🔴Nûnerê berê yê Amerîka yê ji bo Karûbarê Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê Brett McGurk der barê êrişên li se Rojava de peyamek weşand û got: “Kurd li seranserî Iraq û Sûriyê hevalbendên herî baş in û pêwîste bi vî rengî nêzî wan nebin”.
Brett McGurk behsa êrişên çeteyên hikumeta Şamê yên ku dewleta Tirk a dagirker destekê dide wan yên li ser Rojavayê Kurdistanê kir.
Brett McGurk di peyama xwe de dibêje:
Her aloziyek ewlehiyê, bi taybetî jî li girtîgehên ku DAIŞ’î têde ne derkeve, wê bandorên navdewletî bi xwere bîne.
Bûyerên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê cihê fikaran ne, pêwîste agirbest berdewam be.
Brett McGurk anî ziman ku Kurd li seranserî Iraq û Sûriyê hevalbendên herî baş in û pêwîste bi vî rengî nêzî wan nebin, ji ber ku bi saya Kurdan cîhan gelek bi ewletire.











