Yanzdeh Cotmehê (11.10.2025) saet navbêra 10.00-18.00 li Bonnê Sempozyûmek ser Sûri te darxistin.
Mijara sempozyûme, Sûriye li Ser Rêya Dabeşbûnê – Pirsgirêk û Dîtinên Pêşerojê’ ye…
Gelo Sûriye ya demokratîk û sekuler bi sîstemek li ser bingeha federal an birêvebiriya heremî dikari pêk were? Çawa mafên jinan û wekhevî dikarin bêne misogerîkirin? Çawa lekolîn û lêpirsîna tawanên dijî mirovantiyê di bin rejîma Esed de dikari pêk were? Rêxistinek dewletê ya nû çawa dikare be avakirin û ev di bin hikûmeta nû de gengaz e?
Sûriye ber bi kîderê ve diçe? Piştî ketina malbata Esed, bi serkeftina hikûmeta îslamî ya “nermkirî” ya di bin serokwezîriya Ehmed el-Şeraa de, demek nû dest pê kiriye. El-Şeraa Sûriyek nû soz daye ku tê de hemû kom bêne temsîlkirin, lê kampanyayên paqijkirinê li dijî Elewîyan û Durzan û ramanên derbarê destûrê de nîşan didin ku rê hêj dirêj û dijwar e.
Li Bakur û Rojhilata Sûriyeyê rêveberiyeke xweser heye di bin kontrola “Hêzên Sûriya Demokratîk” (SDF) de. Pêşeroja wan ne zelale. Di vê herêmê de kampa Hol heye ku tê de 37.000 kes dijîn – bi piranî alîgirên DAIŞê û malbatên wan. Kamp xetereyek e ji bo herêmê. Li wir her weha hemwelatên Almanî jî hene. Li Bakurê Sûriyeyê hêzên Tirkiyeyê, bi piştgiriya çekdarên îslamî, li gorî dijî mafê neteweyên navdewletî herêmên kurdî yên Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirine.
YE û DYA cezayên (sanksiyonên) li dijî hikûmeta nû ji holê rakirine, Erebistana Siûdî veberhênanên milyaran dolaran soz dide.
Em ê bi beşdariya pisporan van pirsên girîng nîqaş bikin.
Qeydkirin (Tomar) û Agahî Rêvebirî: Jörgen Klußmann, Rêberê Lêkolînê yê Akademiya Protestan a li Rheinland,
Metin Incesu, Serokê NAVEND – Navenda Lêkolînên Kurdî e.V. û
Dr. Hidir Celik, Karê Koçberî û Penabera Protestan a Derdora Dêra Protestan a Bonn (EMFA).
Tomara (qeydkirina) ji bo Beşdariya li Cih Bi e-nameyê pêwîst e ji bo Akademiya Protestan a li Rheinland: martina.steffen@ekir.de
Tomara ji bo Beşdariya Serhêl (Online) Di bin vê lînkê de: http://eair.info/lz Beşdarî belaş e.
Navnîşana Civîne: Haus der Evangelischen Kirche Adenauer Allee 37, 53113 Bonn Pirsên
rêxistinî:
martina.steffen@ekir.de http://www.navend.de/2025/10/02/syrien-am-scheideweg-herausforderungen-und-perspektiven/









