Mihyedîn Nahrîn: Di Evînê de Serîtewandin û Lihevkirin

Kurdi

Di evînê de evîndar ji bo yarê serî ditewîne û dikeve xizmet û kontrola yarê. Roj bi roj tebîet û şexsîyeta evîndar tê guhertin û dem bi dem bêtir xwe dişibînê yarê. Gelek kesên tebîet xirab bi rêya evînê tebîetê xwe guhertin û bûnê canik û camêr. Kesê dikeve rêya evînê ji evînê û ji yarê re serê xwe ditewîne.

 

 Gelek caran evîndar ji ber naz û sûcdarkirina li ser gotinên yarê pirî caran jê lêborîna xwe dixwaze. Lê ev lêborîn nayê wê wateyê ku evîndar sûcdar e. Evîndar tenê naxwaze dilê yarê bişike ji ber vê sedemê yar mafdar û ne mafder be jî ji yarê lêborîn tê xwestin. Evîndar dixwaze tim dilê yarê xweş û geş be.

Evîndar di destê yarê de dibe mîna pêlîstokan, yar çi bixwaze û çawa bixwaze evîndar jî mîna yarê tevdigere.

 

 Di serdemên berê de her tişt li ser navê mêr bû û sermîyanê malê dîsa mêr bû. Mêr heta dilê jinê teslîm bigirin li gorî daxwaz û xwestekên jinê tevdigerin. Kengî gihaştin armancê wê demê serê jinê ditewandin û wê dixistin bin kontrola xwe. Piranîya jinên berê xulamê mêra bûn.

Di zemanê îro de jin heman senaryoyê ji bo mêra çê dikin û ew mêra dixin bin kontrola xwe. Mêrê niha piranî bûnê xulamê jina. Li ser vê rewşê pêşîyan wisa gotîye: 

Ji xort pirsîne: Xorto tu ji ku derê yî? 

Xort bersiv daye: Hîn ez nezewicî me.

 Di zemanê berê de gelek şaşî hatine kirin û gelekî neheqî li jina hatîye kirin. Helbet di wan zemanan de jinên zalim jî hebûn û neheqî li mêra kiribûn.

Di dema niha de rewş hebekî berovajî bûye. Jin gelek caran neheqî û zilmê li zilaman dikin. Lê helbet bi qasî jinên zalim mêrê zalim jî hene ku zilm û neheqîyê li jina dikin. 

 Rewş çi be bila bibe. Divê serîtewandin ti carî nebe. Ev gotin ji alî mejî ve wê bê qebûlkirin lê ji alîyê dil ve ti carî neyê qebûlkirin. Ji bo xweşî, azadî, aramî û edaletê ya herî baş lihevkirin e. Di lihevkirinê de neheqî û zilm çênabe lê di serî tewandinê de neheqî û zilm çêdibe.

İlginizi Çekebilir

Hatimoğulları: Şam merceğinden Türkiye’deki çözüm sürecine bakılamaz
Özgür Özel: Kılıçdaroğlu’nun kayyımlığı kabul etmesine ihtimal vermem

Öne Çıkanlar