Bernameya Wêjegeh Amedê ya Çileya Paşî diyar bû

Kurdi

Bernameya Wêjegeh Amedê ya meha Çileya Paşî (Rêbedan) aşkere bû.

Bername wusa ye:

9’Ê RÊBENDANÊ SAET 18:00 | KARGEHA ÇANDÎ

MUZÎKA KARAYÎBÊ YA POSTKOLONYAL ÇI JI ME RE DIBÊJE?

HENRY MACCARTHY- ÖVGÜ GÖKÇE

Zarzuela, cureyekî şanoya muzîkal e ku stran û diyalogan digihîne hev. Di sedsala hevdehan de li Spanyolê derketiye holê û piştre di pêvajoya serweriya mêtingeriya Spanyolî de li parzemîna Emerîkayê belav bûye. Her çend gelek koloniyên Spanyolî ev cure pejirandibe jî, tenê welatê ku kevneşopiyeke dewlemend û mayînde ya zarzuelayê pêş xistiye Kuba ye. Zarzuelaya Kubayê, piştî serxwebûnê di salên 1920 û 1930’î de, di serdemeke ku guherînên mezin ên civakî û çandî dihatin jiyîn de derket holê. Hunermendan ev cure ji bo ku paşeroja mêtingeriyan ji nû ve binirxînin û nasnameyeke neteweyî ava bikin, bi kar anî. Her çend bingeha xwe ji zarzuelaya Spanyolî bigire jî, zarzuelaya Kubayê bi tevliheviya bandorên Afro-Kuba, Ewropa û gelên xwecihî karakterekî resen bi dest dixe. Di vê pêşkêşiyê de, Henry MacCarthy dê zarzuelaya Kubayê wekî parçeyekî pêvajoyeke berfireh a avakirina nasnameya neteweyî ya li Karayîbê lêkolîn bike.

Henry MacCarthy ê ku ji bo derhêneriya lîstika Recep İçen a bi navê “Qedera Oîdîpûs” li Amedê ye, di warê şano, şanoya muzîkal û operayê de xwedî ezmûneke zêdetirî 30 salî ye. Wî pileya doktorayê li Zanîngeha Ohioyê di warê Hunerên Navdîsîplînî de girt. Bi pratîka derhêneriya profesyonel, li zanîngehên Emerîka, Venezuela û Japonê ders dan. Niha li Zanîngeha Texas, El Paso wekî serokê beşa Şano û Dansê dixebite. Di nav projeyên wî yên nêzîk de, operaya zarzuela ya Spanyolî ya bi navê Bohemios heye ku dê ji bo Operaya El Paso derhêneriya wê bike.

9’ê Rêbendanê saet 18:00’an de li Wêjegeh Amedê em Henry MacCarthy dikin mêvan. Moderasyon û piştgiriya wergerê ya vê hevpeyvîna balkêş dê Övgü Gökçe bike.

10’Ê RÊBENDANÊ SAET 18:00 | ROJA NIVÎSKAR

Mehmet Mahsum Oral, piştî nivîsên xwe yên bi etîketa vegotinê “Bi Barbaran Li Hêviyê Man” û “Hinek Bayên Berketiyê Malan” vê carê bi romana xwe ya bi navê “Deqên Tavê yên Li Ser Nuxma Şevê” dîsa digihîje xwendevanan. Gerokê ji derve de li bajarê modern temaşe dikir û li herikîna xwestekê dinihêrî, ji zû ve seqet bûye. Perdeyek bêbilm û ronî ya bi ser bajêr de hatiye kişandin; meşê, nêrînê û zimên timî didewisîne.

Li hember garantîxweziya hişk pê li erdêkirinê, nihêrîna li tiştên dibêjin “bibîne, bêhnketina wekî pez, axaftina tiştên dibêjin “biqîre”, gelo dibe ku nivîs “revek” be. Di demekê de ku “sekn û fikirîn” a bi dilnizmî û bi mesafe vediguhere hilweşînê, meş êdî ne tercîhek e; birêketina nivîskarê terkeserî e. Ya ji nivîsê re maye jî ji binî de kojandina vê perdeyê ye; di qulik, qelş û derzan re lênihêrîn e. Herikîn diekise, perçe dibin berdewamî. Di Nuxma Şevê de Deqa Tavê, “tawanbariya” romana baberdanê dide ber çavên xwe.

Mehmet Mahsum Oral li ser pirtûka xwe ya dawî, roja 10’ê Rêbendanê, saet di 15:00’an de li Wêjegeh Amed, dê bi Seçkin Arslan re hevpeyvînê bike.

14’Ê RÊBENDANÊ SAET 18:00 | ROJA NIVÎSKAR

OMERÎYA MÎRSOM 

ŞEREFXAN CIZÎRÎ – SUPHİ İZOL

Nivîskar Şerefxan Cizîrî, lêkolîna xwe ya li ser Eşîra Omeriyan ku yek ji eşîrên girîng ên Mêrdînê ye, bi navê “Omerîya Mîrsom” kir pirtûk. Di pirtûka ku ji Weşanên Lîsê derket de, nivîskar nêzîkatiyên şaş û rûniştî yên li ser eşîran rexne dike; bi sûdwergirtina ji antropolojî, sosyolojî, aborî û dîroka devkî û nivîskî, diyardeya eşîrtiyê di çarçoveyeke navdîsîplînî de lêkolîn dike. Di xebatê de erdnîgarî, nasname, avahiya çandî, çavkaniyên madî, têkiliyên nav eşîrê, berxwedana li dijî zora dewletê û têkoşînên desthilatdariyê yên Eşîra Omeriyan tên nirxandin. Portreyên nivîskar, hunermend, siyasetmedar, rûsipî û jinên naskirî yên ji eşîrê bi çîrokên mirovî yên berbiçav têne vegotin. Her wiha belavbûna eşîrê ya li Mêrdîn, Rojava, Başûrê Kurdistanê û metropolan; bi soyağacî, daneyên civakî û dîroka devkî tê pêşkêşkirin.

Pirtûk balê dikişîne ser eşîr di cewherê xwe de yekîtiyeke siyasî û çandî ne; xwedî taybetmendiyên piştgiriyê û kontrola civakî ne û bi taybetî di eşîrên çiyayî de avahiyeke wekhevparêz nîşan didin. Li gel vê yekê, tê nîqaşkirin ku eşîran wekî yekîtiyeke piştgirî û çandî, nasname, ziman û çanda Kurdistanê parastiye, lê di heman demê de li pêşiya pêvajoya avabûna siyasî bûne astengeke dîrokî.

14’ê Rêbendanê saet 18:00’an de li Wêjegeh Amedê, bi moderasyona Suphi İzol ê ku li ser avahiya eşîrên Kurd lêkolînên dişibin vê dimeşîne, em ê Şerefxan Cizîrî bikin mêvan.

 

İlginizi Çekebilir

Analiz: Monroe Doktrini Maduro’nun tutuklanmasında nasıl bir rol oynadı?
Hürriyet Kaytar: Yürüdükçe Kaybolduk; ‘Ne Acımız Eskisi Gibi, Ne Direnişimiz’

Öne Çıkanlar