Çend rojê Stenbol li hev ketiye. Li hev ketina wî ne ji qelebalix û trafîka wê ye. Ew êdî tiştek ji rêzeye. Normala wî ev e. Turîst li gor sala payîze din bêhtir xuya dikin. Li her der rêz û rêzek çêdibe, ji xwarin û vexwarine bigrin heta tekstîlê ji vir rêza avdestxaneyê. Min berê xwe dane kolanên Sîrkecî, Karakoyê, Siltan Ahmedê. Deh rojan carek suretên qelebalixe-turîstan, denge wan û zimanên wan diguhere. Deh rojan carek keştiyên Cruise li kersexa Galataportê lenger davêje. Carna du Cruise qirase li pey hev rêz dibin. Ji wan kestiyan kêm zêde bi qasî deh hezar kes li du navçeyên dîrokî belav dibin Fatîh û Beyoxlî. Ji her mîletî însan henin.
Malbatek ji Kurdên Başûrî jî min dî, çend welat li pişt xwe hiştine û bi gotina wan rêyek dirêj jî li benda wan e. Kelecaniya malbate li ser rûyên wan dihat xwendin. Du zarokên wan ên biçûk jî bi wan re rêwîtiye dikir. Ji dê û bavê xwe zêdetir kelecaniya wan dihat xwendin ji hal û hareketên wan. Ji bo ku malbat Kurd bûn û xwediye mekane bi pirsa, hûn Kurd in? Bav bi dengek bilind û ji xwe bawer, belê em Kurd in, çaxê pirse bersivand di nav çavên wan de xweşbinî dihat dîtin. Kargeh sedî çil ji xwarin û vexwarina wan daxist. Camêr jî camêriya xwe kir û ji bo karkeran bi qasî hesabê xwe bexşîş da. Van rojan bêhtir mîletên ji Asyayê em dibînin, şeveqe bi hildayina tavê re xwe davêjin nav kuçe û meydanên Beyoxlî, bi taybetî jî Karakoyê. Kefle bi kefle digerin û li hemberî her tişt çavê xwe yê hurîk fireh dikin û bi dengek “wuaw” derdixin. Tevgirtinên wan tiştek bi bîr dixist li hemberî jiyane ger meriv şaşwaziya xwe winda bike û denge “wuaw”ya xwe seh neke bi aliyek xwe va têkçûna xwe amade dike. Belê wan rojên dîrokî de şaşwaziya me têra xwe heye û zêdeye. Her roj nebe jî du heteyan carek em şaşwaz dimînin an belkî bi maskeya şaşwaziyê tevdigerin. Tiştên ku îro tên kirin deh salan carek xwe dubare dikir.
Bîst û yek cot kevokên min e telecî/teqlebaz henin. Her cotek min navek li wan kiriye. Ev navên ku min li wan daniyê ji navên helbestkarên ristebilind in hatiye hilbijartin. Cota çîlspî û di bin tavê de wek tîrêjên rojê dibiriqê navên wan Teyran e. Cota gewr û li ser baskên wan neqiş henin Cîzîriyê. Cota reş jî û li hewaye bifûrîna xwe meriv şaşwaz dike navê wan Xanî ye. Cotek mîskî heye reng hîngîv navê wî Neruda ye, xweş dilorîne li ber mê ye. Cota qemçîk spî û bask qehwe navê wan jî Jîla ye. Cota renge wî di navbera zer û qehweyî daye Cegerxwîn e û di pîne de pêşengiye dikin. Çawa ku her helbestkarek dengek wê heye, bi pê re rengek wî jî xwe dide der, di hiş de xwe keys dike. Renge welat çi ye min hê jî dernexistiye! Lê rengên bajarên Kurdistane li ba min hatine tomarkirine. Qamîşlo zer a genim e. Merdîn spîzer e. Batman reng metalîke. Hewler reng xweliye. Amed gewr e. Mahabad sor e vîşneyî ye û hwd.
Îro li stenbole hewa gelek xweş e lê roj rojek reş û îhaneta ku li Kurdan hatiye kirin. Îro komara ku bi piştgiriya Kurdan hat ava kirin, bi kuştina wan, sirguniya wan dewam dike. Di ev sed salî de çi hat serê gelê me, em hemû baş zanin. Deşt û newalên welate me bi xweyna welatiyan herikî. Xweyna sor bû û kendal û zinar, dar û dewî, kevir û ba, baran û berf, kezîk û giya jî şahîdiya ew xweyna zar û zeçan kirin. Komar ihanete li kurdan kir, li ser soz û peyama xwe neseknî. Xençera li ku pişt kurdan hatiye asê kirine hê jî ew xençer xweyn diniqutîne. Gelê Kurd têkneçû û deh salan carek serî hilda û bi her serî hildane bedelên mezin jî da lê têkneçû, wek pola natewe li ser xwe ye. Birîndar e, li ser hebûna wî tiştên ne tişt hatin ceribandin. Bi ziman û çanda wan hat leystin.
