Min stranên sêwiyan, hêsrên jinebiyan, mexsed û mirazên xêrnediyan hilgirt û ez hatim. Ez ne ez im êdî. Ez tu me, ez ew im, ez hûn im.
Nuha li çiya me…
Li meydana genim, kalemêrekî bi himehim û dimedim dimeşiya ser mirinê. Çong û qudêmên wî ne, celad û sêdarên dagirkeran dilerizyan. Ji bo qewmê xwe bi parazê ketibû feq û fenên neyaran. Jê bêrûmetbûn dihat xwestin. Lê ew pîrê dîwana heq bû, di deriyê namerdan re derbas nebûbû, derbas nedibû. Ne sewa gezek nan, ne jî sewa hilmek can. Li meydanê kalemêrekî dil û qam wek çiyayê qewmê xwe, peydah bûbû. Sêdar û celad tev şaş mabûn. Reşî li ser rûmetê qebûl nedikir… ne misqalek jî. Bi merdî vê re baş nekirin.
Lewra xwestin vîn û canê ji pola bi êşa cîgerê bi êşînin: Can ji sorberxekî dikişandin li ber çavê beranekî kel…
Ev rastî bûbû hilm ji kevir û kuçikên zaroktiya min hildihat. Jinên jiyangeha tovê min tev bi heznî, reş gire dabûn. Li ber dîwaran refên pepûkên bask şikestî li hev dilûsiyan. Zahr nikarîbû salixê hewal bida. Lewra hew çav diaxifîn. Di her hêsrek bi xwîn de hezar hewar dihatin zahr. Ji bo carek din ew bela û belewat bi serda nên, lêvên xwe bi heft şûjinan, bi heft kêlan dirûtibûn. Zimanên xwe bi kizotên êgir dax kiribûn.
Di rê oxirên ez pê de diçûm li morîk û mircanên gerdena wan rast dihatim. Bendik qetyabûn, morî û mircan li derdoran belav bûbûn. Tûrê min tije bûbû ji êş û eleman. Vê êşê ez jî wek wan bê zahr û ziman kiribûm. Êdî li newalek kûr, li çiyakeki stûr digeriyam, da ku sînga xwe biqelêşînim û bi qîrim: Ez Besê me, Besa Besêyên xwe…
Ev çel sal e di rêyanda, rêwî me. Taht û latên xwe ji bêkesên min re kiribûn stargeh yek bi yek, tewaf dikim.
Zinar û latên min pişt û pala xwe spartinê ji min re çîrokan xwe got in. Min jî ji wan re yên xwe…
Çîrokên min ji wan re û wan ji min re digotin ne yên me bûn. Wan çîrokên çiyayên xwe ,min jî yê qewmê xwe digot. Êş û elemên qewmekî çiyayî li ser zimanê min bûbûn pizik, li ser rûyê wan jî dîrok û dûrika çiyayekî dil şewitî… Qat û qermoxên li ser sînga min û wan nişana temenê êşa me bû.
Bi deme re ez bi zimanê kevir, kevir jî bi zimanê êşa min fêr bû.
Nuha ez ki terka wan bikim. Terka çûkan, kevokan, pepûkan… Terka dar û deviyan… Terka xwe… Ev demeke min xwe li çiya girtiye, lê ev teyr û tebba ji axir zemenda li vir in. Ez pê şop û rêya pepûkên xwe yên ji Koçgirî, ji Dersimê, ji Agirî talan hatin lêxistin ketim, gelo ew bi çi sedemê bi van çol û çiyan ketin?
Çiyayên dilên xwe ji min re kiribûn xap û hêmêzan xwe kiribûn hêlkan ne hew ez diparastim. Her weha sebir û sebat, sir û hêza xwe jî baxşî min kirin. Ji best û kaniyên wan min firek ava xedavendiyê vexwar. Bi pezkoviyên re li mêrg û zozanan geryam. Bi baz û teyrên re li ezmanê şîn firyam. Min bayê buhuşta wan, ya her du berbangan bêhnkir.
Êdî berbang êvar e. Zindiyan tev xwe li qul û qefayên xwe girtinin. Dem û wext dema xatir xwestinê ye. Ji Herekol, ji Gebar, ji Cûdî, ji Metînan xatir dixwazim. Ji Guldexwînan, ji nerxiz û berfînan xatir dixwazim.
Ji jor, ji şikevta xwe gav bi gav dadikevim jêr. Pêlava min diêşe, per û baskê min pûrt bi pûrt diweşe.
Di nivişta li ser sînga min de çel lîra û saetek negihaye qewmê xwe. Zeman sekiniye. Dem 15ê Mijdarê, dîrok hîn 1937e. Ez hîn 74 salî me.
Lê jêr neçîrvanekî şaristanî li nêçîra min diğere.










