Her dil dixwaze evîndar bibe. Evîndarî li xweşa her dilî û her mirovan diçe. Ji zaroktîya xwe ve me teva li stran û çîrokên (çîrok, nobel, sînema, şano) li ser evînê guhdarî kirine. Lewma ji berê de em evîndarê evînê bûne. Li her dilî, li her warî û di gelek mirovan de em li şopa wê gerîyane. Lê mixabin evîndarî nabe para her dilî. Ger bibe jî her dil nikare barê evînê ragire. Ji bo meriv di evînê de bi ser bikeve mecnûntî lazim e.
⚓
Mecnûn navekî erebî ye, ji aqilê hatîye nixumandin re mecnûn tê gotin. Koka Mecnûn, Cenîn, Cennet û Cinn jî eynî ne. Ji tîpên C-N-N hatine çêkirin. Cenîn tê wateya yê di zikê dayîkê de hatîye nixumandin, Cennet tê wateya bexçeyê ser nixumandî û Cinn tê wateya tiştên ji alîyê şevê ve hatîye nixumandin.
⚓
Ji bo meriv bibe evîndar hewce ye meriv aqilê xwe binuxumîne û aqil berde alîyê din. Lewma Mecnûn ji bo evîna Leyla aqilê xwe avêtibû alîyê din û berê xwe dabû çola û di çolan de li Leylayê digerîya. Ji ber vê rewşê jêre gotin Mecnûn. Navê wî yê rastî Kays bin Mulevvah Amirî bû. Ji ber evîna Leyla bi mantiq nedifikirî, tenê bi hêstên xwe tevdigerîya. Çawa bawermend bi îmanê tevdigerin Mecnûn jî bi evîndarî tevdigerîya û xwe spartibû warê evînê. Mirovan henekê xwe pê dikir û jêre digotin dîn, meczûp û Mecnûn. Mecnûn wekî nav li ser pişta wî ma.
⚓
Ji bo meriv bikeve rêya evînê hewce ye meriv têkeve rêya îmanê. Di rêya îmanê de pêdivî bi aqil nîn e. Tenê Îman û bawerî besî meriv e. Kesê evîndar jêre aqil û mantiq hewce nake hebûna evînê besî evîndar e.
⚓
Her evîndar dîn e lê her dîn evîndar nîn e. Insanê herî bi aqil jî dema evîndar dibe gelek şaşîyan dike. Heval û nasên wî gelekî şaş û metalmayî dimînin û fam nakin yekî bi aqil çawa dikare van xetayan bike. Şêxê Senan alimekî pir mezin bû hemû emrê xwe di rêya xwe de xerc kiribû. Lê dema di xewna xwe de evîndarê jineke Ermenî bû terka medrese, şagirt û Xweda kir û bera xwe da warê evînê. Di warê evînê de Şêx dibe şivanê berazan, xaçê dixe stûyê xwe, şerabê vedixwe û dibe xaçperest. Ji çîroka Şêxê Senan tê famkirin ku Evîn tiştên ne dirist jî bi mirovan dikin. Lê evîn tiştekî wisa ye, dema meriv evîndar dibe aqil diçe sewda dimîne. Dînbûn ango mecnûnî qedera hemû evîndara ye.
⚓
Her kesê dîn mixabin evîndar nîn e. Ji ber ku bêguneh in ji meriv re çiqasî sempatîk bên jî eleqaya wan bi evîndariyê qet nîn e. Aqilê wan ji ber her hin sedeman hatîye nixumandin lewma dîn in.
⚓
Ji kesê evîndar ilm, netew û bawerî nayê pirsîn. Evîndar aqilê xwe wenda kirîye û ketîye rêya dînîtîyê. Dîn û dîyanet jî nikarin ji vî derdî re dermanekî bibînin û ti carî dê nikaribin ji halê evîndaran fam bikin. Gelek caran bawerî, sazî, dewlet, malbat û civak ji kesên evîndar re sînoran datînin. Lê çawa ji bo dînê esil sînor û zagon nebin wisa ji bo evîndar jî sînor û zagon nîn e. Hem mecnûn û hem jî dîn ti carî nakevin rêya bawerî, sazî, dewlet, malbat û civakê. Her du jî her daîm bi ya dilê xwe dikin ne bi ya aqilê xwe.
⚓
Carna bi ramûsanekî dînîtî digihe meriv. Ramûsana cara ewil ji hemû şerbet û tiştên dinyayê xweştir e. Ji ber vê sedemê Şêxê Evînê dibêje:
Şerbeta lêvan mufa ye
Şerbata lêvan û ramûsana ewilî ji dilê evîndar re herdaîm derman e. Di çîrokan de evîna rast û ramûsenek hemû sêhr û xirabîyê cîhanê dide alî û xweşîyê ava dikin.
Hin caran jî ramûsana ewilî bi xwe re dînîtîyê tîne. Demek dirêj evîndar li benda wê ramûsanê bende dimînin û dema bi carekî dighin armanca xwe dil û mejî dibin Mecnûn. Jan Arslan vê rewşê di strana xwe ya bi navê Evînperwer im de wisa tîne ziman:
Ramûsanek te da min
Ev dînîtî giha min
Ka wer padîşeha min
Dil xweş bike vî dilî










