Nuri Fırat: Hz. Mihemmed Kurd, Tirk, An Ereb bû? 

Kurdi

Ji aliyê bawermendê wî ve tê qebûlkirin ku ji bo ola Îslamê li ser rûyê dinê belav û bi hiqum bibe xweda wekî pêximberê dawî Hz. Mihemmed şandibû. Lê gelo Hz. Mihemmed Kurd bû, an Tirk bû an jî Ereb bû?

Mirov ji kîjan aliyê ve dinêre bila binêre dibîne ku ev pirsekî gelek spekulatîf e û bo vê pirsê hinek caran neteweperestên Ereb, Tirk û Kurd bûne xwedî bersivên ‘ecêb. Ligel vê divê teqez bi bîr bînim ku ev pirs û bersiva wê herî zêde di nav vegotina dîroka nijadperest a Tirkan de cih girtiye. 

Helbet pêximberiya olekê ku bi sed mîlyonan mirov pê bawer dikin, bi tena serê xwe tiştekî mezin e û loma him ji aliyê ûhrevî him jî ji aliyê dinyevî ve Hz. Mihemmed xwedî cihekî bê nîqaş e û ev rastiyekî ye. Girîngî û qîmetdayîna ji ber baweriyê bo Hz. Mihemmed tê nişandan tiştekî nû nîne; ji dema dest bi pêximberiyê kiriye heya roja îro ev girîngî û qîmetdayîn her çûye zêde bûye. Lê di demên modern de hîn eleqedariyên cuda bo Hz. Mihemmed derketine holê. 

Beriya her tiştê, wekî miletên din ên Misilman, xwedîderketin û pêşwazîkiran Ereban wek rêberekî olî bo Hz. Mihemmed gelek normal e. Lê ligel vê, xwedîderketina Ereban wek rêberekî olî yê Ereb bo Hz. Mihemmed, mefhûmeke cuda ye û mirov dikare vê tiştê di çarçoveya têgeha “netewe”yê ya hatiye dîrokîkirin de binirxîne û ev rewş jî bi demên modern ve têkildar e. Loma di vir de divê teqez meseleya neteweperestiyê were dîtin û guftoguhkirin. 

Hz. Mihemmed di nav vegotin û nivîsariya dîroka Ereban a neteweperest de xwedî cihekî taybet e. Lewra, ligel cihê xwe yê ûhrevî û manevî, wî li aliyê din wekî neteweke bo Ereban jî cihekî dîrokî afirandiye. Wek êdî gelemperî tê qebûlkirin ku di îdeolojiya neteweperestiyê de, bo afirandina neteweke, dîrok û lehengên dîrokî xwedî cihên taybet in. Di vê rewşê de helbet di afirandin û jinûve avakirina neteweperestiya Ereb de cihê Hz. Mihemmed gelek zelal e. Loma ji ber Ereb e girîngiya Hz. Mihemmed ligel neteweperestên Ereban bêguman e. Lê ev tişt gelek ‘ecêb e ku miletên Misilman in lê ne Ereb in di vegotin û nivîsariya dîroka xwe ya neteweperest de cih didin Hz. Mihemmed. Hz. Mihemmed di vegotina netewperest a hinek miletên ne Ereb de, tenê ne pêximber herwiha wekî perçeyekî ji vê miletê jî cih girtiye. Ev tişt rastî jî qewimiye û hîn jî diqewime. Mînaka vê rewşê ya herî balkêş jî neteweperestiya Tirk e. 

Taybetî piştî salên 1930yan li Tirkiyeyê Teza Dîrokê ya Tirk/an û bi vê re jî gelek gotin û siyasetekî absurd kete meriyetê. Bi telîmat û rêberiya Mistefa Kemal, di gelek civînan / konferansan, kovaran, rojnameyan, pirtûkan û qadên siyasetê de hate gotin û belavkirin ku Tirkan şaristaniyê ava kirine, dîrok bi Tirkan destpê kiriye, hemû mirov ji nijada Tirkan hatine afirandin, bingeha hemû zimanan Tirkî ye û gelek direw û boblatên din… Bi vê awayê nijadperestên Tirk îdîa û propaganda kirin ku ji Asyayê heya Ewrûpayê hemû şaristanî û dewletên di dîrokê de xwedî cihên girîng bûne Tirk bûne. Gorî wan Sûmer, Misira kevn, Hîtît, Asûrî, Grek, Roma dewlet û şaristaniyên Tirk bûn; Hamûrabî, Gilgamêş, Kîbele, Tutankamon û Fîravûnên din, Hz. Îbrahîm, Cengîz Xan û heta Aşîl û Sezar û Kleopatra jî Tirk bûn. Di vê rewşê de helbet Hz. Mihemmed jî dibe Tirk! Ewqasî kes bûn çima ew nebe! Di çarçoveya Teza Dîrokê ya Tirk/an de hîç hewce nebû ku ev bê nîqaşkirin; wekî hemû kesên dîrokê guhertine û loma şexsiyetên dîrokî têne qebûlkirin helbet Hz. Mihemmed jî dibû Tirk!

