Gelek çîrok an jî mesele hene ku ji aliyê olên qedîm ve têne neqilkirin an jî gotin. Yek ji wan jî Tofana Pêximber Nuh e. Her çiqasî hinek caran derheqên fîgûran, qehremanan, bûyeran de hinek cudayî hebin jî, mijara navendî ango esasî ya derheqê tofana Nuh de di hikayetên olên qedîm de zêde naguhere. Kurtûkurtasî ev mesele gorî sê olên semawî wiha ye…
Xweda dît ku mirovên ji Adem û Hewwayê peyda bûne demek şûn de ketine ser rêyên şaş û xirab, li her derê ketine nav gunehên mezin. Rewş ewqasî giran û xirab e ku êdî ne pêkan e bê sererastkirin. Loma xweda biryara xezebeke mezin da. Ev xezeb hemû xirabiyên mirovan rê li ber vekirine dê paqij bike û dinê ji nû ve ava bike. Ev xezeb ewqasî mezin û tûnd bûya ku hemû xweza û ajalên bêguneh û bêpar jî dê li ber vê bikevin û jê nesîbên xwe bigirin. Lê dema xweda biryareke wiha dide, ji aliyek ve jî naxwaze ku wek çawa dema Adem û Hewwayê destpê kiribû, her tiştê ji serî ve ava bike. Lewra her çiqasî kêm bin jî, hîn mirovên dilpaqij û biîman hebûne. Loma xweda biryar dide ku Nuh wek Pêximber ji mirovan re bişîne. Xweda bi pêximberiya Nuh çendîn caran mirovan hişyar kiriye, xwestiye ku mirov bên ser reya rast. Lê xirabî û guneh ewqasî bibingeh û belav bûne ku êdî vegera ser rêya rast ne pêkan e.
Dema êdî hêviya xweda ji mirovan namîne, xebera Tofana Mezin ji Nuh re dişîne. Ji Nuh re dibêje, ev tofan dê lehiyeke wisa be ku tu carî nehatiye dîtin û loma bo rizgarkirina mirovên biîman demildest divê Nuh keşteke çêbike. Xweda ji Nuh dixwaze ku ne tenê mirovên biîman, herwiha tovên nebatan û ji her ajalê coteke jî li vê keştê siwar bike. Lewra piştî tofana mezin ji bo nû ve avakirina jiyana ser dinê bi wan hemû tiştan pêwîstî heye. Nuh jî xweda çi xwestiye bicih aniye. Pişt re xezeba xweda qewimiye û temamê dinê di bin avê de maye, tenê yên di keşta Nuh de rizgar dibin û kok li yên ser rûyê dinê mane tê. Dema tofan bi dawî dibe, bi saya yên di keşta Nuh de jiyan ji nû ve, piştî Adem û Hewwayê cara duyem ava dibe.
Meseleya Nuh û keşta wî wiha ye û îro li ser rûyê dinê bi mîlyonan mirov bêguman pê bawer dikin. Herwiha gelek kes cih û bermayiyên keşta Nuh jî meraq dikin. Ev keşt herî dawî li ku rawestiya, mirovahî û hemû jiyana li ser rûyê dinê li ku derê dîsa destpê kiriye?
Hêjmara kesên ku van pirsan dipirsin ne kêm e. Lê hema hema her kes, ên ji Tofana Nuh û keşta wî bawer dikin, bêguman dibêjin ku keşta Nuh li ciheke rojhilata nawîn rawestiyaye. Ev îddîayeke normal e helbet, lewra sê olên semawî jî, ku heman meseleyê wek hev neqil dikin, jixwe li vir, ango li rojhilata navîn derketine. Gelo, ev cihê li rojhilata navîn ku derê yê?
Çendîn çîrok hene û yek jî nehatiye rastkirin. Lê du navnîşanên herî zêde têne gotin li Kurdistanê ne; ciheke Çiyayê Agirî ye, ya din jî Çiyayê Cûdî ye. Ji ber hinek fîgûran an jî şikl û bermayiyên xwezayî tê îddîakirin ku ew keşta Nuh nîşan didin. Lê tu perçeyek ji keşta Nuh heya niha nehatiye dîtin, ku gorî çîrokan ev bûyer bi hezaran salan berê qewimiye. A rastî hîn jî tu nîşaneke tune ye.
Gorî gotinên olî mesele ev e û li aliyê din gorî nêzikatiya materyalîst mirov bi hêsanî dikare dev ji vê meseleyê berbide, bibêje ku ev tenê çîrok e, ku hêjmara kesên wiha dibêjin jî ne kêm in. Lewra gorî wan tu nîşaneke zanistî li holê tune ye. Lê gorî min divê mirov nekeve nav vê dubendiyê û bi çaveke din li bûyerê binêre baştir dibe. Lewra her çiqasî ne pêkan be ku bermayiyên keştê bigihêje îro, li aliyê din mirov dikare hinek nîşaneyên tofana mezin bibîne. Bo vê gorî min divê cihê em lê binêrin çiyayên Agirî û Cudî nîn in; ev cihê divê em bala xwe bidin ser dîsa li Kurdistanê ye û rastî bi tu awayî qasî van her du çiyayan ne bi heybet e. Cihê ez dibêjim Girê Mirazan e, ku zanîn û fehmkirina mirovan a bo dîrokê di binî ve guhertiye.
