Pirtûk:Nîşandayîna Jiyana Gelê Kurd di Nava Edebiyata Ermenî ya Sovyetê de derket

Kurdi

Pirtûka Çerkezê Reş  bi navê Nîşandayîna Jiyana Gelê Kurd di Nava Edebiyata Ermenî ya Sovyetê de ji Weşanxaneya Avesta derket!

Ev teza doktorayê ya Çerkezê Reş diyarbûna jiyana gelê kurd û temsîla jina kurd di nav edebiyata ermenî ya serdema Sovyetê de pêşkêş dike. Nivîskar gelek monografî, gotar, berhevok, berhemên metodolojîk ên giranbuha lêkolaye û di vê xebata berfireh de cîwar kiriye; dîmeneke çandî ya yekta ku bi polîtîkayên Sovyetê ve hatiye dirûvkirin derxistiye holê.

Xebat li ser berhemên edebî yên ermenî, însiyatîfên çandî yên bi piştgirîya dewletê û şert û mercên dîrokî radiweste, mijarên nasnameya kurdan, kevneşopiyên taxan-gundan û cîrantiya ermenî-kurdan radixe ber çavan.

Ev lêkolîn herwiha çavkaniyeke bingehîn e ji bo têgihîştina têkiliyên edebî di navbera gelên cihêreng ên Yekîtiya Sovyetê de, nîşan dide ku çawa danûstendinên bi rêya edebî û çandî dikarin girêdanên civakî kûrtir û xurttir bikin.

Nîşandayîna Jiyana Gelê Kurd di Nava Edebiyata Ermenî ya Sovyetê de
Çerkezê Reş Berhemên Giştî: 4
Ji ermenî: Têmûrê Xelîl
ISBN: 978-625-5535-32-0
21.5×13.5, 80 rûpel

İlginizi Çekebilir

Ali Engin Yurtsever:  Sürecin Anayasa Bölümü 
Charlie Kirk suikastı zanlısı Tyler Robinson hakkında neler biliniyor?

Öne Çıkanlar