Lê di vir de pirsgirêkekî hebû. Lewra Teza Dîrokê ya Tirk/an, di salên 1930yan de gorî îdeolojiya Kemalîst a laîk dihat avakirin û ev îdeolojî, rastî bo hinek merheleyên dîroka Tirkan ketûm tevdigeriya û derîgirtî bû. Piştî Împaratoriya Osmaniyan belav bû komara Tirkiyeyê bi rêberiya Mistefa Kemal hate avakirin û Mistefa Kemal dema wekî mileteke Tirkan ji nû ve  dîrokî kiribû û afirandibû, taybetî ji merheleya Osmanîyan dûr sekinîbû, heya ji destên wî hatibû xwestibû ku vê merheleyê li ber çavan winda bike. Mistefa Kemal û kâtibên wî / qelemşorên wî hîn zêdetir xwestibûn ku bi merheleyên dîrokî yên beriya Osmaniyan re mijûl bibin, loma piranî giranî dabûn merheleya diroka Tirkan a Asyaya navîn. Ji ber hinek sedeman wiha tevdigeriyan. 

Hîn çend salan berê, hîn demek nêz de Împaratoriya Osmaniyan hilweşiyabû û belav bibû, ku ev împaratorî çend sedsalan li ser gelek dewerên cihanê hikum kiribû. Beriya herî tiştan ev travmayeke mezin bû û loma dema Mistefa Kemal û hevalên wî xwestibûn mileteke nû biafirînin û di dîrokê de bi cih bikin, ev travma ne baş bû, nedibû amûreke kêrhatî. Hewcedariya Mistefa Kemal bi paşerojeke hilweşiyayî û hîn toz û gemariya wê belav nebûye û bêhna Tirkan diçikîne tune bû, ku ev paşeroja tenê çend salan berê qewimîbû herwiha hîkayeta Mistefa Kemal bixwe bû. Li cihê vê travmayê, hevcedariya Mistefa Kemal bi dîrokeke guregur, bi destan û hîkayetên bêhempa hebû. Loma berê xwe dabû demên herî kevn, ku piranî rastiyê de demên wiha hîç tune bûn. Le ne xem bû; wekî carek katibekî wî gotibû, Mistefa Kemal, ji ber ku neteweke nû biafirîne bi direwan jî dikaribû dîrokê ji nû ve binivîsîne. Lewra afirandina mileteke nû encax bi nivîsandina dîrokeke nû mimkûn bû. 

Bo vê mijarê xaleke din jî wiha bû: Aliyeke Împaratoriyan Osmaniyan a olî hebû, lewra siltanê Osmanî di heman demê de xelîfeyê ola Îslamê bû. Lê dewleta ji aliyê Mistefa Kemal ve nû hatibû avakirin laîk bû, ango prensîbên derolî esas digirt, loma saziya xelîfetiyê hatibû betalkirin û rakirin, herwiha şûna alfabeta Erebî ya Latînî hatibû qebûlkirin. Mistefa Kemal ji aliyek ve hemû dinê Tirk îlan kiribû, lê wek îroniyeke, ji aliyê din ve berê xwe dida şaristaniya rojavayî û armanca xwe wek gihiştina asta şaristaniya mûasir, ango demsalê nîşan dida. Loma nirxên şaristaniya rojavayî qaşo wek pîvan qebûl dikir û dixwest dewleta nû avakiriye û mileta nû diafirîne bibe perçeyeke şaristaniya rojavayî. Ji ber vê armancê û siyasetê Mistefa Kemal hewldida ku Îslam jî wekî dîroka Osmaniyan tune bihesibîne û neyê dîtin, li paş perdeyê bimîne. Her çiqasî wekî hemû şaristanî û dîrokê Îslam jî gorî Teza Dîrokê ya Tirk/an dibû malê Tirkan, lê dîsa nedixwestin zêde bê ditîn, wekî mirovê cizzamê serê wî dipêçandin. 

