Derbarê êrişên li dijî Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de, Hevseroka Dayireya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehemed got:
Wezareta Parastinê ya Hikûmeta Demkî ya Sûryeyê şer li dijî taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya ku bi sivîlan dagirtiye ragihand.
Hevseroka Dayireya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehemed li ser X’ê ev peyam parve kir û got:
”Hikûmeta Demkî li gorî peymana 1’ê Nîsanê tevnagere û li himberî vî şerî ew berpirsiyare”
Îlham Ehemed diyar kir ku Wezareta Parastinê ya Hikûmeta Demkî ya Sûryeyê şer li dijî taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ragihand û danûstandinan nepejirîne.
Îlham Ehemd destnîşan kir ku piraniya kesên ku li her 2 taxan dimînin ji Efrîniyên ku ev 7 sal koçber bûne.
Hevseroka Dayireya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser anî ziman ku Hikûmetê şerê qirkirn li dijî Kurdan pêk tîne, gelê Kurd yê ku zirar û zilim ji desthilata rêjîma Beas ya berê dît.
/Jêder: Ronahi TV/











