Dr. Şivan, ango Sait Kirmizitoprak, bêguman, di sedsala dawî de, yek ji siyasetmedarên girîng ên Kurdan e.
Di sala 1935an de li gundê Civrakê ku girêdayê Nazimiyeya Dersîmê ye, hate dinê. Hîn zarokekî du-sê salî bû, dewleta Tirk li Dersîmê, di salên 1937-38an de, komkujî pêk anîbû û gelek kesên ji malbata Dr. Şivan jî nav de, bi deh hezaran Kurd li Dersîmê bihovane kuştibû.
1941an de bavê Dr. Şivan çûbû ser dilovaniya xwe û ew bêbav mabû. Ji ber ku dibistan li gundê wan dereng hatibû çêkirin, Dr. Şivan encax di sala 1944an de dest bi dibistana serektî kiribû. Piştî dibistana serektî li Balikesira Tirkiyeyê perwerdehiya xwe domandibû. 1955an de li Zaningeha Egeyê dest bi Fakulteya doktoriyê kiribû, piştî du salan derbasê Zaningeha Stenbolê bibû.
Li Stenbolê Dr. Şivan êdî bi siyasetê re eleqedar e. Piştî salên zaningehê dest bi nivîsan dike û gelek nivîsên wî di rojname û kovarên wek Yön, Dicle-Firat, Sosyal Adalet, Milliyet, Forum, Vatanê de hatine çapkirin.
Doza 49an di jiyana Dr. Şivan de ciheke gelek girîng digire, ku Berfenbara 1959an de hikûmeta Adnan Menderes derheqî derdora 50 Kurdan de biryara girtinê dabû û pişt re ev kesan hemû hatibûn desteserkirin û zindanîkirin, ji ber ku 49 neh kes di zindanên Tirkan de bûne loma doza 49an tê gotin. Dr. Şivan jî di nav rewşenbîr, siyasetvan û xwendevanên di çarçoveya doza 49an de hatibûn girtin, cih digirt. 27ê Gulana 1960î de leşkerên Tirkan dijberî Serokwezîrê Tirk Adnan Menderes darbeyeke çêkiribûn û piştî darbeyê bo kesên di zindanan de ne, efû îlan kiribûn; lê girtiyên Kurd derveyî vê efûyê hiştibûn. 1961î de Dr. Şivan ji zindanê derdikeve û di vê navberê de perwerdeya xwe li zaningehê diqedîne û dest bi doktoriyê dike.
Navbera 1965an û 1967an de li İspartaya Tirkiyeyê wek doktor eskerî dike, lê di vê demê de bi siyasetvanê Kurd Sait Elçi re jî tekiliyên wî hene, ku Elçi di jiyana Dr. Şivan a kurt de xwedî cihekî gelek giring e. Dema li İspartayê ye dadgeha Tirk bo doza 49an biryara dawî dide û bo Dr. Şivan û hevalên wî ceza tê dayîn. Loma mafên Dr. Şivan ên fermî, ango wek mafê doktoriyê tê betalkirin û dewleta Tirk wî li İspartayê dixe bin çavderiyê.
Salên di navbera 1965an û 1969an ji bo Dr. Şivan gelek girîng bûn, ku wî di vê navberê de biryarên xwe yên girîng bo meseleyên Kurdan daye. Payîza 1969an de bi komekî hevalên re derbasî başûrê Kurdistanê dibe û bi vê awayê biryara wî ya têkoşîna azadiya Kurdistanê jî dîyar dibe.
Dr. Şivan, wê demê bi Partiya Demokrat a Kurdistanê re dikeve nav têkiliyan, ku serokê wê partiyê Melle Mistefa Barzanî bû û têkoşîna PDKê ya dijî Iraqa dagirker di demeke xurt de bû. Dr. Şivan dixwest ku ji tecrûbeyên PDKê sûd bigire, ji têkiliyên wê yên polîtîk feyde bibîne û herwiha li ser axa dibin kontrola PDKê de bû ji bo têkoşîna plan dikir cih bi dest bixe; bi vê awayê pişt re dixwest li bakurê Kurdistanê wek PDKê dest bi têkoşîna peşmergetiyê bike.
