PYDê derbarê daxuyaniya Ehmed Şer’î ya gotibû, Kurd parek in ji welatê me û hevawayê me bi gelek steman re rû bi rû mane, Kurd dê bibin pareke sereke ji Sûriyeya paşerojê û li gor yasayê dê mafê xwe werbigrin, erênî girte dest û ji bo avakirina Sûriyeke nû banga agirbestê û diyalogeke rasterast kirin.
Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), derbarê daxuyaniya Fermandarê Pêvajoyên Leşkerî yên Sûriyê Ehmed Şer’î daxuyaniyek belav kir.
Hevserokatiya PYDê da diyar kirin ku ew daxuyaniya Şer’î ya ku dibêje, “Kurd parekin ji welatê me û Kurd dê bibin pareke sereke ji Sûriyeya paşerojê û li gor yasayê dê mafê xwe werbigrin.” erênî dibînin.
Her wiha Hevserokatiya PYDê, ji bo wergirtina mafên Kurdan li Sûriyê wiha pê de çû: Kurd ji polîtîkayên înkar û biçûkxistinê ya rejîma Baas zirar dîtine û êdî dem hatiye, Kurd bibin hevparê avakirina Sûriyeyê û garantîkirina mafên xwe.
Hevserokatiya PYDê, ji bo li Sûriyê aramî û aştiyek mayînde ava bibe, banga agirbesteke giştî ya li tevahî Sûriyê kir û da zanîn, “Divê diyalogekeke rasterast bi pêkhateya Kurd re hebe da ku nexşerêyeke hevbeş gotûbêj bikin. Ji bo pêkanîna vê yekê, em berî her tiştî daxwaz dikin, agirbestek li hemû herêmên Sûriyê were ragihandin, êrîşên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bên rawestandin û civîneke niştimanî ya Sûriyê ku hemû pêkhateyan tê de beşdar bibin, ji bo pêşxistina hevpeymaniyeke hevbeş were lidarxistin.”
*
PYD Eşbaşkanlığı, “Heyet Tehrir El Şam Komutanı Ehmed El Şeri’nin Kürtler ve Kürt davasına ilişkin ‘Kürtler Suriye’nin parçasıdır, Suriye’nin ortağıdır’ dediği açıklamasını dikkatle takip ettik. İşgal altındaki Efrîn’deki mültecilerin evlerine dönmesi konusunda Demokratik Birlik Partisi olarak bu açıklamaları olumlu ve yapıcı buluyoruz” dedi.
ANF’nin haberine göre Baas rejiminin inkar ve aşağılama politikasından Kürtlerin mağdur olduğu vurgulanan PYD açıklamasında şunlar belirtildi:
“Artık Kürtlerin Suriye’nin inşasına ortak olma ve haklarını güvence altına alma zamanıdır. Devrim sırasında Kürtler güvenliğin kaynağı, Suriye topraklarının birliği ve Suriye’nin sosyal ve kültürel dokusunu koruyan temel güç haline geldi.
Yeni bir Suriye’nin yaratılması için Kürtlerin bu geçiş aşamasına katılımının önemine dikkat çekiyoruz. Bunun için Kürtlerle doğrudan diyalog kurulması ve ortak planın tartışılması gerekiyor. Kuzey ve Doğu Suriye bölgelerine yönelik saldırılara karşı eylem planının belirlenmesi için tüm tarafların katıldığı bir Suriye ulusal toplantısı düzenlenmesi gerekiyor.”
/channel 8-anf/