Di bin asîmîlasyonek wehşî de derbên mezin xwar, lê hê jî zindiye û her ku diçe şax û guliyên wî bûtîkan diteqînin. Belkî hin wext Kurd mirine geriyan ku ji van hovan xelas bivin. Kurd ti car serê xwe bi rihetî dananî ser balîfa xwe lê dagirker jî ti car bi xewa şêrîn va bi xwe va neçû. Nifş bi nifş qetlîaman pêk anîn. Her nifşek Kurdan bi xwe re li ser axa xwe û yên din zîlda, fêkî de. Her fêkî bi xwe re tov hişt. Ew tov di hunera Kurdan de reng û denge gelê xwe li seransere aleme belav kir. Dev ji jiyane berneda û teslîm nebû. Gulî û şaxên civake jêkirin lê kok xwe berdabû bin axê, cihê xwe keys kiribû, çiqas dihat jêkirin ew qas geş dibû. Sondxwariyên dijmine gelê Kurd bi dewşîrmeyan re tofane radikirin, qiyamete li ser rûye erdê li hemberî Kurdan li dar dixistin. Me qiyamete ji xweda nedî lê ji mislimanan û însanên “medenî” dî. Xwediyên tofan û xweyne baş zanibûn ku ev gel ji tovê “Felaket”e zayî bû, navê Felaketê em bixwe bûn.
Renge Emînonî zer a zêr e, gelo dibe ji sûka viya dîrokî “Çarşiya Gilgil/Misir”e di bin hiş de ji xwe re cih amade kiribe, belkî îmgeya wî û renge wê ji wir tê. Li ser dezgehên çarşiye, di nava kuçeyên teng de tiştên ku li ser textan hatine rêzkirin bêhtir bi renge zer e, hikma zer bi her awayî xwe dide hîs kirine. Ronkahiyên ku ji nav dikanan derte û li ber çav dikeve rengên wan jî zer, zerkokî ne. Piştî seat şeşan an heftan renge zer xwe diguherîne renge gewr bûne. Dîwar û derabayên dikanan rengek gewr û matî ne. Renge Emînonî bi ro zer a zêr e, êvaran gewra metalîkê. Va ye salek zêdetir e naçim derdora Sîrkecî, TahtaKale, Bazara Biçûk. Gelek xan li vir henin çi mezin çi biçûk, çi vîrane û weran, çi xemilandî û li ser xwe. Di nav ew qas xanên Emînonî de yek bo min taybete, xanek biçûk û se katî ye. Ware Kurda ye. Her katek wî de heft- heşt dikanên biçûk henin, hin ji wan wek depoye tê bikaranîn. Hin dikan bo razane û wek ofîs tên bikaranînê.
Navê xane me ya biçûk Demîrtaş e. Rûniştvanê xana Demîrtaşê xebatkarên Kurd in. Kurd ên ji Meletîyê, Semsûr e, Entebê ne. Temene wan ji şestî kêm nîne. Bêhtir kincên du dest û tiştên ku bûne du-se destan difroşin. Bazara wan baş e, renge xana Demîrtaş qehweyî ye. Xan ji daran hatiye çêkirin û bi boyaxa hêşîn hatiye xemilandin. Apê Osman rûniştvane herî kevn e. Pazdeh saliya xwe de bi tena serê xwe ji Meletîyê lê xistiye hatiye û pencî sala li xana Demîrtaş dimîne. Gelek serpêhatiyên wiye ecêp henin. Tişte ku li wan kolanan dî ye, nay ser ziman, carcarna di nav xeberdanên xwe de ji nişkava bêdeng dimîne û çavên wî yên hêşîn di nav valahiyek de didaleqe, asê dimîne. Bi sala ne ku ez Apê Osman nasdikim bi çaya kaçax sohbeta me kûr dibû û çi dibe bila bivê mijar an sohbeta me berê xwe dida welat û rewşa wî.
Apê Osman bi xeydan û dil şikestî ji welat hatiye û ev hest hê jî pê re xurt e. Komara Mistefa Kemal gelek tehdayî li ser wî kiriye, li leqaye gelek neheqiyan hatiye. Sedema tehdayê û neheqiyê bi gotina wî “Kurdbûna” wî bûye. Bi saya komara modern bi “Kurdbûna” xwe hisiyayê. Bi her lêdane bêhtir Kurdan parastiye, ji wan re rê û cih vekiriye li taxa Emînonî. Xana Demîrtaş piştî şerên dijwar bi destxistiye û Kurdan li derdora xwe kom kiriye. Hemû xwediyên dikanan Kurd in. Li ser pêvajoya ku navbera devlete û Kurdan de dimeşe; bi temkînî tevdigere û dibêje, bexte romê nîne xwarzê! Raste bexte devleta tirk nîne, lê êdî deste Kurdan de jî gelek firsed û îmkan henin. Belkî bi dest xistina firsed û îmkanan devlet qaraqara xwe piçek bejî kêm kir.
Îro avabûna Komara Mistefa Kemal e. Ji bo serdestan û dagirkeran rojek pîroz e. Bo me roja reş û îhaneteye. Apê Osman dibêje, ne bawer im ku ev bêbavan bi rêya têkîliyên medenî werin rê, bi dar û das ancax werin rê. Tecrubeyên Apê Osman gelek in li hemberî pergela devlete, ne leystikên wan dawî dibe ne jî zilma wan, bibêje. Û li ser zêde dike, Kurd ne Kurd ên doye û ne dinya dinyaya doye. Şêr û pîlîngên welat li her der in, êdî ew ê bi her awayî werin ser mase û ew ê binkevin, serkeftin ê Kurda ye, dibê.
Renge komara tirkan yên Mistefa Kemal jî sor e. Sor rengek xweş e û bo kurdan bêhtir li ber çav e û xweş e. Sor a komara Mistefa Kemal ji xweyne ava bûye. Ew xweyn bêguman xweyna Kurdan e. Komar li ser xweyna Kurd ên xwedî xîret û serbilind rabûye, xwe sazkiriye, hebûna xwe daye der. Îro rojek reş e û ji serî heta binî bixweyna Kurdan hatiye xelimandin!









