Kitêba pîroz Mîzgîn bi vê gotinê dest pê dike: “Berê peyv hebû.” Peyv tiştekî sehrê ye û insanan di bin bandora xwe de dihêle. Peyv hene şer dide destpêkirin û peyv hene sulhê ava dikin. Her tiştê xweş û ne xweş bi peyvê dest pê dikin. Peyv rêya evînê nîşanê evîndara dike û derîyê dilê wan ji evînê re vedike.
Michael Radford di fîlmê xwe (The Postman 1994) de behsa girîngîya peyvê dike. Di fîlm de dayîk ji keça xwe re wisa dibêje: “Dema zilamek bi gotinên xwe bandorê li te bike destên wî dê ne li dûr bin.”
Hin caran bi rêya malbatê an jî hin caran bi rêya hevalan em xwe diavêjin behra evînê. Bi rêya wan em dibin evîndar û em yara xwe nas dikin. Malbat û hevalên meriv ji meriv re pesnê insanekê didin û wê je me re teswîr dikin. Bi peyvên xweş û teswîrên baş pesnê wê didin em jî gelek caran di bin bandora wan peyvan de dimînin. Piştî gotinên wan yên xweş em di hişê xwe de kesê behs têkirin di xeyalên xwe de ji xwe re mezin dikin. Divê neyê jibîrkirin dojeh û bihuşt bi teswîrê têne temsîlkirin, rêya xweşî (bihuşt) û ne xweşîyê (dojeh) bi teswîrê pêkan e herwiha teswîr hin caran evînê derdixe meydanê.
Dema evîndar leqayî hev bên û li gel hev muhbetê bikin pir bi kelacanî dibin. Dema têne cem hev heger kesê li hember li gorî xeyala wan û pesnê hatî dayîn be evîna wan xurttir dibe. Di rewşên wisa de evîndar difikirin ku pesnê yarê kêm hatîye dayîn. Peyv û pesin ji bo wê her daîm kêm dimînin. Lê heger li li gorî hesabê wan nebe wê demê evîn hîn di destpêkê de nîvco dimîne.
Hin caran pesin û teswîr ji rastîyê xweştirin. Jiberku mejî û fikir azad e û sînorê wê nîn e hertiştî bi awayekî xweştir difikire lê dema meriv leqayî rastîyê tê meriv şaş dimîne, carna jî meriv poşman dibe. Ji berê gotinê: Xwezî bi pesnê wî lê ne bi dîtina wî.
⚓
Evîn li gorî peyvê xurt an jî kurt dibe.
Peyv çiqas xweş be evîn hewqasî xurt dibe û temenê wê dirêj dibe.
Peyv çiqas ne xweş be evîn hewqasî jehrî dibe û temenê wê û yê evîndara jî kurt dike.
Bi gotinên xweş evîndar xwe diavêjin narê evînê. Pêlên nar wan di evînê de disojîne û bi rêya şewatê evîndar di evînê de kamil dibin. Evîn jîyana wan û qedera wan dike yek.











