Di van çend mehên dawîn de rojeva Kurdan di navbera hin gotinan yan jî bi hêvî-gotinên sergirtî de diçe û tê. Li gorî sîyaset û medyaya tirkî, hêzên Kurd wê teslîm bibin û ji d’ew û doza xwe werine xwarê. Li gorî medya û berdevkên nêzî hêzên Kurdan jî, Kurd dixwazin aştiyeke mayînde û hezar-salî ava bikin. Ji ber ku her du alî sîyasetê dimeşînin û mirov nikare li ser bawerî û bêbawerîyê bifikire.
Lê hinek rastî jî hene ku sîyaset û konjoktureke mezintir in. Mînak, em dikarin li ser 21ê Sibatê “Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê” bisekinin û rewşa Kurdan di nava hûrgilîyên vê rojê de bibînin. Ne tenê rewşa Kurdan, her wisa rewşa sîyasetmedar û binhişîya sîyaseta Kurd û Tirkan jî bibînin.
Ji destpêka komara Kemalîst vir de Tirkan berî her tiştî dest dane ser ziman û hişmendiya civakê, hest û mijûlîyên bî kurdî. Piştî ku qanûna bi navê “Tewhîd-î Tedrîsad” û gelekên din derxistin, jîyana çand, huner, fikirîna bi kurdî li Kurdan qedexe kirin. Li ser van qedexeyan ji xwe re bazareke mêtingeriyê ava kirin û Kurd ji dîrok û bîra miletî dûr xistin û wisa bêxwedî hîştin. Di nava zeman da wekî zêhniyet Kurdên xwe çêkirin, partî û şexsîyetên nêzîkî xwe xwedî kirin û akademî û ronakbîrên nîv-Kurd jî teşwîq kirin. Helbet dewleta Tirk li dijî Kurdan şerên leşkerî jî bênavber meşandin. Lê şerên herî mezin û bênavber li ser ziman û çanda Kurdistanîyan hate meşandin. Dewletê di nava demê de şerê leşkerîyê xist bin xizmeta asîmîlasyonê û polîtîkayên xwe hemî li derdora nasnameya Kurdbûnê ji nû ve organîze kir.
Îro raya her du aliyan behsa lihevhatinê û rêbazên demokratîk dikin. Helbet ji “Çok Partili Hayat”ê (Jîyana Pir-Hizbî) vir de dewlet gava dixwaze berê xwe dide Kurdan û behsa “biratîyeke li ser lingan” dike, lê reng û mêjîyê wê hê jî”serhişk” e. Rê dide Kurd dibin wekîl, şaredar, wezîr heta namzedên serokkomarîyê. Lê hêrs û tirsa xwe ya li dijî zimanê kurdî ne kêm dike ne jî ‘eyb dike. Dewleta ku di heftê salîya xwe de teze karibû li derveyî sîstema xwe herfên “x,q,w” layîqî Kurdan dît, di sed salîya xwe de bi zor û zehmet teze rê da TV’yeke di bin kontrola xwe de. Lê Komara Tirkiyeyê sed salîya xwe li dijî “bilinmeyen dil” (zimanê nayê zanîn) yanî li dijî “miletê nayê zanîn” pîroz dike. Lê çi sosret e ku ev dewlet gava dikeve tengasîyan ji xewê hişyar dibe û xwedîyê “bilinmeyen dil” wek destebirak nîşand dide.
Gelo dewleta ku dikare şer bide rawestandin, qaşo biratîya îman û dîrokê jî nû ve tenzîm dike, çima û çawa nikare astengîyên li pêşîya zimanê kurdî rake.
Helbet hemî Kurd dizanin mesele ne meseleya îman û axiretê ye. Mesele serdestî û piçûkdîtina kurdan e.
21ê Sibatê di Roja Zimanê Zikmakî yê Cîhanê de wê dîsa rayedarên Tirkan behsa pîrozîya mafê zimanan bikin û xwe wek berpirsyarên zimanên “Turk Dunyasi” (Cîhana Tirk) bibînin. Wê ji Berlînê re notaya mafê zimanê zikmakî bişinîn û li Bulxaristanê jî li pey zimanê mektebên Tirkî bikevin.
Li heman rojê sîyatmedarên Kurd wê çend gotinên bi kurdî wekî sembolîk li parlemena Tirkan bikin û hemû gotinên wan wê bibin “bilinmeyen dil” (zimanê nayê zanîn).
Hasîlê kelam di sed salan de, sed hezar kuştî, bi milyonan koçberî û sirgûnî, em hîna li cem wan “bilinmeyen” (nayên naskirin) in. Ew jî hîna “bira û hêzên demokrasîyê” ne. Ew hêzên demokrasîyê ku li xwe nagirin çend gotinan bi kurdî hîn bibin.
Piştî ewqas êş, wê bîlançoyê difikirim, “Roja Zimanê Zikmakî yê Cîhanê” wê li kî pîroz be gelo?
Caran wisa bawer dikim ku xêncî qurneya kalik û pîrên me kes vê rojê heq nake. Lê belê ji Xanî heta Evdalê Zeynikê, Celadet Bedirxan, Cegerxwîn û Eyşe Şanê her kesên zimanê kurdî kirine nava jîyana xwe ew hevparên zimanê kurdî û hebûna kurdî ne. Û hemû kalik û pîrên Kurdistanê û zarokên di zikê dîya xwe de, roja ziman û hebûnê, Roja Zimanê Zikmakî yê Cîhanê li we tevan pîroz be…