Mistefa Kemal û hevalên wî wiha li pey dîrokeke nû bûn û ji ber ku mileteke nû biafirînin hewldidan jê re bingehên dîrokî çêbikin. Di vê çarcoveyê de lehengên nû, şaristaniyên nû, dewletên nû, arteşên nû, efsaneyên nû, kevneşopiyên nû felan bêvan, ku di rastiyê de qêt yek jî rast nebûn, dinivîsandin û di resmîyetê de ferz dikirin. Ev hewldanên wan ji aliyêk ve paşeroja Osmanî û Îslamê li paş çavan dihişt, lê rastî li aliyê din bi temamî wiha jî nebû. Mesela ji bo dîrokeke nû kevneşopiya şamanî ya qaşo aîdê Tirkên hazaran salan berê bûye ji nû ve kifş kiribûn û wek tişteke pîroz derdixistin pêş. Lê herçiqasî qasî vê kevneşopiyê nebe jî, Hz. Mihemmed û hemû pêximberên din jî Tirk hatibûn îlankirin û dixwestin ev jî bê qebûlkirin. Loma di civînên bo Teza Dîrokê ya Tirk/an de li ser vê meseleyê jî hatibû axaftin. Şûn de nivîs û pirtûkên îdîaya Tirkbûyîna Hz. Mihemmed dihewandin hatibûn çapkirin û belavkirin. Wekî min bal kişandibû ser, ev hewldanên wiha, ji aliyek ve bi propagandaya bo Tirkbûyîna hemû dinê re têkildar in. Lê armanceke wan ya din jî hebû. Dixwestin mileta Tirk, ku ligel hemû hewldanên wan ên laîkbûyînê dîsa jî di Misilmantiyê de bi israr bû, bi propandayên wan kanî bibin, loma rol didan meseleya Hz. Mihemmed. Her çiqasî tu carî eşkera neanîne ziman jî, armanceke wan wiha jî hebû: Mileta mileta Tirk ên Misilman şûna li pey doza ummetê diçe bila li pey Hz. Mihemmedê Tirk biçe, ev baştir e! Loma mesela Yusuf Kemal Kutluatayê ji leşkeriyê teqawût bibû di kitêba xwe ya di sala 1954an de çap kiribû, digot, Hz. Mihemmed ji esil ve jî ji şîr ve jî bi temamî dahiyekî / zanyarekî Tirk e. Wiha dixwestin ev propaganda bi kêr were. 

Rastî, ligel savsatayên Mistefa Kemal û hevalên wî yên din, direwên wan yên derheqê Tirkbûna Hz. Mihemmed hîn bêbandortir bûn û wiha jî mabû. Çawa kes bi direwên wan ên derheqê Tirkbûna Gilgamêşê Sûmerî, Fîravûnê Misirî, Hamûrabiyê Asurî û Sezarê Romayî nexapiyabû û loma wan bixwe tenê govend girêdabûn û lîstibûn û bi direwên xwe şabibûn, heman tişt bo Tirkbûna Hz. Mihemmed jî derbasdar bû, tu kes bi vê kanî nebû. 

