🔴 Hevberdevkê Tora Mafê Zarokan a Amedê Erdal Aladag têkildarî avakirina Meclisa Zarokan diyar kir ku zarok ji bo mafê xwe biparêzin û têbikoşin wan meclis ava kir.
Li Amedê Konseya Bajêr a Amedê di 22ê Gulanê de Meclisa Zarokan a Amedê ava kir. Meclis ji bo mafê zarokan biparêze, dê xebatan li dar bixe û zarokan di nava siyaseta bajar de bike xwedî biryar. Têkildarî armanc û xebatên Meclisa Zarokan Hevberdevkê Tora Mafê Zarokan a Amedê Erdal Aladag ji Ajansa Welat (AW) re axivî.
‘Divê zarok der barê xwe de biryarê bidin’
Hevberdevkê Tora Mafê Zarokan a Amedê Erdal Aladag diyar kir ku ji bo avakirina Meclisa Zarokan berê jî hewldan hebû lê ev meclis cuda ye û wiha axivî: “Meclis ji bo zarok di siyaseta bajêr de bikarin gotinê xwe bibêjin û cihê xwe di nava xebatan de bigirin hat avakirin. Ji ber vê yekê meclis ji bo me gelekî giring e. Dawiya hefteyê dê rêveberiya meclisê bê aşkerekirin. Em jî weke komeke şewirmend em ê alikariyê bidin meclisê. Meclisa Zarokan wekî meclisên din dê cihê xwe di nava meclisê Konseya Bajêr a Amedê de bigire. Divê zarok êdî di siyaseta bajêr de cih bigirin. Biryarên ku zarokan eleqedar dike divê zarok biryar bidin.”
‘Divê zarok di nava xebatan de cih bigirin’
Erdal Aladag destnîşan kir ku zarok nikarin di biryarên ku mafê zarokan eleqeder dike de cih bigirin û wiha got: “Der heqê zarokan de xebat tên kirin lê di nava wan xebatan de zarok tune ne. Em dixwazin zarok di nava xebatan de cih bigirin û bajerekî hevalên zarokan ava bikin. Ji bo zarokan avahî tên avakirin, lê qet vê yekê ji zarokan napirsin. Zarok di nava biryarên bajaran de tune ne. Bajarên ku zarok di nava biryaran de cih digirin ew bajar aliyê demokrasiyê ve gelek pêş dikevin.”
‘Zarok bi destê meclisê dikarin mafê xwe biparêzin’
Erdal Aladag bibîrxist ku di serî de divê herkes mafê zarokan biparêze û axaftina xwe wiha dawî kir: “Divê zarok di her qadê biryarên xwe bidin. Îro behsa pirzimanî tê kirin lê em ji bo Amedê nikarin behsa vê bikin. Zarok bi meclisê dikarin mafê xwe biparêzin. Paşê jî gotina xwe bibêjin. Zarok ji bo zimanê zikmakî dikarin xebatên xwe di nava meclise de bimeşînin. Ji bo bajaran bîr gelek giring e. Îro ev bîr tê jibîrkirin. Em dikarin bi rêya meclisê bîrekê ava bikin. Niha meclis dê ji aliyê zarokên ku li navênda bajar dijîn ve bê avakirin. Lê em ê di rojên pêş de hewl bidin ku zarokên gundan jî tev li meclisê bikin. Paşê zarok di nava xwe de yê rêveberî avabikin û dest bi xebatan bikin. Piştî bernameya meclisê diyar bû, em ê alikariyê bidin zarokan.”
/Jêder: AjansaWelat- Ömer Demir/