Behice Feride Demir: Dînê Zemanî: Marcel Proust

KurdiYazarlar

Marcel Proust ji vir û 154 sal berê di 10ê Tîrmeha 1871an de hate dinyayê. ‘Emrê wî yê fîzîkî bi tenê pêncî sal bû, lê belê, ’emrê wî yê edebî ji sed salekî bihurî.

Ji vir û sê sal berê me ji bona malpera “Hûrbînî”yê dosyayek li ser “Sedsalîya Mirina Marcel Proust” amade kiribû.

Ez bawer im yek ji xebatên min ê herî xweş û bijare bû ev metna li ser Proust.

Min xwest vê hefteyê ji bo “Rojbûna Marcel Proust” vê nivîsa xwe dîsa parve bikim. 

***

Baş e lê Proust kî ye? 

Kesen ku rêya wan bi rûpelên Proust ketibe, dizanin ku tenê zeman hatîye nîvîsandin, her tişt û her kes wek jimareke ji bo dirêjkirina zeman e. Helbet zeman mefhûmek e û parzemîna hemû zanistan e. Lê Proust vê mefhûmê wek kanonekê dike nav derûnîya wêjeyê û wêjêya xwe xwedî dike. 

Ji nivîskarekî wek Proust re fermîyet an danasîn ne hewce ye lê Proustê ku zêde ji konfora çîna xwe ve xwedî bûye, bê dîroka malbatî jî temam nabe. 

Ew di malbateke dewlemend, burjiwa, xuyayî û têkildarê civata Parisienne de mezin dibe. Li gor şertên Fransaya 1900î, bi eleqeyeke nîv fermî û delalî mezin bûye. Ev delalîbûn Proust dike hevalbendê mezinên malê û yek ji şexsîyetên herî balkêş ên salonên Parîsê. Ew gelek agahîyan digire ji wan salonên ku spekulasyon û skandalên demê lê tên axaftin û di heman demê de naveroka name û romanên xwe ji van bûyeran amade dike.

Lê Proust rexnegir û weqiaenivîsê rihê xwe ye jî, biaqil û xwedîyê hişekî jîr e. Proust wek sêrbazekî dikare tişta herî piçûk mezin bike û tişta mezin jî piçûk bike, ew hostayê hûrbînî û heyaman e. 

Marcelê ku pir caran ji ber astimê mecbûrî malê ye û ji derve dûr e, nexweşîyê dike elementeke nivîskarîyê û bextê xwe yê zêrîn. 

Ji xwe re cîhaneke bi nameyan ava dike, ji heval, dost, kesên navdar, hunermend û serkirdeyên malbata xwe re nameyan dinîvîse. Di serî de name ne lê paşê dibin rojnivîs, rojnameyên ser nigan an jî broşûrên rojane.

Proustê ku hosteyê bêdengîyê, tenêbûnê, xwebixwebûnê û guhdarê her tiştî ye, çi bikeve serê wî dixe ser kaxizê. Lê ev ne nimûneyên acizîyê ne. Proust, xwînerekî bişid, lekolîner an jî çavdêrekî gelekî baldar e. Kulturîzasyon eşqeke taybet e li ba wî. Mosîqa, peyker, wêne, wêje, hîleyên borsê, pêşketinên ekonomîk, opsîyonên politîk û bihistînên civakî, hesûdî, hezkirin, xwarin, lixwekirin hemû mijarên nivîsa wî ne. 

Li ba wî her tişt bi wate ye û her tişt dikare bibe hinceta nivîsê. Proust dikare li ser qulteke qehweyê, kitkirina biskiwîtekê yan jî girêdana kravatekê hezar gotegotan bike. Lewma pir caran nivîsên wî sebrê dixwaze ji xwînêran. 

Wek gotina lêkolînerê nameyên wî Francois Leriche: “Ji bo ku em Proust rind nas bikin, gere em berê krîterên xwe kifş bikin.” Leriche bi xwe jî ji nav 5-6 hezar nameyan, 627 heb tenê jimartine. 

Lewma jî em heta agahîyek, nasînek ji jîyana wî ya takekesî negirin, nikarin romana Li Pey Dema Wenda bixwînin. 

Bi ya min bingeha roman û romansazîya Proust namesazîya wî ye. Lewma jî gava mirov dest bi romanê dike firêqetîyek meriv digire û mirov bi listîkbazîya peyvên Proust melamest dibe. Proust neçîrvanekî peyvan e. Destpêkê bi peyvekê datîne û xwîneran hêdî hêdî li derdora mijarê kom dike. Heger xwîner paragrafek anîbe nîvî, êdi ji zimanê Proust xilas nabe. 

Lehengên wî kî ne?

Lehengên Proust, ne lehengê çêker in. Hemû ji labîrentên jîyana wî derdikevin. Nas û dostên wî, malbata wî, cînar û cimaeta derdora wî hemû dikevin ber qelema Proust. 

Niqirandin, derew, durûti, hesûdî, profesyonelî, erzanî, gotegotî û li xwe girtin û tawanbarî hemû xalên rihê Proust in. Lewma lehengên wî çi qas serkeftî, hêja yan jî mikemel bin, di encamê de dibin qurbanê çavderîyeke Proustienne. 

Proust bi xwe leheng e û hemû kesan li pey xwe bi bîr tîne û dide peyivandin. Ev hîleya pozbilind ji çîrokbêjîya wî, fîlozofîya wî, şûmî û tiralî û hêza wî jî ji qurebûna derûnîya wî tê. 

 name nûsî, rexnegirî û hesûdîyeke hestîyar hemû maskeyên nivîskarîya Proust in. 

Tişta ku nayê perdekirin mefhûma zeman û bêwatebûna hebûnê ye. 

Proust ji kesî pir hez nake. Kes û hebûna wan di navbera Proust û zemanî de doneyên lîstikê ne. Ew ne wek Joyce li pey heyfa axekê, ne wekî Musil û Broch li pey berpirsîyarîyên dîrokê ye. Proust hema Proust e û li pey xwe ye. Di sedsaliya koça xwe de, bêhtir aktuel e.

Lewma jî Proust hey diçê xwe dixe bîra me. Edî hişê herikbar û hişê dijîtal, sohbetên salonan û sohbetên odeyên sanal serî li hev dixin û zeman dîsa problem e. Wer xuya ye ku em ê bêhtir bipeyketinan bikin ji bo zemanî. Ev sal destpêk in ji bo zemanekî Proustienne.

Wek gotina Leriche, “Il avait éducation sentimentale.”  Ew xwedîyê perwerdehîyeke hestîyar e!

İlginizi Çekebilir

Yapay zekâ insan davranışlarını tahmin edebilir mi?
İbrahim Varlı: Silahlara veda ya sonra; Süleymaniye’de neler gördük?

Öne Çıkanlar