Du hemanên dansê hene, yek jin yê din mêr e. Wekî din pêdivî bi tiştekî din nîn e. Ger muzîk hebe xweş dibe lê ji bo dansê muzîk tiştekî bingeh nîn e. Bê muzîk jî dans tê kirin.
Evîn jî wekî dansê ji du kesan pêk tê. Kesê sêyem dema tevlî dans û evînê dibin her duyan jî diherimînin. Ji bo evînê jî pêdivî bi dildarek û bi dilberekê heye.
⚓
Dans ji motîfên xweş pêk tê. Fîgur û kareografî ji alîyê dîmen ve dansê xweştir dikin. Di dansê de divê partner li gorî hev bin û di tenga hev de bin. Li gorî rîtmên muzîkê û li gorî rîtmên partner hin caran nêzî hev tên û hin caran jî ji hev dûr diçin. Ger dûrî pir zêde be nabe an jî pir nêzîkî hev bin dîsa nabe. Dûrî rîtmên dansê xira dike û nezîkbûn jî ji partner re qadê nahêle ku li gorî xwe tevbigere.
Ev rewş bi heman awayî ji bo evînê jî derbasdar e. Di evînê de jî divê hinekî dûrî hebe, ji berê de gotine “çiqas ji hev dûr hewqas li hev gul û nûr.” Lê zêde dûrbûnî ji bo evîndaran talûke ye. Divê neyê jibîrkirin kesê ji çavan zêde dûr bikeve bi demê re ji dil jî dûr dikeve. Lewma hem di dansê de û hem di evînê de divê sînorê meriv hebe. Di nava wan sînoran de divê hebekî azadî hebe. Ne zêde dûr û ne jî zêde nêz…
⚓
Ya evînê û dansê li ber çavan xweş dike rîtim û kareografîyek baş e. Ger dansvan û evîndar li gorî hev tevbigerin dê dansvan ji dansê lezzetê bigrin û evîndar jî ji evînê.
La La Land (2016) fîlmekî muzîkal e. Sebastian (Ryan Gosling) û Mia ( Emma Stone) du insanên hunerhez in. Keyfa Sebastian ji cazê re tê û dixwaze caê bi insanan bide hezkirin. Mia dixwaze bibe lîstikvan. Di trafîka Los Angeles de leqayî hev tên dans, muzîk, rîtîm û kareografî wan dem bi dem bêtir bi hev ve girê dide. Mîna dansek xweş evînek xweş bi destê xwe ava dikin.