Wek beşeke zanistê, gorî îddîayên dîrokê, ku bi gelemperî tê esasgirtin, mirov bi hezaran salan wek komên nêçirvanî jiyane, şûn de ajalan kedî kirine û bi kifşkirin û çandina nebatan jî derbasî jiyana berhevkirinê û rûniştî bûne. Ev dem wek dema Neolîtîkê tê binavkirin, ku di vê dema bi hezaran salan berdewam kiriye de mirov ji aliyek ve bi saya kevneşopiyên xwe yên nêçirvaniyê li ser pêyan mane, ji aliyê din ve jî her çûye amûr, zanist û kevneşopiya jiyana berhevkirinê pêş ve xistine. Qasî 4 hezar salan beriya zayînê jî mirovahî ji hêla amûr, çandinî û mezaxtinê de derbasê qonaxeke nû ya dîrokî bûye, ku ji wê re qonaxa şaristaniyê tê gotin û îro jî berdewam e. Mirovan bajaran ava kirine, berhemên zêde hilanîne, pergala rêvebirinê pêş xistine, zanist û teknolojî bi dest xistine, ol û rîtûel derketine holê ûwd. Ev qonaxa şaristaniyê cara ewil bi Sûmeriyan destpê kiriye, ku tê qebûlkirin ev şaristanî li jêrê Mezopotamyayê, di navbera Ferat û Dîjleyê de, li başûrê Iraqa îro avabûye. Şûn de jî şaristaniya mirovan her çûye belav û xurt bûye û gihiştiye heya îro.
Zanista dîrokê ji me re van tiştan dibêje û gelek jî ji xwe bawer e ku bêguman her tişt wisa qewimine. Lê gorî min divê mirov biguman nêzê van gotin û îddîayên ortodoksî yên zanista dirokê bibe. Lewra bo vê îro daneyên gelek xurt hene, ku Girê Mirazan daneyên herî girîng radixe ber me.
Girê Mirazan cara ewil di salên 1960î de ketibû rojevê, lê wê demê tu kesî hevcedarî nedîtibû ku bo arkeolojiyê wir bikole. Di salên 1990î de li Girê Mirazan hîn kevirên din derketin ser rûyê axê û ev bo arkeologekî bes bû. Ev arkeolog Klaus Schmidtê Almanî bû û di bin rêberiya wî de kolandinên arkeolojiyê destpê kirin. Her salên derbas bûn nîşan didan ku ev der ne ciheke ji rêzê ye. Îro li ser Girê Mirazan çar cih hatine kifşkirin. Lê gorî teknolojiya radara binerdiyê derdora 20 cihê din hene ku divê bên kolandin û kifşkirin.
Cihê hatine kifşkirin, ango odeyên derketine ser rûyê axê bi dîwarên ji keviran hatine dorpêçkirin, di navenda odeyan de megalîtên tîk û bi şiklê tîpa Tyê hene, li derdorê van megalitan jî wek çember hîn megalîtên din rêz dibin. Bilindahiya megalitên bi şiklê Tyê ku li navendê ne digihîje 8 metroyan, ên derdorê rêz bûne jî çend metro ne, hemû megalît ji yek perçeyê pêk têne û giraniya wan her yekî çend ton in. Li ser van megalîtan fîgûr û rismên cûrbecûr ên ajalan hene, li ser hinekan kember û destên mirovan hene, ku wek mirov destên xwe li pêşiya xwe girê bide dixuyîn. Tişta herî girîng ev e ku, gorî lêkolînan, dîroka vê derê digihîje 8-9 hezar salan berê zayînê, ango derdora 11 hezar salan berê îro ev avahiyên li Girê Mirazan hatine çêkirin. Ev tişt, bi tena sere xwe tiştên zanista dîroka klasîk dibêje, ku min behs kiribû, serûbin dike û teqez nîşan dide ku tiştên em dizanin divê em dev jê berbidin, an jî bi çaveke din li wan binêrin.
Helbet pirsên gelek girîng jî hene ku divê bên bersivandin. Mînak, van megalîtan kî/ê çikirin, çawa çêkirin, bi kîjan amûran çêkirin, çima çêkirin, ev mirovan xwedî jiyaneke çawa bûn, şûn de çi bi wan bû, ku ve çûn, çima di navbera dema van avahiyên Girê Mirazan û dema Sûmeriyan de valahiyeke qasî 5 hezar salan heye, di vê navberê de çi qewimî?
Pirs gelek in û heya niha gorî bermahiyên derketine holê jî tu bersiveke di cih de tuneye, wisa dixuye ku hîn zeman lazim e bo bersivên baş. Lê gorî daneyên bi dest ketine hinek kesan hewldane, ku bigiştî nebe jî, ji hinek aliyan ve agahiyên dîroka klasîk sererast bikin. Yek ji wan kesan Klaus Schmîdt e ku Girê Mirazan bi saya wî derket ser rûyê erdê. Mixabin ‘emrê wî têrê nekir ku odeyên li ser Girê Mirazan bi temamî derbixe holê, lê dîsa jî qasî daneyên bi dest xistibû pirtûk û nivîsên girîng nivîsî.