Ji bo vê armancê Dr. Şivan û hevalên wî, di salvegera darvekirina Şêx Seîd de, 29ê Pûşpera 1971î de damezirandina Partiya Demokrat a Kurdistanê a Tirkiyeyê îlan kirin. Armanca partiya wan, serxwebûna Kurdistanê nebû; wan bo Kurdistana di bin dagirkeriya Tirkiyeyê xweserî dixwestin û di vê çarçoveyê de doza mafê ziman, çand û nasnameya Kurdan dikirin.
Partiya Dr. Şivan û hevalên wî, him ji hêla rêxistinî ve, him ji hêla perwerde û qada bicihbûyînî ve, him ji hêla têkiliyan ve, him ji hêla program û armancê ve û taybetî jî bi navê xwe versiyonekî PDKya Melle Mistefa Barzanî bû, ango mirov dikare bibêje ku Dr. Şivan xwestibû şûbeyekî PDKya Barzanî li bakurê Kurdistanê vebike; lê helbet ji hinek aliyan ve taybetî, cudahî û xweseriyê wan jî hebûn.
Beriya her tiştê Dr. Şivan mirovekî sosyalîst bû û polîtîkayên partiya wî yên derheqên kadroyan de taybetî di çarçoveya pîvanên Lenînîst de hatibûn diyarkirin. Lê bêguman ev cudahiyên girîng nedibûn asteng ku Dr. Şivan bi tevgera Barzaniyan re têkiliyan darbixe, heta bi temamî bi tevgera Barzaniyan angaje bibe û herwiha siyasetekî neteweperestî esas bigire. Bîlakîs mirov dikare bibêje ku siyaseta neteweperestî ya Dr. Şivan esas girtibû, nasnameya wî ya sosyalîst li paş hiştibû.
Mixabin, ‘emrê tevger û siyaseta Dr. Şivan dirêj nebû, ku ihtimal bû serê salên 1970ê de bo bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê gelek bandorên mezin derxista holê. Lewra Dr. Şivan û du hevalên wî, piştî îlankirina partiya wan pênc mehan şûn de, Mijdara 1971î de li başûrê Kurdistanê ji aliyê PDKya Melle Mistefa Barzanî ve hatin kuştin. Gorî îddîayan, Dr. Şivan û hevalên wî ji ber kuştina Sait Elçi û hevalên wî hatibûn sûcdarkirin û loma hatibûn kuştin, ku demek berê Elçî û du hevalên jî bi awayekî biguman hatibûn kuştin û gorî PDKya Barzaniyan Dr. Şivan berpirsiyar bû. Ev her du bûyerên Saitan, di dîroka Kurdan a nêz de xwedî cihekî gelek dramatik e û hîn jî derheqî her du bûyeran de tu zelalî tune. Gorî hinek îddîayan jî tiliya îstixbarata Tirkan di nav van bûyeran de heye, ku bêguman encam bi temamî gorî dilê Tirkan bû.
Her du Saitan ji berî ve hevûdu nas dikirin, xwedî têkiliyan bûn, taybetî piştî 1965an gelek caran derheqê nexşerêya têkoşîna azadiya Kurdistanê bi hev re axivî bûn, li ser vê meseleyê danûstendina fikrî pêş xistibûn. Lê di encamê de ji hinek aliyan ve li hev nekiribûn. Sait Elçi û hevalên wî hîn zûtir tevgeriyabûn û sala 1965an de Partiya Demokrat a Kurdistan Tirkiye ava kiribûn. Serokê vê partiyê yê yekem Faik Bucak bû. Bûcak piştî demek kurt rastî êrîşekî çekdarî hatibû, birîndar ketibû û li nexweşxaneya Tirkan bi awayekî biguman miribû. Şûna Bucak, Sait Elçi bibû serokê partiyê. Lê Dr. Şivan nexwestibû tevlî partiya Elçi bibe. Helbet çendî sedem hebûn.
