta Xwadê, bi tirsekî ziman lê hatiye girtin û bi tirsekî ziman lê vebûye” rijiya. Hîqehîqa kesên ku li odeyê û li paş deriyê odeyê bûn, ji der ve dihate bihîstin. Eyama odeyê veguharibû. Min dît ku li hember dijmin sekna me sist dibe, tûlê ser juniyên xwe bûm, bi dengekî qariyayî “Biko tu hatî çi? Te cîger mîger xweriye? Va çi ji xwe baveriyekî mezin e? Tu bi me henekan dikî? Bavê te yî teneke, gayê ketî te teme kir şand?” Qîre qîra min bû. Çi dihate deve min, min digot. Eyara hewaya odeyê dîsa anî gorî dilê xwe.
Min devê xwe vekir ku çend tiştên din bibêjim, çavê min li çavê Zerya Xatûnê ket, agir û pêt ji çavên wê difiriya. Cîda min fam kir ku ger ez du tîştên din jî bibêjim, Zerya Xatûn min aforoz dike. Dengê xwe daxist, şîrîniyek da denge xwe û got; “Oqoyê min, ka tu mêvanê min î. Tu dijmin jî bî, mêvan î. Bi xêr û silamet hatî. De bêje, derdê te çi ye? Tu hatî çi?” Bi pişta destê xwe yê rastê xwêdana enî, paş guh û lêvê jor paqij kir, bi cidiyeta wek kesekî zana got; “Ez sawa li hev hatinê hatim. Bi teme û devê kesiyan, bi kişkirina kesiyan nehatime vir. Haya kesiyan ji hatina min tine. Êdi bes nîn e, ji hev mêrkuştin, xwînrijandin, mal li xwe wêran kirin!? Zarok bê bav û bira, bê ap hiştin!? Dê û xweng û bûk kezîkur hiştin!? Nêzikî sed salan e em di tirsê de ne. Tama rojên bê tirs çawaye ne hûn, ne jî em nizanin.
Di malên me herduyan de hewar û kişkirin kêm nebû. Devê kê vebû got; ‘Heyf’ ,got; ‘Berxê nêr ji bo kêr. Berx e û li ber kêr e. Law e, li pêy heyf e. Bi gotinên wiha, me xwe di nav miletê de xax kir. Êdî ez qala rezîliyên ku ji destên cendermeyan, qereqol û li ber deriyên dadgehan û li goşeyên xepisxaneyên dewleta romê kişand jî nekim. Namûs, namûs dibêjin; namusa me çend caran li wan deran binpê bû, payîmal bû, haya me jê heye!? Haya me ji me, ji çavkoriya me heye. Naaa!” Îşligê lê, ji ber xwêdanê di avê de mabû. Nefesek kûr kişand, got; “Ezbenî, belkî jî we guhdar kiriye, navbideng, rewşenbîr û hunermandê me Şiwan Perwer di strana ‘Xeydokê’ de çi dibêje, hûn dizanin? Dibêje;
‘Çi xeydokek dil û can, xort tev jê re bûn qurban
Çi xeydokek dil û can lo, eşîr tev jê re bûn qurban
Qet di bîra xwe neanîn lê çi bûye Kurdistan
Hemû ketin doza wê, lê nefikirîn Kurdistan’
Camêr di stranê de hertişt bi zelalî şirove kiriye. Serê lîstika hefsarî di dest kî daye ez davêjim feraseta we. Ezbenî, li qisûrê min nenêrin. Em tev kişandine nav lîstikekî. Li ser sînorê zevî û baxçeyan, li ser kûçik û mirîşkan, li ser qîz revandin û hwd. em berdane hev. Nehiştine em serê xwe rakin, çi dek û dolab li ser me tê lîstin bibînin. Hefsarên rê û rêzikên ku me bi xwe re kiriye armanc, di dest me de nîne. Em ne dijminê hev in. Ez bi navê xwe, êdî doza dijminatiyê najom. Biryara we çi dibe bila bibe, min ew sondên qilêr, rê û rêzikên xwînî, doza xwîndariyê binpê kir. Ji we rica dikim, em pêsîra xwe ji vê pîsîtiyê xilas bikin. Min xwe wek lawekê we hesiband û hatim ber deriyê we.
We jî deriyê xwe ji min re vekir, balif da ber pişta min, qayte salê min nekir guh da gotinên min. Meta Zerya, jana dilê xwe bi hêviyên pêşerojê pêca û min da ber dilê xwe. Ji we re minetdar im. Êdî biryar ya te ye ezbenî. Biryar ya we ye.” Rabû, herdu destên Zerya Xatûnê maç kir, vegeriya min, bi rêz û hurmet heta erdê, bejna xwe li hember min tewand. Bi gavên ji kirin û gotinên xwe qayîl meşiya û ji odeyê derket çû. Nizanim dilê min qey ewqas sivik bû! Wek şorêşvanan, wek şoreşvanên navçeya me axivî. Wek qiza min Şîlan, wek biraziyê min Ronî qezî kir.
Ji wê rojê û pê ve, me dijminatiya xwe da aliyekî û spart bextê demê. Ne em piyê wan ve bûn, ne jî mala Hemzê piyê me ve bûn. Heger em li derekî rastê hev bihtana, me rûyê xwe sape dikir û ji neditî ve dihatin. Sal, bi vî halî bihûriyan, çûn. Oqoyê lawikê Hemzê bû parêzvan. Demekî li navçeya me parêzerî jî kir. Piştre bû Serokê şaxê Komeleya Mafê Mirovan a bajarê me. Wê salê torina min Evra, ji ber daweyekî siyasî li zanîngehê hat binçavkirin û piştre jî wê tewqîf kirin. Oqo, ket daweya torina min û bi serfirazî dozê encimand. Bavên me emrên xwe, me jî nîv emrên xwe di doza şaş de herimand, lê zarokên me şikur di rêya doza rast de ne.