Bi kurtasî, gorî Schmidt, bêguman daneyên li Girê Mirazan bi dest ketine fehmkirin û zanîna dîroka klasîk di bin ve dilerizînin û diguherînin, di herî serî de jî teoriyên derheqên bicihbûn û derbasbûna jiyana berhevkariyê ya mirovan divê ji nû ve bên nivîsandin. Lewra, wek min bal kişandibû ser, bi gelemperî tê qebûlkirin ku mirovan ewil dev ji jiyana nêçirvaniyê berdabûn û derbasî jiyana bicihbûyînê bibûn, şûn de avahiyan avakiribûn… Û Schmidt dibêje ku Girê Mirazan vê zanînê pûç kiriye. Lewra derdora Girê Mirazan tu dane bi dest neketine ku mirov bi hêsanî bibêje ka mirovên van avahiyan avakirine di dema bicihbûyînê de an jî di dema nêçirvaniyê de bûne. Tu dane tune ku derheqî vê meseleyê de bi zelalî tişteke nîşan bide.
Di vê navberê de tenê ne li Girê Mirazan, li hîn girên din ên nêzê vir in jî bermayiyên gelek girîng derketine holê. Heya niha tenê derdora Rihayê qasî 12 girên din hatine kolandin, ku hemû nêzê Girê Mirazan in û qasî encamên bi dest ketine hemû jî aîdê heman demê û çandê ne. Yek ji wan Girê Keçelan e, ku qasî Girê Mirazan girîng e, li vir jî megalît ango kevirên tîk hatin kifşkirin, ku li ser wan jî fîgûr û şiklên balkêş hene û hatiye diyarkirin ku ev der jî di dema Girê Mirazan de hatiye avakirin. Lê di encama kolandinên li Girê Keçelan de jî tu daneyên jiyana wê demê ya bicihbuyî nîşan bide nehatiye dîtin. Loma li gorî van encaman êdî tê îddîakirin ku mirov hîn di dema nêçirvaniyê de bûne û hîn derbasî jiyana bicihbûyî nebûne; lê di hêla hişmendiya mirovan de guherînên girîng çêbûne, hijmendiya civakî / civatî pêş ketiye. Mînak bo baweriyên hevpar kom bûne û hinek rîtûellan bi cih anîne û hîn demên şûn de derbasî jiyana bicihbûyî bûne û çanda berhevkariyê û çandîniyê hîn bûne û pêş xistine. Yek ji van kesên vê teoriyê diparêze û bi vê awayê dixwaze vebêja / hîkayeta dîroka klasîk revîze bike Schmîdt bû. Îhtîmal e ku di encamên kolandinan de her çiqasî daneyên nû bi dest bikevin dê revizyona hîkayeta dîroka klasîk jî berdewam bike.
Li gel vê, hinek jî hene ku dibêjin hewcedariya mirovan bi revîzyona hîkayeta dîroka klasîk tune, şûna vê divê nêrînek nû ya bibingeh lazim e, ango teorî, hişmendî û zanînên heya niha em xwediyê wan in divê ji bin ve bên guhertin. Ez bi xwe jî li ser vê fikrê me. Gorî vê, eger em ji aliyek ve hişmendî, teorî û zanînê xwe yên heyî biparêzin û ji aliyê din ve jî ji ber daneyên nû yên her roj derdikevin holê û agahiyên me yên klasîk pûç dikin hinek hinek vana revîze bikin, em ê tu encam bi dest nexin. Bîlakîs tişta herî baş, bi temamî guherandina şêwaz û xwendinên klasîk e û şûna vê pêşxistina şewazên nû yên zanistî ye. Bi kurtasî, baş dibe ku em dev ji hîkayeta şaristaniyê ya bi Sûmeriyan destpê dike, ber bidin.
Beriya her tiştê bermayiyên li Girê Mirazan û li girên din derketine ser rûyê dinê bêguman nîşan didin ku mihendîsî, plansazî, karkerî û hişmendiya wê demê û li wir bêhempa ne. Rast e, bermayî û daneyên derketine holê hîn nîşan nadin ku mirovan piştî jiyana bicihbûyî van avahiyên mûazzam ava kirine, bo vê hîn delil tune. Li derdora avahiyan bi hezaran hestiyên ajalan hatine dîtin ku ev jî piranî wek delîlên jiyana nêçirvanî têne hesibandin. Ev rastî hîç nebe bo niha ye helbet, hîn karê kolandinê didomin û hîn divê gelek kar bê kirin û di dawî de encam çi dibe em ê bibinin. Lê ligel vê rastiya îro, ev bermayî û dane, mînak ev megalîtên 8 metro û çend ton giran, vê tiştê jî nîşan nadin: Mirovên wê demê rojek ji rojan ‘eciz bûne û hema sibeheke biryar dane ku van avahiyan ava bikin.