Beriya her tiştê Dr. Şivan û hevalên wî xwedî fikrên sosyalîst bûn, lê Elçi û hevalên wî ji malbatên xwedî ‘eşîr dihatin û loma ji hêla fikir de li ser xeta rastê bûn. Dr. Şivan bêguman têkoşîna çekdarî diparast, lê tu dane tune ku mirov bibêje Elçî û hevalên wî jî li ser heman fikrê bûne, hîn zêdetir mirov dikare bibêje Elçî dijberê têkoşînekî çekdarî bû. Herwiha navbera her du Saitan de, ihtimal e, nakokiya seroktiyê jî hebûye û loma dibe ku li ser meseleyên şexsî jî navbera wan ne baş bûye.
Ligel van tiştan hemûyan, tişta herî balkêş ev e ku partiyên her du Saitan jî, hema hema xwedî heman navê, programê û armancan bûn. (Helbet, wek min bal kişandibû ser, şiklê têkoşînê – çekdarî, an na – cudahiyek mezin e.) Herwiha her du Sait jî bi Melle Mistefa Barzanî re têkildar bûn, her duyan jî navê partiya Barzanî esas girtibûn û wek şûbeya wê, partiyên xwe ava kiribûn; her duyan jî axa başûr bo têkoşîna xwe wek wargeh dişixulandin.
Dema mirov li fikrên Dr. Şivan ên polîtîk binêre, dikare behsa du deman bike.
Kurtasî; navbera 1957an û 1965an de taybetî bi nasnameya xwe ya çepgir û sosyalîst derdikeve pêş û nêzikatiya wî bo meseleyên Kurdan, ji hinek aliyan ve dişibe çepgirên Tirk ên Kemalîst. Gorî Dr. Şivan, pirsgirêka Kurd heye, divê mafê ziman û çanda Kurdan bê qebûlkirin, feodalizm bo çareseriya pirsgirêka Kurd meseleyekî girîng e, Kemalîzm pêşketî ye û têkoşîna dijberî emperyalîzmê daye ûwd…
Lê bo Dr. Şivan piştî 1965an demeke nû û cuda destpê dike. Herçiqasî di hinek nivîsên xwe de hîn jî têkoşîna Kemalîzmê ya rizgarkirina Tirkiyeyê, têkoşînekî dij-emperyalîzmê şîrove dike jî, li aliyê din esasî gorî wî Kemalîzm rejîma komkujiyê bû. Bo wî êdî mileta Kurd û doza wê beriya her tiştê cih digirt û loma nasnameya wî ya neteweperest ji nasnameya wî ya sosyalîst zêdetir derdiket pêş. Gorî wî têkoşîna çekdarî teqez pêwîst bû. Di vê qonaxê de dixwazim hîn berfirehtir behsa fikrên Dr. Şivan yên derheqên hinek meseleyan de bikim.
Dr. Şivan, mirov dikare bibêje bi temamî gorî îdeolojiya neteweperest a klasîk, mileta Kurd bi dirokî dikir, ango wî mileta Kurd di dîrokê de bêpêşî û bêdawî / ezel-ebed dikir. Dr. Şivan, qasî nexşeya di pirtûka wî de cih digire, bi gelemperî sînorên Kurdistanê jî xêz dikir û gorî wî, “Li Kurdistanê mileta Kurd dijî, ku ew milet ji hêla nijad, ziman, dîrok, taybetiyên civakî / aborî ve bi temamî û bêguman ji Tirkan, Eceman û Ereban cuda ye.” Û ev Kurd, “qasî bîra mirovan têdigihêje ewqasî ji demên kevn vir de”, “wek civakekî zindî, biîstîqrar, otokton, xwedî heman ziman û taybetiyên netewî” “jiyane û hîn jî dijîn” (2014:27-28).
