Di civaka Kurd ya kevnar de gotina “stûna ortê” gotinek qedîm û watedar e.
Di jiyana civaka Kurd de her malbatek Kurd xwedî du xan an xwedî du mal bûn. Ji wan yek xanî, yê din jî kon bû. Bi hawayekî din, Kurd xwedî du war bûn. Xanî li warê bingehîn yê sê demsalan (Payîz, Zivistan, Bihar) lê bi cîh dibûn, dihat ava kirin. Wargeha wan ya din jî zozan ango zozanên jorîn bû.
Dawiya biharê an destpêka havînê, dema germê destpê dikir û giha dibû pûş û pelaş, malbatan ji wargeha bingehîn ango ji gundan, zar, zêç, terş û telaşên xwe radikirin û berê xwe didan wargeha xwe ya li zozanan. Li wargehên xwe yên havînê kon vedigirtin. Ji bo kon bi rê û rast li darkeve ji stûna ortê dest bi vegirtina kon dikirin. Hegir stûna ortê xweş biedilya, edilandina stûnên din hêsan bû. Di vegirtina kon de hinek tiştên nebana, ne dibûn hebûn. Hejmiyara stûnan zo nedibû, hewcebû fer ba. Piraniya konan heft stûnî bûn. Konên heyşt stûnî nedibû, lê neh stûnî dibû. Stûna ortê serbixwe bû. Hêz ji xwe pêvetir ji derek din nedigirt, ruxmî wê, hêz dida stûnên din.
Piştî stûna ortê zexm bû û şûnda êdî yek bi yek stûnûen din bi kon ve dihat citkirin û edilandin. Û pêra bi mîrkut sing û sêwan dihat kutandin, şirît dihat kişandin û heving dihat jidandin. Û herî dawiyê kebaniyan xwe vedimaltin û çît û perde girêdidan.
Her çuqas ba û bahoz zivistanî tê zanîn jî lê bele, li zozanên bilind havînê jî ba û bahoz bi hêz û xov e. Dema ew ba û talîzok li warghên konan radibûn kesên malbatê gazî li hev dikirin “Birevin stûna ortê… bila stûna ortê nekeve” digotin. Hegir stûna ortê biketa an xisar bidîta tevahiya kon wê zirar bidîta. Lê hegir stûna ortê li ser xwe bisekinya kon jî wê li ser xwe bisekinya. Çawa dema kon li dardiket bi stûna ortê destpê dihat kirin her weha dema kon radibû jî herî dawiyê stûna ortê radibe.
Di tekoşîna gelê Kurd de, tiştê hatiye piştguh kirin an lewaz bûye bawerim ev mînaka stûna ortê ye. Yanî Kurdbûn û Kurdistanîbûn… Dema mirov sedama rêwitiyê wenda bike, di rêwîtiyê de bi dehan rê tên ber mirov. Mirov dixalife, dixape, xwe li rêyên rengîn, rêyên xeyalî û hîn hêsan digrin. Lê, êdî ne tu xwe ye û ne jî rê, rê ye. Dema rêwî di rê de bê navnîşan dibe, rê dirêj û bê dawî dibin. Bi ya min ev demeke tekoşîna gelê Kurd vê pirsgirêkê dijî. Navnîşana xwe ya bingehîn, ya ew bir ê kir wenda kiriye. Lewra hewceye ne em pişta xwe, berê xwe em bidin stûna pîroz, ji ber ku ew bingeh e. Bingeha bingehîn jî bê guman ziman e! Di dahw û doza Kurd û Kurdistanê de ziman nebe, nabe. Ziman hêz û ruhê stûna ortê ye. Hegir ziman here, her tiştê here. Ol, îdolojî, çand, çeper û her weha yên din, tev xeml û xêzên stûna ortê ne.
Stûna ortê Kurdbûn e. Ji yek şertê Kurdbûnê yê bingehîn jî zar û ziman e. Zar û ziman ji bo netewekî jiyan e, hebûn e.
Hegir Kurdistan xan an kon be, ziman jî stun e…
“Birevin stûna ortê… bila stûna ortê nekeve…” Hegir ew bişkê, kon wê bikeve.