Lê eger em îro vegerin û paş xwe binêrin, rastiyeke din jî em ê bibinin, ku ev jî derheqê têkiliya neteweperestiya Tirkan û ola Îslamê de ye, ango hewldanên Îslamê dike perçeyeke neteweperestiya Tirkan de ye. Neteweperestiya Tirkan a muhafazakar, misyona ji aliyê Mistefa Kemal ve bo netewa Tirk hatiye dîyarkirin red nake û lê xwedî derdikeve; li aliyê din qasî vê qîmet dide Hz. Mihemmed û ola Îslamê jî. Ev cûreya neteweperestiya Tirkan, rastî bi Tirkbûna Hz. Mihemmed re mijûl nabe, yên hebin jî ne zêde ber çavan in. Ev neteweperestiya Tirkan herwiha qîmeteke taybet dide dîroka Osmaniyan a qaşo bêhempa û şan û şîn û di vê çarçoveyê de roleke mezin dide xelîfetiya Osmaniyan, ku gorî wan xelîfetî nîşaneya rêberiya Tirkan a bo Îslamê ye; vê propagandayê tim û tim derdixin pêş. Ev cûreya neteweperestiya Tirkan, rastî ji aliyê gelek Tirkan ve tê parastin. Û her çiqasî Hz. Mihemmed Tirk nayê îlankirin jî, rasterast ola Îslamê di nav vê neteweperestiyê de tê bicihkirin, ango Tirkbûn û Misilmantî hema hema di heman wateyê de têne bikaranîn. Wekî ji siyaseta AKPyê hêsanî tê fehmkirin, ku AKP serkêşiya vê cûreya neteweperestiya Tirkan dike, Tirk Misilman e, Misilman jî Tirk e. Cewhera nasmaneya Tirkbûyênê wiha nîşan didin. Kurtûkurtasî, mirov dikare bibêje ku, bi vê awayê jî Hz. Mihemmed û ola wî dikin Tirk.

Piştî mesela Tirkan û Hz. Mihemmed, dixwazim êja hinek bal bikişînim ser Kurdan… 

Rastî, vegotina neteweperestiya Kurdan de tişta Tirkan aniye serê Hz. Mihemmed rasterast cih nagire. Ligel vê helbet neteweperestiya Kurdan jî dîrokbêj e / ango her tiştê dîrokî dike. Lê dema behsa tiştên dîrokê dike an jî bixwaze tişteke bo netewa Kurd dîrokî bike, mesela wekî Tirkan tiştên aîdê çanda Erebên Semîtîk nahewîne an jî nadize û îdîa nake ku ev aîdê Kurdan e. Lê di asta marjînal de jî, mirov dibîne ku, carna hinek neteweperestên Kurd, rasterast na, lê li ser hîkayeta pêximberên din Hz. Mihemmed tevlî vegotina dîrokî ya xwe dikin. 

Di vê meseleyê de kesî herî zêde derdikeve pêş Hz. Îbrahîm e. Tê gotin ku Hz. Îbrahîm ji Rihayê bûye û ji ber zordariya qralê wê demê Nemrûd neçar maye û loma çûye axa Filîstîna îro. Gorî vegotina Cihûtiyê û Îslamîyetê Hz. Îbrahîm semîtîk e. Lê gorî hinek neteweperwerên Kurd, Hz. Îbrahîm Kurdekî ji Rihayê ye. Helbet ev vegotin, ji bo dîrokkirina / qedîmtiya netewa Kurd kêrhatî ye. Ligel vê mirov bi hêsanî nikare rastiyê bibêje. Lewra, wekî hemû xwendin û nivîsandinên li ser dîrokê yên gorî şert û hewcedariyên îro, îdîakirina Kurdbûna Hz. Îbrahîm jî bi hewcedariya dîrokê ya bo afirandina nasnameyekî netewî re têkildar e. Ango kesên xwedî îdîayên wisa dixwazin ku bi şexsiyetên wiha nasnameya netewa xwe dîrokî / kevnare bikin. 

Hinek caran tê dîtin ku vegotina derheqê Hz. Îbrahîm rasterast bi Hz. Mihemmed jî tê pêşkeskirin. Di vê xalê de eşîra Hz. Mihemmed Kûreyşan derdikeve pêş. Tê îdîakirin ku, Hz. Îbrahîm Kurdekî ji eşîra Kûreyşanan bû û loma Hz. Mihemmed jî Kurdekî ye. Helbet dîyarkirin û zelalkirina bingeh û çavkaniya vê îdîayê zehmet e. Lê li ser vê mijarê kesekî bala mirov dikişine, ku qasî min heya niha karibû diyar bikim, wek nivîsî cara ewil vî zilamê vê îdîayê qeyd kiriye. Kesî ez behsa wî dikim, Kurdîzade Ehmed Ramîz e. Ramîz, di sala 1911an de nivîsiye ku, “di hinek pirtûkên dîrokî de navê pêximber Îbrahîm wek ‘Îbrahîm bîn Azeru’l Kurdî” derbas dibe, eslê eşîra Kureyşan Kurd e, loma pêximber Muhemmed ê ji vê eşîrê ye jî Kurd e.”