Loma mirov dikare wiha bifikire:
Hîç nebe her kes hêsanî qebûl dike ku teknolojî, zanist û qebiliyeta mihendîsiya îro di rojek de peyda nebûye, bo vê demek dirêj lazim bû. Gorî kesên şaristaniyê bi Sûmeriyan didin destpêkirin em binêrin jî, dibînin ku bingeha agahî, zanist, tecrûbeyên mirovan ên îro hene herî kêm digihişe şeş hezar salan berê. Heke em bi mûcîzeyan an jî hêzek derasayî bawer bikin, hewcedarî bi fikreke wiha tune helbet, lewra em dikarin bibêjin hema cih de her tişt qewimî, ewqas! Lê eger em bi zanistî bifikirin, lazim e em qebûl bikin ku her tişt di demên dûr û dirêj de bi fehmkirinê, bi ceribandinê, bi tecrûbeyên şaştî û rastiyan û bi hînbûnê gihiştiye astekî û herwiha berdewam kiriye û heya îro hatiye. Loma divê kesên avahiyên li Girê Mirazan avakirine xwedî pêşerojeke, bingeheke zanebûnê / zanistî, qebiliyet / huner û tecrûbeyan bin. Ev megalîtên 11 hezar salan berê ne karê rojekî ye û ne jî bêbingeh û bêtecrûbe ye. Lê çi ne?
Herwiha ez dixwazim bi alegoriya Graham Hancockê li ser fikra şaristaniyeke winda ye, bal bikişînim ser vê rewşê: Ev megalît û avahiyên gelek kompleks û tecrûbe / zanyarî dihewînin, ne karê wan mirovan in ku ji aliyek ve li pey nêçîrê direviyan û ji aliyê din ve ji ber ‘eciziyê keviran dihêrandin û jê amûr çêdikirin. Ango wek gelek caran tê gotin û di vebêja / hîkayeta dîroka klasîk de cih digire ev ne karê mirovên “beriya dîrokê / şaristaniyê” an jî “wehş” in. Rewş ev e û loma ev pirsa zor hîn jî bêbersiv e: Ev tecrûbe, zanist, teknolojî û huner / hostatî ji ku hatine, ku mirovan bi wan karibûne van avahiyan derasayî ava bikin? Ev tişt hemû ji aliyê kesên ji şaristaniyeke winda ve hatine neqilkirin? Ew kî/ê bûn û çi bû bi wan?
Bersiva wan pirsan kes bi zelalî nizane. Lê gorî hinek nivîskar û lêkolîner (wekî Graham Hancock, Andrew Colins, Erich von Darekin) pêşniyar dikin, divê em li ser şaristeniyeke winda bifikirin û li şopa wan bigerin. Gelek arkeolog û dîroknas jî ji pêşniyar an jî ji fikrên wiha nifret dikin. Lê dema em li Girê Mirazan binêrin, dibînin ku ev fikr û pêşniyar gelek di cih de ne, maqûl in.
Li aliyê din meseleyeke wiha jî heye: Mesela îro em behsa dema fezayî dikin, lê em nikarin heman demê îddîa bikin ku pêşketin û belavbûna teknolojiyê û zanistê li her derê dinê wek hev in. Hîn jî hinek civak / milet amûrên sedsalan berê bi kar tînin, lê yên din xwedî teknolojiya herî dawîn in. Ev jî nîşan dide ku pêşketina dîrokî li her derê dinê di heman demê de naqewime û wekhev nîne. Eger em vê rastiyê qebûl bikin, îhtîmal e, em ê bibin xwediyê perspektîfa bikaribe rewşa Girê Mirazan eşkera bike. Di wê demê de jî dibe ku mirov an jî komên ji hêla zanistê, teknolojiyê, mihendisiyê, baweriyan, rîtûelan, astronomiyê, matematîkê û wekî din de pêş ketine hebin û ligel vê dibe ku hîn zêdetir mirov an jî komên hîn di asta nêçirvaniyê de dijiyan hebin. Belê, derdora avahiyên li Girê Mirazan û herwiha li Girê Keçelan gelek bermayî û daneyên komên nêçirvan hene, lê çima derheqê mirovên di qada teknolojî û zanistê de pêşketine tu dane tune? Eger ev tune bin, çawa dibe ku ev mirovên li pey nêçirê direvin van avahiyên gelek mezin û mûazzam ava bikin?
Wek min gotibû, ev pirsên gelek zor in. Ji bo bersivan an em ê her roj zanebûna xwe ya gorî hîkayeta dîroka klasîk revîze bikin û valahiyên ji ber daneyên nû çêdibin wiha pîne bikin, an jî rastî divê em fikra şaristaniyeke winda qebûl bikin û li şopa wê bigerin, ku ev ji zanebûna me ya klasîk der e.
Ligel vê rastiyê, em nikarin bi temamî bibêjin ku bo em van pirsan bipirsin tu dane tune. Bîlakîs hene û loma heya ciheke em dikarin van pirsan bibersivînin jî.
Bi taybetî kevireke / megalîteke li Girê Mirazan gelek balkêş û sansasyonel e. Eger îddîayên gelek balkêş ên derheqê vê megalîtê de esas bê girtin, mimkûn e ku agahiyên derheqê Tofana Nuh jî, yên derheqê şaristaniyeke winda de jî bi dest bikevin.
