“Şêx Silê bi dengbêjiya xwe,
Evdal bi xwedayê xwe difire.”
Du ruhê hunermendan hene: yek eslî ye, yek mûcîzewî ye. Yê eslî mixatabê jiyanê ye, yê mûcîzewî meraqdarê hebûnê ye. Helbet ev her du jî di nav hevsengiyeke psîkolojîk de ne. Ji van her du aliyan kîjan berjêr û berjor be, wê çaxê wate û warê mirov jî tê guhertin. Heger em ji aliyê hunerê ve li van guhertinan binihêrin, rêya me dikeve nav hîsa îlhamê û pisporiya mirov e. Her çi qas çavkanî, xebat, bûyerên dîrokî sûdê li hunerê bikin jî, şikl û şemalê xwe ji şexsê mirov xwe digire.
Lewma jî her hunermendek xwe bi hişk li tiştekî digire û sedemekê çêdike, hostayekî ji xwe re dibîne an jî îdealekî nîşan dike û wisa xwe derdixe ortê. Car heye çiya û baniyek, erd û rêyek, derî û darindeyek, bûyer û derdek, evîn û evîndarek mohra xwe li vê rewîtiyê dixe.
Heger xelayekî bandor li ser millet nekira, heger çavên Evdalê Zeynikê kor nebûyana, heger baskê qulingê neşikestaya, Evdal derneketaya gera gundê Beyrektarê (Qereyazî) belkî ew çîrok çênedibû.
Û ji Solmeza Qulîxan Begê derbasî Solmeza Evdal Axa nebûya, di Deşta Kagora re xwe berneda ber Ava Erez û li bihurê Solmezê, derbasî gundê Kullîyê nebûya… Li wir qîz û bûkên Kullîyê li ber erez hirî neşûştabana û ji du xwişkên hev: Hubra Mûro û Ela Mûro li wir nebûyana… keçeka cîwan ji Evdal re negotaya “Ev kalê korê perîtî kî ye?” û Elê jî jê re negotaya “Porkurê, ma tu nizanî ev Evdalê Zeynikê ye?” Evdal dilê xwe negirta …
Evdal nehataya gundê Kullîyê li odeya mala kalikê min Hecî Husê, û neba mêvanê bi qedr û qîmet û bexşîşa xwe gayê sorê belek negirtaba û ji wir derbasî gundê jorê, gundê Çatax û Êlbaşiyê nebûya…
Û di salên 1960’î de xortekî Serhedî, ciwanmerdekî û Qereyaxiz û peyayê çandê, xwediyê îlham û welatparêziyê nebûya, wê kê bîzanîba an jî kê di wextê de şagirt û şahidên Evdalê Zeynikê, çîrokên Kurdistanê û çîrokên wan xanim û camêran, ew leheng û şervanan bigirta bin qeydê?
Helbet mijar Ehmed Aras e.
Gava di sala 1944an de ew hat dinyayê, Kemalîstan Kurdistan kiribû qedexexistan. Rejîmê ji bona Kurdan: axaftin, kenîn, gotin, girî, şêwir, sohbet, şikl û şemal, hemû tişt xistibûn bin “qanûna şewqe”yê. Lewma jî Kurdan qet hez nekirin ji şewqe û qanûnên şewqe. Şewqe li pişt deriyên Kurdan ve bi serê mix ve dardakirî diman, tim û her daîm. Û Kurdan jî rejîm wek “soqaq û dewlet qapîsî” tepisandibûne bin şewqe.
Ehmed Aras zarokê “salên şewqe” bû. Lê nava mezin û meclisên ku lê mezin bibû, yên dengbêjan bûn. Dengbêjan ne tenê dengbêjî dikirin, dewlet rexne dikirin û pêşeroja ziman û çanda Kurdî jî digerandin.
Lewma jî bi gotinên wî, “ew ji ber xweşikbûn û bandora dengê dengbêjekî” bi pey Evdal ketiye.
Salên tehlebextî û xortaniya wî, salên “hem komunîst hem Kurdcî”tiyê bûn. Dewletê ji ber stratejiya şerê sar, bêhna pere û menfaetê girtibû û derfeta tunekirina Kurdan bi dest xistibû. Dîsa bi gotina Ehmed Aras, îstixbarata Tirkan rapor daye û gotiye “Heger ciwan û pêşketiyên Kurdan bi komunîzmê bên tewanbar kirin, wê gelê Kurd; heger bi Kurdcîtiyê jî bên tawanbar kirin, wê şoreşgerên Tirkan” ji wan birevînin.
Dewletê Kurd nas dikirin helbet, lê Kurdan jî ew nas dikirin. Kurd wê çaxê him bûn sosyalîst, him bûn Kurdcî, bûn nivîskar, lêkolîner, parêzger, doxtor, devrîmcî, sofî û siyasetmedar.
Şewqe bû Şerq. Şerq jî paşê heta demekê din bû “Doğu”. Kurdan “Doğu” jî kirin ocax û çîrok dan ser çîrokan.
Ehmed Aras… Di sala 1962yan de yanî wexta ocaxên çandê vêxistin, ew dibe nivîskarê kovara Dicle û Firatê. Sê sal şûnde jî çîroka gelêrî “Kerr û Kulik” qeyd dike, dinivîse û çap dike. “Kerr û Kulik” kerran bi guh dike, û Aras tê girtin, çend mehan tê girtin. Paşê, di kovara Antê de dest bi rêzenivîsan dike û li pey hev qeydan digire, gund bi gund digere. Dengbêjan dinase; dîroka veşartî, ya bin-erd, çanda qedexe û zimanê nava civat û meclisan, peyv û peyamên hepiskirî yek bi yek, heta ji destê wî tê, digire bin qeydê.
Îro em bi saya îlhamên zêrîn, bi meraqên afirîner û bandora dengbêjiyê û bihîstina navê Evdal, em bûne xwediyê kulliyat, kilam û kitêban.
Ji wî zarokê Mele Osmanê, ji wî xortê Serhedê, ciwanmêrekî Qereyaziyê, ew peyayê çandê, ew welatparêz Ehmed Aras derket holê.
Ehmed Aras 81 sal jiya û bi dehan nivîs ji bo kovaran û çar heb jî kitêb nivîsand.
Îro Evdalê Zeynikê efsane û kanîya dengbêjiyê, di heman demê da wîkîpediyaya çanda dengbêjiyê ya serdema me ye. Em bi ked û meraqa Ehmed Aras vê “Evdal-pediyayê” dixwînin û û jê helbest, destan, çîrok û kilaman hîn dibîn.
Xwedê ji te razî be.
Oxir be… Peyayê Çandê…
Axa te Serhed e… cîranê te Evdal e!
Oxirbe!
*
Têbînî : Solmeza jor û jêrê du gundên Qereyaziyê ye ne.
Kullî : Gundê mala bavê min e.
Elê û Hubra Muro, her dû jî jinên dewrê ne û jî gundîyê me ne. Herdû jî pispor û pir zane bûne..
Belgefîlm: Evdalê Zeynikê -Derhînêr Bülent Gündüz