Îdîaya Ehmed Ramîz wiha ye û ev îdîa îro jî ji aliyê hinek neteweperestên Kurdan ve tê parastin. Nirxandina lêkolînerê Kurd Malmîsanij a derheqê vê meseleyê de, armanca vê vegotinê û îdîayên wiha zelal dike: 

“Bi îdîaya Kurdbûna pêximberê Îslamê, Kurdeyatî ji aliyê amûreke pîroz ve tê hêzkirin û loma bi vê awayê ola Îslamê jî bi saya Kurdan derketiye holê.” (Malmîsanij 2020:20-21) 

Li derveyên van îdîa û vegotinan, di nav Kurdan de têkildariyeke din bi Hz. Mihemmed re heye û mirov dikare bibêje ku ev hîn dîtbar e û xuya ye. Wek mirov di Şerefnameya Şerefxanê Bêdlîsî ya sedsala 16an de hatiye nivîsandin de jî dikare bibîne, gelek mîr û kesên di nav Kurdan de navdar in eslê xwe bi Ereban eşkera kirine, ku helbet gotine eslê wan digihije malbata an jî nijada Hz. Mihemmed an jî kesên derdorê Hz. Mihemmed… Eger şêxên Kurdan tenê wiha tevbigeriyana, mirov dikaribû normal bidîta. Lê mesela balkêş e ku Malbata Bedirxaniyan jî eslê xwe bi Hz. Mihemmed pênase kirine û îdîakirine ku ew ji malbata Halid bin Welid hatine, ku Bedirxaniyan li Mîrektiya Botanê ya dema xwe de gelek bi hêz bû, hukim kiribûn. Helbet dema mîr, şêx, serokên eşîran û navdarên Kurd eslê xwe bi Ereban eşkera kirine û belkî hinek hîn jî wiha dikin, ew jî dîrokê gorî hewcedariyên rojê ditewînin, ango ji nû ve dinivîsînin û dixwazin bi vê awayê bingeha kesayetî û nasnameya xwe xurt bikin. Di vê rewşê de, bingeha Kurdî û Kurdbûnê na, bingeh û têkiliya dîrokî ya Erebî û Îslamî hîn watedar û qîmettir tê hesibandin. Helbet hewldanên wiha bi hêz, siyaset û çanda demê ya serdest re têkildar in. Herwiha ji bo hêzkirin û xurtkirina nav, post û hukmê xwe jî gelek kes tiştên wiha dikin. Eger tu ji malbateke dîrokî, navdar û bihukim hatibî an jî eslê te ji qral an jî pêximberekî hatibe cih û navê te jî din av civakê de dê were qebûlkirin û hezkirin. Wiha dihesibînin. 

Kurtûkurtasi; girîngiya derheqê eslê Hz. Mihemmed a di vegotinên neteweperestiyên Ereban, Tirkan û Kurdan de tê xuyakirin, bêguman bi xwendin, şîrovekirin û nivîsandina dîrokê ya îroyîn re têkildar e, ango dîrok gorî hewcedariyên roja îro ji nû ve tê nivîsandin. Loma dîrok, amûra herî girîng a doza neteweperestiyê ye. Lê heman demê de panîya Aşil, ango cihê herî lewaz a neteweperestiyê jî dîsa dîrok e. Ez dibêjim vê rastiyê tu car ji bîr nekin… 

Bo Podcastê 

https://www.youtube.com/watch?v=uOOWZhVjD7A 

Çavkanî

Beşikçi, İsmail (1986). Türk Tarih Tezi ve Kürt Sorunu. Stockholm: Dengê Komal

Malmîsanij, M. (2020). 1925’ten Önce Ayrılma Taraftarı Kürt Örgütleri. İstanbul: Vate Yayınları

Türk Tarih Tezi https://www.youtube.com/watch?v=EikG_F_4DWc&list=PLD9P5GvkAA8CnQETsSGIB65LGMAwpHMG3&index=14 

İlginizi Çekebilir

Hakan Tahmaz: Süreç, Suriye ve ana muhalefet
İHD: Gazi ve Ümraniye Katliamları’na zaman aşımı uygulanamaz

Öne Çıkanlar