Di vê konaxê de dixwazim bibêjim ku îro mirov hîn hêsantir dikare Tofana Nuh bi daneyên zanistî eşkera bike, lê şaristaniyekî winda ewqasî hêsan nîn e. Ji ber eşkerakirina tofanê, ez behsa Dema Dryasa Pêşwext / Dawî (Younger Dryas) dikim helbet…
Wek min bibîr anîbû, heya niha tenê çar odeyên li Girê Mirazan hatine kişfkirin û ya ji aliyê arkeologan ve bi tîpa D hatiye binavkirin ya herî kevn e, ku dîroka wê derdora 11 hezar salan berê hatiye tespîtkirin. Sitûneke an jî megalîteke li vê odeyê bi nimroya 43an hatiye binavkirin. Li ser vê sitûnê yek mezin, du jî hîn piçûktir sê fîgûrên teyrêlaş hene û baskên wan wek kevan in, herwiha fîgûreke dûpişkê, giloverikekî wek rojê û şiklên maran hene. Wekî din jî hinek fîgûr hene…
Martin Sweatmanê ji Zaningeha Edinburgê û hevkarên wî derheqê vê sitûna 43an de xwedî îddîayeke gelek balkêş in. Sweatman û karhevalên wî dibêjin ku mirovên Girê Mirazan ava kirine teqez xwediyê agahiyên astronomiyê bûne. Berê deriyên odeyên heya niha li Girê Mirazan hatine kişfkirin li stêrkeke dinerin, ku ev Serius e û stêrka li asîman herî zêde diçûrise / dibiriqe. Ku ev çar ode di heman demê de nehatine avakirin, hatiye tespîtkirin ku di navbera avakirina her çar odeyan de hezar sal hene, ango di navbera her odeyê de bi sedan sal hene. Lê dîsa jî berê hemû odeyan li stêrka Seriusê dinerin. Herwiha Sweatman û hevkarên wî bal dikişînin ser hîn agahiyên din ên astronomiyê, wan li ser sitûna 43an cih digirin.
Gorî wan, ev fîgûrên li ser sitûna 43an nexşeyeke asîmanê ye, demeke diyar nîşan dide û derheqê bûyerên girîng ên di vê dema hane de qewimîne agahiyan dihewînin. Fîgûrên teyrêlaşan koma stêrkan a bi navê kevanê, dûpişk jî koma stêrkan a bi navê dûpişkê temsil dike û xêzkirina wan jî bêqisûr e. Ya herî girîng jî ew e ku rêzkirina wan komên stêrkan rastî jî demeke diyar nîşan didin. Sweatman û hevkarên wî bi saya teknolojiya kompûterê di zeman de paş ve çûne, nexşeyeke stêrkan xêz kirine û dîtine ku ez rêzkirina komên stêrkan a li ser sitûna 43an rastî jî beriya zayinê derdora 10.800 û 10.900 salan de hebûye. Ango derdora 12.800 û 12.900 salên berê îro ev komên stêrkan wekî sitûna 43an nîşan daye li asîman cih girtine. Ev nîşaneke gelek girîng e. Lewra di vê dema tê behskirin de ji ber bûyerên xwezayî dinya serûbin bibû.
Gelo mirovên Girê Mirazan bi van avahiyan û fîgûrên li ser megalîtan xêz kiribûn xwestibûn çi pêyam bidin, armanca wan çi bû, dibe ku ev peyam wek Sweatman û hevkarên wî dibêjin bo îro jî be?
Derheqê van pirsan de agahiyên herî balkêş aîdên lêkolîner Graham Hancock in. Hancock, li ser encamên Sweatman û hevalên wî derxistibûn dibêje ku Girê Mirazan kapsûlek e, ango wargehek e ku ji dema serûbinbûna dinê bo îro peyameke dîrokî dihewîne. Gorî Hancock, fîgûrên / şiklên maran ên li ser sitûna 43an bi temamî agahî dide ku serûbinbûna dinê ji çi qewimiye. Ango barana meteoran, ku dema ew rêzbûyîna komên stêrkan de û herwiha ji aliyê komên stêrkan cih girtibûn ber bi dinê barîbûn… Hancock bibîr tîne ku, li gelek deverên dinê çîrok, efsane, mîtolojiyên derqehên maran de hene û di van meseleyan de gelek caran şiklên maran, an jî bixwe mar û bûyerên li asîman diqewimin têkildar in. Loma Hancock ji xwe bawer e ku fîgûrên li ser sitûna 43an a li Girê Mirazan jî ji me re heman çîrokê dibêje.
Gelo, di wê demê de, ku Sweatman û Hancock bi sitûna 43an bal dikişînin ser, çi qewimîbû?
Êdî teqez rast tê qebûlkirin ku qasî 12.800 û 12.900 salan berê felaketeke mezin qewimiye û ji vê demê re Dema Dryasa Pêşwext / Dawî (Younger Dryas) tê gotin, an jî Dema Cemedîbûna Dinê ya Dawî… Kurtasî, temenê dinê 4 mîlyar û nîv tê hesapkirin û heya îro gelek bûyerên mezin li dinê qewimîne. Ji ber van bûyeran çendîn caran dinya binûser bûye û pişt re jiyana li ser rûyê dinê her carî hema hema bi dawî bûye û şûn de dîsa jiyan bi awayeke destpê kiriye. Gelek sedemên van seribûnan hene, ku yek ji wan jî bûyerên klîmayê ne.
