Kovara Rewşenbîr Dest Bi Weşanê Kir: Di serdema nû ya Rojhilata Navîn de Rewşa Kurdan wek dosya dinêrxîne
Kovara akademî û lêkolînê Rewşenbîr a ku ji aliyê rojnamevan, akademîsyen û rewşenbîrên li dîasporayê ve tê amadekirin, destpêkeke xurt kir. Kovar, di hejmara xwe ya yekem de bi sernavê “Di Pêvajoya Nû de Rojhilata Navîn û Kurdistan”, rewşa Kurdan ên ku li herêmê bûne aktoreke girîng, wek dosyaya sereke dinirxîne.
Rewşenbîr wek organa weşanê ya Akademiya Cûdî dest bi weşanê kir. Ew kovareke akademîk û lêkolînî ye û wê şeş mehan carekê bigihîje xwînerên xwe.
Berpirsê Weşana Giştî yê Kovarê Fethî Kaya, mîsyona kovarê bi van gotinan anî ziman: “Em wek Rewşenbîr, armanc dikin ku ronahiyê bidin ser dîroka Kurdan û di heman demê de hêvî û senaryoyên muhtemel ên pêşerojê nîqaş bikin. Ev ne tenê kovarek e, di heman demê de vexwendineke ji bo rêwîtiyeke ramanî ye.”
Fethî Kaya, derbarê zimanê weşanê û taybetmendiyên teknîkî yên kovarê de ev agahî dan: “Zimanê sereke yê weşana kovarê Kurdî (Kurmancî) ye. Li gel vê, wê puxteya (abstract) her gotarê bi Îngilîzî û Tirkî jî hebe. Xwînerên ku QR Koda di binê puxteyê de bişopînin, wê bikaribin xwe bigihînin tevahiya nivîsê bi zimanên Îngilîzî û Tirkî.”
Kaya her wiha destnîşan kir ku Rewşenbîr, bi ti partî û saziyeke siyasî ve ne girêdayî ye û wê polîtîkayeke weşanê ya bi temamî serbixwe bişopîne.
Di Hejmara Yekem de Analîzên Berfireh
Rewşenbîr, di hejmara xwe ya yekem de armanc dike ku di dîroka Rojhilata Navîn û gelê Kurd de bibe destpêka nîqaşên nû. Ew bêsatutiya sedsalan a gelê Kurd, polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê ne tenê wek pirsgirêkeke dîrokî, lê wek rastiyeke ku îro û pêşeroja me diyar dike, dinirxîne. Bi analîzên xwe yên zanistî, pirralî û kûr ên li ser vê rastiyê, armanc dike ku zemîneke nû ya nîqaşê biafirîne.
Di kovarê de, li ser van pirsgirêkên bingehîn naverokeke dewlemend tê pêşkêşkirin. Her wiha, ji pirsgirêka yekîtiya navxweyî ya Kurdan heta avabûna nasnameyê, ji lêgerîna demokrasiyê heta bandora avaniya eşîrtiyê, gelek mijar têne nirxandin.
- Perspektîfa Dîrokî û Lêgerîna Nasnameyê: Di kovarê de Fetullah Kaya, bi riya analîza naveroka çapemeniya Kurdî, ji perspektîfeke dîrokî ve ronahiyê dide ser pirsgirêka yekîtiya navxweyî ya Kurdan. Sevda Brûkî jî derbarê avabûna nasnameya Kurdan û pirsgirêka netewe-dewletê de analîzeke kûr pêşkêş dike.
- Demokrasî û Avaniya Civakî: Kovar, modela Konfederalîzma Demokratîk a li Rojava wek alternatîfeke li hemberî despotîzma Rojhilata Navîn dinîqaşîne û di heman demê de avaniya eşîrtiyê ku yek ji rastiyên girîng ên civaka Kurd e, vedikole. M. Seid Temel, di gotara xwe de li bersiva pirsa “Gelo eşîran nasnameya Kurdî parast, an rê li ber avabûna nasnameya neteweyî girt?” digere.
- Polîtîkaya Hêzên Mezin a li ser Kurdan: Di hejmara yekem de, analîzên girîng ên ku balê dikişînin ser polîtîkayên hêzên mezin ên derbarê Kurdan de jî cih digirin. Christina Khazova polîtîkaya Rûsyayê, Rabia Abdurrahman jî polîtîkaya Amerîkayê ya li Rojhilata Navîn û derbarê Kurdan de bi paşxaneya wê ya dîrokî dinirxînin. Abdurrahman, helwesta Amerîkayê ya ku 100 sal berê bi Prensîbên Wilson daxwaza avakirina Kurdistanê dikir, îro dipirse. Dr. Seyfeddin Neslinebi, bandora pirsgirêka Kurd li ser polîtîkaya derve ya Tirkiyeyê analîz dike. Her wiha, li gorî hiqûqa navneteweyî û Peymana Montevîdeoyê şertên dewletbûnê bi berfirehî têne nirxandin.
Dosyayên Taybet: Referandûm û Pêvajoya Aştiyê
Kovar, li gel gotarên akademîk, naveroka xwe bi nûçe-dosyayên taybet jî dewlemend dike. M. Emin Demir, Referandûma Serxwebûnê ya ku di sala 2017’an de li Herêma Kurdistana Iraqê pêk hatibû, ji her alî ve dinirxîne. Fethî Kaya jî, bi nêrînên pisporan, pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê di dosyeyeke berfireh de vedikole.
Hevpeyvîn bi Salih Muslim re
Her wiha, di hevpeyvîna bi Salih Muslim re, hûn dikarin bersivên pirsên derbarê Rojava de bibînin. Muslim bi dilsozî bersiva pirsan daye.
“Rewşenbîr” ku bi hejmara xwe ya yekem balê dikişîne, bi cidiyeta xwe ya akademîk û kûrahiya ku li nîqaşên aktuel zêde dike, armanc dike ku henaseke nû bide xebatên weşangeriya Kurdî.
Navaroka Kovarê
- Pirsgirêka Qedîm: Yekit
- Bandora pirsgirêka Kurd li ser pêwendiyên navnetewî yên Tirkiyeyê
- Di dîrok û jiyana Kurdan de rola eşîran
- Avakirina nasname û netew dewlet
- Konfederalizma Demokratik çawa dikare ji bo despotîzma Rojhilata Navîn bibe model?
- Polîtîkaya Rusyayê, li Rojhilata Navîn û li Kurdistanê
- Gelo piştî 100 salî prensibên Wilson wê werin sepandin?
- Li gor Qanûnên Navdewletî û Peymana Montevideoyê Şertê Dewletbûnê
- Röportaj: Salih Muslim: Êdî dema Netew Dewletan bi dawî bûye. Em netew dewlet naxwazin
- Dosya Nûçe: Gelo dîrok dê disa xwe dubare bike? Pêvajoya aştî yê ye, an pêvojoya xapandinê ye?
- Dosya Nûçe: Referandûma Kurdistanê ji bo dewletbûnê pasaport e!
- Analiz : Di Navbera Erdnîgarî û Siyasetê de: Yekîtiya Sûriyeyê li ser sînorê Rojava bi dawî dibe…
- Destana Kobanî’yê; Şerê Melek û Şeytanan
- Pîremêrd: Pêşengê Edebiyata Nûjen û Rojnamegeriya Kurdî











