Berdevkê YNK: Yekîtî ji bo avakirina hikûmetê komîteyek ava dike

Kurdi

🔴 Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bi serpereştiya Qubad Talebanî komîteyek bo gotûbêjkirinê bi aliyan bo pêkanîna hikûmeta nûh yê Herêma Kurdistanê pêk tîne, Berdevkê YNK dibêje: Yekîtî pirojeyekî xwe heye bo pêkanîna hikûmeta bê.

Seidî Ehmed Pîre berdevkê Yekîtiya Niştimanî ji PUKMEDIA re ragihand ku Yekîtî bo gotûbêjî kirinê bi aliyan re derbarê pêkanîna hikûmeta nûh komîteyek bi serpereştiya endamê mekteba siyasî Qubad Talebanî û endamtiya hejmare endamên mekteba siyasî ava kiriye.

Ji bo avakirina hikûmeta nûh yekîtî pirojeya xwe heye û bi aliyan re li ser gotûbêj dike, û herwiha dê projeyên partiyên din jî hilbijêre.

Avakirina wê komîteyê di demekê de ye ku Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî di civînekê de ligel balyoz û konsulên welatên biyanî ragihandibû: Me heta niha biryar nedaye ku em bi kê re hikûmetê pêk bînin, lê YNK bi dilxwazî dixwaze hikûmeteke xizmetguzarî û saxlem pêk bîne, hikûmeteke ku daxwazên xelkê nîşan bide û ti aliyek nikaribe berjewendî û daxwazên xwe ferz bike(bisepîne).

Pîre amaje bi wê yekê jî kir: Daxwazên gel bernameya me ya xebatê ye û ji bo dabînkirina paşerojeke geş em ê her gavan bavêjin.
Di vê derbarê de, Qubad Talebanî di hevdîtinên xwe yên li gel çend dîplomatên li ser pêkanîna hikûmetê de amaje bi vê yekê dike:Ji bo çareserkirina kêmasiyan û baştir xizmetkirina welatiyan bernameya me heye.

/PukMedia/

İlginizi Çekebilir

Rusya’da federal bütçe 220 milyar ruble açık verdi
Kanada ‘güvenlik riski’ nedeniyle TikTok’u yasakladı

Öne Çıkanlar