Yek ji encamên şert û mercên tûnd ên bûyerên klîmayê cemedîbûn e, ev jî çendîn caran qewimiye û wek encam, bi hezaran salan rûyê dinê hema hema giştî bi cemedên qelew hatiye pêçandin. Ji van deman re Demên Cemedîbûnê tê gotin. Dema Cemedîbûnê ya dawî Dema Holosenê ye û gorî gelemperî tê qebûlkirin, 2 mîlyon û nîv salan berê destpê kiribû û ji hêla teknîkî ve rastî ev dem hîn jî berdewam e. Lê heya roja îro wek perîyodan, cemed carnan ji bakur û başûrê dinê ber bi hev gelek belav bûne, carna jî paş ve kişiyane, ku ev her perîyodek jî bi hezaran salan dewam kiriye. Helandin û paşvekişandina cemedan ya dawî derdora 13 hezar salan berê qewimiye û em jî li ser rûye dinyaya ku piştî helandina cemedan ji nû ve şên bûye, dijîn.
Tê zanîn ku dema paşvekişandina cemedan a dawî de şert û mercên tûnd ên klîmayê qewimîne û ev Dema Dryasa Pêşwext / Dawî ye. Heya cemed bihelin şertên gelek giran û zehmet û sar û sermayeke gelek djwar hebûye û ji ber vê jî kok li gelek cûreyên ajal û nebatên ku li ser rûyê dinê hebûne, hatiye. Bi taybetî bakurê dinê, Amerîkaya Bakur, Ewrûpa û Bakurê Asyayê hema hema temamî di bin cemedan de bûne. Ji ber cemed, sermaya dijwar û şertên bo jiyanê ne hêsan in, îro em dizanin ku koka ajalên wek mamût, pilingên diran şûr, teyrên terorê hatiye. (Helbet sedemên cûda jî hene.) Di heman demê de windahiyên cûreyên mirovan jî çêbûne, mînak Neandertal berîya 30-40 hezar salan berê ji ser rûyê dinê paqij bûn; wek sedema vê yek jî, ev şert û mercên tûnd ên klîmayê tê nîşandin.
Cûreya mirovên Homosapiens ligel gelek dijwariyan karibûye ku li ser rûyê dinê bimîne, ku koka me digihije wan, ango ew, dapîr û bapîrên mirovên îro li ser rûyê dinê ne. Lê wekî îro piranî tê gotin, gelo mirovên dema cemedîbûne, tenê di kûrahiya şikeftan de jiyabûn û tenê li pey nêçirê bazdabûn? Dibe ku rastî cûda be? Dibe ku mirov bihesibîne, mirovên vê demê bi zanîn û agahiyên pêşketî jiyana xwe di asteke din de / hetta di asta şaristaniyê de ava kiribin?
Dîsa em dizanin ku dinya pênc caran serûbin bûye û her carî hema hema dawî bi temamê jiyanê hatiye. Rastî mirov nikare dema cemedîbûna dawî bi van pênc serûbînan re qiyas bike, lewra bandora vê dema dawî gelek gelek kêm e. Rast e, dema cemedîbûna dawî jî gelek dijwar bûye, lê mînak qasî dema dawîhatina dînozoran bi bandor jî nebûye. Lê helbet bo hikayeta mirovan ev dem jî têra xwe dijwar û bi bandor bûye.
Balkêş e, wekî min behs kiribû, ji hêla teknîkî ve tê qebûlkirin ku dinê hîn di dema cemedîbûne de ye. Eger her tişt bi asayî rê ve biçûya, îhtîmal bû ku ji bo dawîbûna vê demê hîn dem lazim bû. Lê qasî 13 hezar salan berê di cih de û gelek tûnd dawî li vê demê hatiye. Ango dane hene ku nîşan didin, ji ber zêdebûna germe, wek di meseleyên mîstîk de tê gotin, ev dem bi tofaneke gelek gelek dijwar bi dawî bûye. Gelo çi bû sedema vê bûyera di cih de û weranker?
Bo bersiva vê pirsê, Graham Honcock bal dikişine ser hinek lêkolînên li ser jeolojiyê. Gorî vê, di dema sitûna 43an a li Girê Mirazan nîşan dide de, ango 12.900 salan berê, dinya dîsa di nav kembera meteorên Tauridê de derbas dibû. Min got “dîsa”, lewra ev tişt normal e, di periyodên gera dinê de ev tişt diqewime, ango di gera dinê ya li dora rojê de ev periyod têne dîtin. Îro jî em di hinek demên salê de stêrkên dişiqitin, ango bi rastî barana meteoran li asîman dibînin, ku ev jî bi vê periyodê re têkildar e.
