Hikûmeta Tirk rojeva siyasî tenê li derdora meseleyên derveyî digerîne. Xelk li şûna pirsgirêkên xwe ên rojane û polîtîkayên hikûmetê ên ku dibin sebebê vê yekê, bi mijarên derve têne mijûlkirin. Tekane mijara siyaseta derveyî a jî Kurd in; şerê li dijî Kurdan, êşandin, bêstatû û bêîradehiştina wan e. A rastî hikûmeta Tirk di pêşvebirina siyaseta bi vî şewazî de serkeftî ye jî…
Di rojên dawiyê de Serokê AKPê Erdogan di hemû daxuyaniyên xwe de Kurdên Rojavayî bi dagirkirina Rojavayê ve tehdît kir û arteşa Tirk jî li Bakur li ser xetê Rojava amadekariyên şerekî dijwar kir. Lê piştî hevdîtinên bi rayedarên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) re tansiyon ji nişkave hate daxistin. Her du dewletan jî bahsa amadekirina komîsyonekê kirin û wer xuya ye ku mijar heta demekê hate betalkirin.
Êdî xelk û alem gişt dizane ku derdê Erdogan û rejîma Tirk, tenê destketiyên Kurdan in.
Dema meriv têkîliyên Tirkiyê ên bi DYA û Rûsyayê re û bandora siyaseta wê a li seranserê Rojhilata Navîn deyne hêlekê, tenê li bersivên van pirsan bigere, ê hê bi mêjîyekî zelaltir dikane bêmantiqî û dijînsanetiya van polîtîkayên pûç bibine:
Gelo tenê bi kuştina Kurdan, hilweşandina gund, navçe û bajarên wan re Tirkiye ê ewlehiyeke çawa bidest bixe?
Bi êrîşeke wisa rejîma Tirk a 96 salî û Erdogan ê ku bi siyasêta xwe a despotîk êdî xelkê Tirk jî ditirsîne, dikane emre xwe hê dirêjtir bike?
Yanî eger arteşa Tirk bikeve axa Rojava û wê derê dagir bike, ê çawa bi şûnde vegere? Di nava vî kaosî û hengameya ku destê hêzên serdest ên navdewletî û ên herêmî giştan tê de ye, gelo Tirkiye dikane li wir bimîne?
Ji van jî wêdetir; ma hêzên parastinê ên Kurd û ên ji xelkên din ên Rojavayî ê bihêlin ku arteşa Tirk wisa bi hêsanî cih û warê wan dagir û talan bike?!.
Ez bahsa bi deh hezaran çeteyên hov ên cîhadîst, selefîst ên ku ji dehan welatan hatine jî nakim. Ew bi xwe jî pirsgirêkeke ku Erdogan û Tirkiyeyê li serê Kurdan kirine bela û ji îro pêde jî ê bibin belayeke mezin a serê wan bi xwe…
Ê ku nayê famkirin ew e; ku pirsgirêkek bi peydakirin û derxistina pirsgirêkên nû ve nayên çareserkirin!..
Bi her awayî rewş mîna mêzekirina li bîreke bêbinî ye.
Rayedarên Tirk û ên Amerîkî di nava xwe û di hevdîtinên veşartî de çi axaftin û bazartiyeke çawa kirin, nizanim.
Lê ê ku ez ji van pêşketinan fam dikim ev e; dewleta Tirk û Erdogan ji ber ku piştî dagirkirina Rojava nizanin ê bi rewşeke nû a çawa re rû bi rû bimînin, çavê wan tirsiya.
Dema raya giştî guh û çavê xwe dabû tehdîdên dagirkirina Rojava û hevdîtinên bi DYAyê re, hevdîtina parêzeran bi birêz Abdullah Ocalan re pêk hat. Helbet her kesî ev bi pêşketinên derbarê Rojavayê re nirxand.
Ocalan jî ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd bi rêyên diyalogê, bendewariya xwe ya bi rayedarekî Tirk ê wêrek re tîne zimên: “Ez dixwazin ji Kurdan re cihekî ava bikim. Werin em pirsgirêka Kurd çareser bikin. Ez dikanim di hefteyekê de rewşa pevçûnî û îhtîmalê wê ji holê rakim. Ez dikanim çareser bikim, bi xwe bawerim û ji çareseriyê re amade me. Lê gereke dewlet û aqlê dewletê jî pêdiviyên ji bo vê yekê bînin cih…”
Ocalan, rayedarên Rojava, Tevgera Azadiyê û Kurd bi giştî daxwazî û amadebûna xwe a ji bo çareseriya bi rêyên diyalog û aştiyane bi wêrekî aşkere dikin.
Bi giştî pêşketinên herêmî, navdewletî û ên hundirîn jî rayedarên Tirk ji hewldanên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi diyalogê re neçar dihêlin. Ji bo vê yekê jî hinekî cesaret û wêrekî; lê?!..
/Nupel/