“Sînema ji bo çi ye?” Ji dema sînema derketî heta niha ev pirs tê kirin. Her mirov li gorî xwe bersiv dide vê pirsê. Bersiveke rast û dirust nîn e lê hemû bersiv di hundirê xwe de rastîyekê dihewînin. Ya baş fîlmekî hûn jê lezzetê distînin vekin û xwe ji vê pirsê bidin alî.
*****
Sînema cîhaneke bêsînor e.
Ji her kanîyê vedixwe û hemû mijar jêre dibin bingeh.
Li ser her meselê hûn dikarin fîlm bikşînin.
Sînema ji her kesî û ji her armancê re xizmetê dike.
*****
Ji zemanê sînema derketî heta niha yê li ser wê xwedî maf çêker in.
Çêker perê xwe dixin sînemayê û armanca wan a sereke qezenckirina pere ye.
Lewma çêker di serî de xizmeta pere dikin.
Piştî çêker yê di sînemayê de rol dilîze senarîst e. Helbet senarîst li gorî çêker û derhêner tevdigere û di serî de xizmeta wan dike. Lê dîsa jî kêm an jî zêde fikra diparêze dixe nava senaryoyê.
Piştî çêker û senarîst rola girîng dikeve ser derhêner. Derhêner li gorî bikaranîna kamerayê dikare qenca bike xirab û xiraba bike qenc. Kamera di destê derhêner de dibe alavak efsûnî û ji wê alavê li gorî fikir û berjewendîya xwe kar dike.
Di sînemayê de berjewendî û pere nebin sînemajî dê nebe.
Lewma di sînemayê de ya ferz berjewendî û pere ye.
Meseleyên din piştî van her duyan tên.
*****
Sînema û sîyaset gelek caran xizmeta hev dikin û hev diparêzin.
Lê hin caran ji sîyaset divê dilê însanan xweş bike û hin caran jî xweş dike. Bi vî awayî hêrsa di dilê însanan de tê şikandin û pergal wekî berê dîsa dimeşe.
Gelek caran li payîtexta sînemayê (Hollywood) jî heman rê tê bikarnîn. Hin caran fîlmên ku sîyaset (Mr. Smith Goes to Washington) û dewletê (Lord of War) rexne dikin têne kişandin. Bi van fîlman bêhna însanan rehet dikin û ji vê yekê jî dîsa pere qezenc dikin.
Bi vî awayî pergal tê parastin û kesên muxalîf tên tatmînkirin.
*****
Hin caran hin çêker, derhêner, senarîst û lîstikvan bi rastî ji bilî pere dixwazin xizmeta çand û zimanê xwe bikin. Vê yekê dikin jî.
Ji bo çand, ziman û dengê gelê xwe bi cîhanê bidin nasîn sînemayê wekî alav bikartînin.
Zemanê ez li Amedê xwendekar bûm galaya fîlmekî Kurdî hatibû kirin.
Ez jî çûm û min temaşe kir. Keyfa min gelekî ji fîlm re hat. Lê meseleyek hebû ez aciz dikirim. Dema lîstikvan bi Kurdî diaxîvin di binî de jêrnivîsa Tirkî hebû, lê dema Tirkî diaxivîn di binî de jêrnivîsa Kurdî nebû. Ev yek qet li xweşa min neçû.
Di dawîya fîlm de derhêner derket ser dîkê û dema pirsê dest pê kir. Min jî pirs kir ji bo çi jêrnivîsa Tirkî heye lê ya Kurdî nîne? Hemû ziman bi qîmet in lewma divîyabû jêrnivîsa Kurdî jî heba. Derhêner bi kurt bersiv da, “ji bo pîyasayê” wisa kirine.
Mixabin di gelek fîlmê Kurdî ev rewş xwe dubare dike.
*****
Zar û Zêmar, Xecê Rêdûr û Miheme Bozan
Ji salên xwendekarîya Amedê ve Miheme Bozan nas dikim. Însanekî camêr û xizmetkarê ziman û çanda xwe ye. Hîn ji demên berê ve dixwest dest bi sînameyê bike. Lewma tim di nava lêgerînekê de bû.
Bozan ji bo sînemaya Kurdî pêş bikeve ji alîyê maddî ve sponsorîya sînemayê dike.
Ger bi vî rengî xebatên xwe bidomîne dê di pêşerojê de xebatên pir baş bike.
Miheme Bozan bi sînemayê dixwaze sînorên di nava kurdan de rake û wan bi sînemayê bighîne hev du. Herçiqasî sînor ew ji hev qutkiribin jî êşên wan, ziman û çanda wan, wan bi hev dike. Bozan jî ji bo vekê berê xwe dide Rojhilat û Başûr. Di nava projên wî de Rojava jî heye.
Xecê Rêdûr derhênerek Rojhilatî ye. Xecê û Bozan li Urmîyê li ser rewşa zarokên kurd û çanda wan kurtefîlmekî dikşînin. Navê fîlmê xwe jî “Zar û Zemar” datînin.
Bi rêya fîlm êşên Kurda û rewşa zarokan bi zimanê Kurdî hatîye qalkirin. Qadroya lîstikvanan piranî zarok in û ew jî li gorî qeweta xwe baş lîstine.
Zar û Zemar fîlmê wan yê ewilî ye, di fîlmên ewilî de helbet kêmasî çêdibin lê ji alîyê dîmen ve pir karekî serkeftî derketîye meydanê. Her kêlî mîna tabloyekê delal dixwîye. Xwezaya welat di fîlm de me heyranî xwe dike.
Ji ber fîlm di rêya festîvalan de ye nikarim pir behsa naveroka fîlm bikim. Lê li gel kêmasîyên xwe kurtefîlmek delal derketîye meydanê. Dema hûn fîlm temaşe bikin hûn ê biçin zaroktîya xwe û ew çanda berê dîsa dê bê ber çavên we.
Heger rexneyek tûj bê kirin ew jî ji bo sehneya dawî ye. Grafîka hatî bikaranîn ji bo encamê pir amator maye. Grafîk nehatiba bikaranîn ji bo fîlm baştir dibû.