Dr. Şivan, “agirê çiraya neteweperestiya Kurd” bi deste Ehmedê Xanî pêdixist û bi vê awayê bo neteweperestiye Kurd xweseriyekî taybet a beriya demên modern diafirand (2014:46-58). Gorî wî, Kurd, wekî gelek miletên din ê li ser rûyê dinê, mileteke “mazlûm û dîlgirtî” an jî “dîlgirtî û di bin mêtingêriyê de” ye; herwiha, qasî di dîroka mêtingêriyê ya netewan de hatiye dîtin, asimilasyona herî zalim, herî biînat û herî barbar li Kurdistanê di meriyetê de ye (2014:82-83). Dr. Şivan, têkoşîna xwe wek “Şoreşa Netewî ya Kurd” bi nav dikir û wê wiha tarîf dikir:
“Şoreşa Netewî ya Kurd, bi temamî ji parastina nefsa netewî ya Kurdistanê der tê, bi temamî xwedî kokên dîrokî yên meşru û mecbûrî ye, bingeha wê li ser komên mezin ên gundiyan tê avakirin, xwedî karakterekî netewî û demokratîk e.”
Dr. Şivan, li ser şoreş û tevgerên rizgariya netewan ên çendîn deverên dinê, taybetî jî yên li Asyayê lêkolîn kiribû. Yek ji encamên bi dest xistibû wiha bû, ku ev encam taybetiya têkoşîna wî ya li Kurdistanê dixwest pêş bixe jî radixist ber çavan:
“Fikr û xwestekên neteweperest, di şerê rizgariya netewî ya van welatan de [welatên Asyayê de], ku ev şer taybetî di demên dirêj de li ser hîmê komên gundiyan pêşkitine, bi doktrînên civak-şoreşgeriyê gorî şert û mercên taybet yên van welatan pêk hatine.” (2014:78) Ango Dr. Şivan, mînak wek şerê li Vîetnamê, lê li gor şert û mercên taybet ên Kurdistanê, dixwest dest bi şerê peşmergetiyê bike.
Dr. Şivan, li ser xeta Melle Mistefa Barzanî diçû, lê herçiqasî sosyalîst bû jî wî Barzanî û partiya wî wek kevneşoper / paşverû nedihesiband; bîlakîs Barzanî û têkoşîna wî di asta serokên şoreşgeran û tevgerên netewî yên rizgariyê de qebûl dikir (2014:14-18). “Melle, medrese an jî feqî û herwiha ferden ‘eşîran ên di “Şoreşa Kurdistana Iraqê” de derketibûn pêş, taybetî bala Dr. Şivan dikişandin. Gorî wî, ji ber fedekarî û baweriyên xwe bo doza netewî feqî û melle, kesên herî taybet û rêberên herî paxrewan / cesûr ên “Şoreşa Kurdistanê” bûn (2014:273).
Dr. Şivan, di têkoşîna pêşxistina neteweperestiya Kurd de rolên girîng dida ‘eşîran û saziyên olî; loma ew bi vê nêrîna xwe dibû yek ji kesên ewil, ku xwedî vê fikrê ne. Lewra taybetî di salên 1960î û 1970ê de gelek rewşenbîr, siyasetvan û rêxistinên Kurd cuda difikirîn û gorî wan ‘eşirtî û saziyên olî li ber têkoşîna Kurdan a netewî asteng in. Lê Dr. Şivan wisa nedifikirî û vê ezberê ji holê radikir. Gorî wî, kesên wek Şêx Mehmûd Berzencî, Şêx Ehmed Barzanî, Şêx Seîd, Seyyîd Riza, “aliyê olî yên tarîqat û medreseyên xwe tevlî neteweperestiya Kurd kirine / di nav doza Kurdan de bi cih kirine, bi vê awayê jî dijberê asimilasyona xericî, zorderî û mêtingêriya miletên din bûne serokên serhildanên gel ên Kurdan.” (2014:61)
Lê helbet li aliyê din Dr. Şivan “hal û hareketên hinek oldarên mezin” jî nedi‘eciband. Gorî wî hinek oldarên mezin tevlî tahrîkên derveyî bûne; di şer û pevçûnan de, ku ji cuhadiyên navbera dîn, mezheb û terîqetan pêk hatine, xwedî rolên girîng bûne; û loma bûne asteng ku tevgerên Kurd ên netewî nikaribûne potansiyala netewî bi temamî bi rê ve bibin (2014:59).