Lê 12.900 salan berê, dinya dema di nav kembera meteorên Tauridê re derbas bûye li meteoreke mezin rast hatiye, an jî li perçeyên ji astroîdeke gelek mezin paş mane rast hatiye. Helbet ev meteor an jî perçeyên astroîdê qasî astroîda dawî li dînozoran aniye mezin nebûye, eger wisa ba îhtîmaleke mezin îro mirov tune bûn. Wek Hancock jî bal dikişine ser, gorî encamên lêkolînan, em dibînin ku rastî jî derdora 12.900 salan berê gelek meteor bi heybet û bi bandor li ser rûyê dinê barîne. Daneyên derheqê vê bûyerê de li Amerîkaya Bakur, li gelek dewerên Ewrûpayê, li hinek welatên Asyayê jî bi dest ketine, hetta li axa nêzê Girê Mirazan de jî hatiye tespîtkirin. Ev daneyên di qatên axê de hatine tespîtkirin, bêguman nîşan didin ku qasî hezar salan beriya avakirina Girê Mirazan, ji ber barana meteoran li dinê qiyameteke qewimiye.
Ligel vê rastiyê lê tu çaleke meteor an jî astroîdê nîşan bide tune. Wek tê zanîn çala astroîda 66 mîlyon salan berê dawî li dînozoran anibû hîn jî li Meksîkayê xuya ye. Pirs ev e, çima çaleke meteor, an jî astroîdeke 12.900 salan berê nîşan bide tune?
Bersiva vê pirsê jî heye; gorî Graham Hancock û kesên daneyên meteoran di axê de tespit kiribûn, wê demê, cemeda li ser rûyê dinê qasî çend kîlometreyan qelaw bû. Loma dema perçeyên astroîdê an jî meteor ketin ser rûyê dinê, ji ber vê cemeda qelaw tu şop li pey wan nema. Herwiha li pey barana meteoran a dijwar him di atmosferê de him jî li ser rûyê dinê germahî di cih de zêde bibû û cemedên bi kîlometreyan qelew heliyabûn, ev jî bû sedema tofana avê, ku bûyerek wiha heya niha ji aliyê mirovan ve nehatiye dîtin. Ji ber van sedeman tunebûna şop an jî çala meteorê / astroîdê normal e.
Wek min behs kiribû, ji vê dema felaketê re an jî qîyametê re Dema Dryasa Pêşwextî / Dawî tê gotin. Bêguman di vê demê de dinya binûser bibû. Di encama barana meteoran de cemed heliyane û ava di cemedan de hebû herikiye, ku hed û hesabê vê avê nîn e. Herwiha di heman demê de asta ava behran jî bilind bûye. Encam rasterast qiyamet bû, av çi li ber ketiye paqij kiriye û biriye, dawî lê aniye. Ji ber zêdebûna ava behran jî gelek dewerên nêzê behran di bin avê de mane. Ev dem demeke wiha ye ku rastî jî mirov nikare bi hêsanî bîne ber çavan. Loma mirov dikare bibêje ku îhtimal e, Tofana Nuh, ji şahidî, bîr / hafize, vebêjî / neqilkirin û bandora wê demê maye.
Wek Martin Sweatman û hevkarên wî dibêjin, eger mirov fîgûrên li ser sitûna 43an a li Girê Mirazan bi zanîn û daneyên astronomiyê binirxîne û helbet herwiha bûyerên di Dema Dryasa Pêşwext / Dawî de qewimîne jî li ber çavan bigire, mirov dikare daneyên derheqê Tofana Nuh û herwiha hikayeta mirovahiyê ya vê demê bi dest bixe. Hetta ji ber van daneyan mirov dikare îddîa bike ku sitûna 43an qeyda ewil a Tofana Nuh e. Lê helbet ev qeyd, bîr û rastî, ji Nuhekî zêdetir tiştan nîşan didin.
Qasî hatiye tespîtkirin, avahiyên li Girê Mirazan qasî hezar salan piştî Dema Dryasa Pêşwext / Dawî hatine avakirin, ango hîn bîr û bandora qiyametê li ser mirovan teze bûye, ev avahî hatine avakirin. Loma ji hêla zeman de ji qiyameta her tiştê paqij kiriye ne dûr e. Lê tişta herî balkêş jî ev e ku ev avahî teqez bi zanîn û agahiyên mihendisî, karkerî, astronomî, civakî, rêxistinî, koordînasyonî, xwezayî yên gelek pêşketî hatine avakirin. Ku Girê Mirazan ne tenê ye, li wê derdorê hîn gelek girên din hene, mînak ji herêma Entep-Efrînê bigirin heya Mêrdîn – Cizîrê, ji wir heya Sêrt – Amedê – Hewlerê gelek girên wiha mirov dikare bibîne. Eger ev gir hemû bên kolandin, dê encamên hîn balkêş bi dest bikevin. Ku jixwe hinek cihan de ev encam bi dest ketine jî. Mînak Girê Keçelan, ku ji Girê Mirazan ne zêde dûr e û hatiye tespîtkirin ku ew jî di heman demê de hatiye avakirin. Tişteke din a balkêş jî, Girê Mirazan jî, Girê Keçelan jî piştî avakirina wan hezar salan şûn de bi qestî, ango bi zanebûn hatine binaxkirin / veşartin. Ev jî pirs û miraqên mirovan hîn zêdetir dike. Tişta ez dixwazim bibêjim, eger ev gir hemû bên kolandin, dibe ku dema avakirina wan hîn paş ve biçe, hîn nêzê dema qiyametê bibe.
