Xaça Sor: Di êrîşên dawî de li Lubnanê 18 kes hatin kuştin

Kurdi

🔴 Xaça Sor ya Lubnanê îro ragihand ku di êrîşên dawî yên Îsraîlê de 18 kes hatine kuştin.

Li gor ragihandina Xaça Sor êrîşên dawî yên li bakurê Lubnanê li herêma Zgharta li dar ketine ku li wir bi piranî Xirîstîyan dijîn.

Wezareta Saxlemî ya Lubnanê û medyaya fermî ya dewletê dîyar dikin êrîşên dawî yên li Îsraîlê li dûrî navendên Hizbullahê li dar ketine.

Wê wezaretê berî ragihandina Xaça Sor dabû zanîn ku di êrîşên Îsrîalê de 9 kes hatine kuştin û medyaya Lubnanê jî ragihandibû ku hêzên Îsraîlî êrîş birine ser avahîyeke li gundê Aito.

Jêderên Îsraîl û Hizbullahê dîyar dikin ku pevçûnên li sînorê Lubnanê îro Duşemê gurtir bûne.

Hizbullahê dawîya hefteyê bi dronekê êrîş biribû ser navendeke leşkerên Îsraîlî û di êrîşê de bi kêmî ve 4 leşker hatibûn kuştin.

Serfermanarê Îsraîlê ser wê êrîşê li herêma Binyamina ya li başûrê Hayfga îro got ku giran e û trajîk e.

Wezîrê Berevanî yê Îsraîlê Yoav Gallant dîyar kir ku ewê bersîveke tund bidin Hizbullahê.

Ji alîyê din ve dewletên Ewrupî û Amerîka, Îsraîl herî dawî jiber êrîşên dijî navendên hêzên aştîyê yên Neteweyên Yekbûyî (NY), ku bi navê UNIFIL tê zanîn, rexne dikin.

Yekîtîya Ewrupa (YE) îro Duşemê ragihand ku ew hemî êrîşên dijî navendên NY’ê şermezar dike û bang li hemî aktorên pevçûnan kir ku berevanîya hêzên aştîyê bikin.

/ Jêder: AFP-voa kurdi/

İlginizi Çekebilir

Pentagon: Çin’in Tayvan çevresindeki tatbikatı sorumsuz ve orantısız
Netanyahu: Lübnan’ın tümünde Hizbullah’ı vurmaya devam edeceğiz

Öne Çıkanlar