Dr. Şivan, Kemalîzm û neteweperestiya Kurd di teraziya “pêşketin û paşverûyî” de miqayese dikir. Dr. Şivan digot ku qasî tê îddîakirin, kadroyên Kemalîst ewqasî “pêşketî û gelparêz” nîn in; lê li hemberê vê neteweperestiya Kurd a di bin rêbertîya şexsiyetên oldar de, pêşketî bû. Loma neteweperestiya Kurd di vê çarçoveyê de pênase dikir û loma pêşketî dihesiband:
Neteweperestiya Kurd, “demokratîk û pêşketî ye, li ser hîmê rewa û mafê mirovan ên miletên mazlûm ava dibe, ku ew milet, ji hêla dewlemendiya welatên xwe û nirxên xwe ên çandî, hunerî, civakî ûwd de di bin mêtingerî û dagirkeriyê de ne.” (2014:67)
Dr. Şivan ji malbateke Dersîmî ya Qizilbaş / Alevî dihat. Gorî wî, komkujiya Dersîmê di dîroka tevgerên Kurd de, “bêguman ya herî zêde xwîn rijiya bû û lê ya herî zêde dihat zanîn bû.” Dr. Şivan, Mistefa Kemalê serokê ewil ê Tirkiyeyê rasterast ji komkujiyê berpirsiyar didît, ku Mistefa Kemal bo Dersîmê gotibû “kunêra mezin” a divê ji kokê ve bê jêkirin. Dr. Şivan derheqê komkujiya Dersîmê de wiha digot: “Îfadeya herî zelal û cewher a siyaseta Tirkîkirinê ye, ku ev siyaseta bi salan in ji aliyê faşîzma Tirk a nijadperest ve tê meşandin, dij-mirovahiyê ye.” Dr. Şivan, bûyerên li Dersîmê qewimîbûn wek “jenosîd” pênase kiribû û loma bi vê helwesta xwe jî dibû yek ji wan mirovên ewil ên bûyerên Dersîmê rasterast “jenosîd / komkujî” bi nav dikirin (2014:95-106).
Kurtûkurtasî; nêrîn û fikrên Dr. Şivan ên derheqê têkoşîna azadiya netewa Kurd de wiha bûn û eger bijiya / nehata kuştin, îhtimal hebû ku bandora PKKê salên şûn de ni nav mileta Kurd de afirand bû, wî hîn 10 salan berê biafiranda.
Podcast
https://www.youtube.com/watch?v=mUOVf0CrnBs
Çavkanî
Arik, Selahattin Ali (2015). Dr. Şivan / Sait Kırmızıtoprak. İstanbul: İsmail Beşikçi Vakfı Yayınları
Dr. Şivan (2014). Kürt Millet Hareketleri ve Irak’ta Kürdistan İhtilali. İstanbul: El Yayınları
Fırat, Nuri (2020). Bitlisî’nin ‘Mezhep Savaşı’: Bedirxan, Dr. Şivan, Öcalan. https://www.kurdarastirmalari.com/yazi-detay-oku-81
Şur, Tuncay (2018). Sait Kırmızıtoprak (Dr. Şivan): İntrospektif Bir Düşünür ve Aksiyon İnsanı. Yalçın Çakmak, Tuncay Şur (Der.), Kürt Tarihi ve Siyasetinden Portreler içinde. İstanbul: İletişim Yayınları