Tenê ev daneyên heya niha li Girê Mirazan û herwiha li Girê Keçelan bi dest ketine, muammayeke wiha radixe ber çavan:
Gorî vebêja / gotina dîroka klasîk, cûreya mirovan ji ber şert û mercên jixwe gelek dijwar ên dema cemedîbûnê de di bin şertên paşverû / prîmîtîv de jiyane, tenê nêçirvan bûne û di şikeftan de bi zehmetî li ser pêyan mane. Û ev jî têr nekiriye, di ser wan de tofana avê hatiye. Lê çawa dibe ku mirovên di vê rewşê de jiyane, di demek kurt de karibûne van avahiyan avabikin, ku bo vê zanîna mihendîsiyê, civakiyê, koordînasyonê, karkeriyê û wekî din lazim e.
Wek min behs kiribû, bi daneyên niha bi dest ketine bersiva vê pirsê ne hêsan e, gelek zor e. Lê Graham Hancock dibêje bersiveke heye. Gorî wî, di Dema Cemedîbûnê de hewaya hinek deverên dinê bo jiyanê hîn nermtir û hêsantir bûye, ku mînak derdora behra Avaspî, navbera başûr û bakurê Amerikayê, hinek deverên Afrîka û Asyayê wiha bûne. Mirovên wê demê jî gorî şert û mercên wê demê xwedî şaristaniyeke bûne, ku dibe ku mirov nikaribe bi şaristaniya îro re bîne ber hev, lê qasî gelemperî tê qebûlkirin jî ne paşverû bûye. Ango mirov nikare bi hêsanî bibêje mirovên wê demê bi temamî ji komên nêçirvaniyê û paşverû pêk hatine. Ev tofana di encama helandina cemedên qelew de qewimiye, di serî de vê şaristaniyê li ser rûyê dinê paqij kiriye. Ku ji bîr nekin, şaristanî her tim li cihê nizm, ango li cihên di asta behrê û piranî jî li ber behr û avê têne avakirin. Loma dema tofana avê rabe, xilasiya wan ne mimkûn e. Lê helbet kesên ji vê qiyametê xilas bûne hebûne û xwe parastine cihê bilind. Hîn şûn de li komên din rast hatine, ku ew hîn di jiyana nêçirvaniyê de bûne. Ev mirovên ji şaristaniyê hatine zanist û agahiyên xwe peyderpey bi wan re parve kirine. Avakirina Girê Mirazan û avahiyên wekî wan ên li deverên cuda, wiha mimkûn bûye. Teoriya Graham Hancock wiha ye û di vê rewşê de, ne tenê Nuhekî, em dikarin behsa gelek Nuhan bikin.
Bi rastî fikr û nêrînên wiha bi mirov hinek ‘ecêp tên. Lê bo rastiyê, ew wek hewldanên balkêş in jî. Wiha: Ya em ê qebûl bikin û bibêjin ku mirovên avahiyên bêhempa li Girê Mirazan ava kirine, di bin şert û mercên giran û paşverû de bûne, hîn demek berê qiyamet li wan qewimiye û her tiştê ji wan girtiye. Ew mirovan ji aliyek ve li pey nêçirê bazdidan û bi nêçirî debareya xwe dikirin, ji aliyek ve jî rojek ji ber ‘eciziyê rabûne û biryar dane ku wan avahiyên bêhempa ava bikin. Bêguman nêzikatiyeke wiha vikûvala ye. Lê mixabin arkeolojî û dîroknasiya îro ji gelek aliyan ve rê didin van vikûvalahiyan. An jî em ê vana li aliyeke bihêlin û bi esasî li ser bifikirin: Bermahî, zanîn û zanyariya avahiyên Girê Mirazan pêkan kiriye ji ku hatine, koka wan digihije heya ku, beriya wan mirovan çi hebû?
Mînak li ser avahiyên îro bifikirin… Eger em tenê gorî vebêja / gotina dîroknasiya îro ya klasîk tev bigerin jî, dibînin ku ev hemû avahiyên îro bi saya bermahî, zanîn û zanyariya hezar salan pêkan bûne; mirovan hema di rojeke de zanyariya mihendisiyê, matematîkê, hewayê, keviran, karkeriyê, axê, ewlehayiyê, civakiyê, teknolojiyê bi dest nexistine. Ji kûlûbeya / mala ji darûberan a prîmîtîv heya gundên ewil, ji bajarên bingeha şaristaniyê heya metropolên îro tiştên qewimîne, bi zanyariyên / zanistên di demên dûr û dirêj de bi dest ketine û bûne tecrûbe mimkûn bûye û loma bermahiyeke dîrokî nîşan dide. Di vê rewşê de mirovên tu tecrûbe, zanîn û bermahiyên wan tune bûn û tenê bi jiyaneke hêsan re mijûl dibûn wê çawa van avahiyên Girê Mirazan ava bikin?
Wek encam; divê em hewl bidin ku sînorên zanîna xwe hîn berfirehtir bikin, hîn zêdetir pirsan bipirsin û bi çaveke din li daneyên bi dest ketine binêrin. Eger em bikaribin wiha li Girê Mirazan, Girê Keçelan û girên din binêrin, wek misal, em ê bikaribin hîn hikayetên cûda yên derheqê Tofana Nuh jî bibînin, hetta hikayetên gelek Nuhên din jî…
Ji bo podcastê: