Li Hewlerê di cîvîna aliye Kurdan ku Brêz Mesud Barzanî, General Mazlum û Êmerîkî li ser masayê bo çareseriye rêyek diyar dikirin, çeteyên girêdayî tirkan êrîşe Dêr Hafirê kirin. Kurdên ku ji bajarên xwe ji malên xwe koçber bûyî li Reqayê bi cih bibûn. Yek ji wan malbatan jî malbata Salîh bû. Piştî Dêr Hafirê çeteyên cîhadîst berê xwe dan Reqayê, çeteyên ku bi htşê re tevdigerin ji qulikên xwe derketin û di pişt de li şervanên Kurdan dan. Peyder peyder Kurdên Reqayê vekişiyan. Malbata Salîh wek malbatên din ewqas bi şanş nîn bûn. Di rê de çeteyên htş ji malbata Salîh 12 endamên wê girtin, çeteyên hov û dostên tirkan ji malbata Salîh, hûn ji kû ne? Pirs dike ji Îsmaîl Salîh, di bersiva xwe de, em ji Reqaye ne, dibe. Piştre çeteye htş, hûn Kurd in an Erep? Salîh di bersiva xwe de, em Kurd in, dibêje.
Çeteye htş ferman dide û dibê, hemû mezinan bi kûjin. Mezine malbate Salîh di serî de lêdidin û dikûjin, piştre dê Sara Şahîn ji erebên tînin xware û di çamastiyê/ense bi yek gulle tê qetîl kirin. Dibê ku ciwanên vêga ev terza/şêwaza kuştine nizani bin, em bi bîr bixin demek kontrayên hizbî-wehşet ku bi devleta dagirker va dimeşiyan bi vê terze sîvîlan qetîl dikirin. Çeteyên xweynxwar bi terza reşandine Yisifê 20 salî, Leylaya 17 salî, û Avînê 10 salî hatin qetîl kirin, zavayê malbate Mahmûd Salîh ku di temene 26 salî de bû ew jî hat kuştin. Yên ku man ew jî birîndarî li ber kuştine hatin hiştin. Şêrîna 25 salî di pişta xwe de gulleyek ji xwezûre xwe deng şand.
Şêrîn di hawara xwe de qetlîama li ser wan hatiye kirin dil û cegera me perçe perçe kir. Piştî ew denge şêrîna bêçare mîrovek seh bike ew ê ji nefesa xwe fedî bike. Nefes li meriv diçike, meriv ji mirovahiya xwe şerm dike, meriv çawa di cihê xwe nabe du felq. Şêrîna birîndar bi nefesa xwe ya dawî, baba çû, Yifis çû, Mehmud çû , dayê çû… Şêrîna ku di pişt de gulle xwariye di deng de dibê, ez li ber mirine me Îsmaîl. Zarokên min di destên wan daye were û wan xelas ke. Ew ên birîndar in û ji gulleyan xelas bûn zarokek 2 û 4 salî û 6 salî bi deste malbatek din xelas dibin û digîhijin nexweşxaneya Deyrezorê. Ji malbata Salîh 6 kes tên kuştin û 6 kes jî birîndar dibin.
Li ber çavên zarokên Kurdan dê, bav, bira û xwişk hatin qetîl kirin. meriv çi binivîse ew ê li hafe bimîne, meriv çi bi axive ew ê di vallahiye vegere û vegere li ser rûye xwedî wicdan wek volkanek biteqe. Malbatek û wek malbatên Salîh bo kuştina wan tenê Kurdbûn bes û têr bû. çete û xwediyên wan devleta tirk plan û deq û dolaban ava dikin, Kurd jî sondxwarine ew deq û dolabên wan di qirêka wan de ew ê asê bihêlin. Ti plan û proje li ser vê axê bêdestûra Kurdan naçe serî, sedsal ne wext dirêj e. hêzên navnetewî kir û nekirin ji çar devletan neteweyek dernexistin. Her çar devlet jî li ber hilweşandine ne. Bêdestûra Kurdan ancax tiştek wisa derte meydane. Kurd ne aram bin dagirkerên wan her tim di xêwnên xwe de kabûsên têkçûne bivinin.
Her tim ez bi gelê xwe serbilin û şanaz bin, bi wê coş û şerefê li her der geriyam, ehlaqeq wisa mirovahî, ji dijmine xwe re adilane, ji dostên xwe dost û yar. Ey Kurdino her tim serbilin û şanaz bigerin di nav alema mîrovahiye de. her rojên wê ye di şerên çeperan de helbestek bêhempa dide neqîşkirin. Ev gel ku ti car êrîşe hovane nekir, ev gel ku bi hemû êş û elemên xwe aşîtîxwaz û adeletê daxwaz kir. Ev gel ku di têkoşîna xwe de jinxas û mêxas bû. Ev gel ku ti car nebû leşkerên qewet û hêzan, bûn şervanên gel û azadiya wê. Ev gel ku bi şev û roj berxwedana axa xwe û rûmeta xwe parast. Ev gel ku zarokên xwe di bin kaldirimên tirkan derxistiye û bi gor kiriye.
Ev gel ku her tim dil û hişê wî di cihê bihûşta şerefe de navê xwe nivîsandiye. Ev gel ku ji heft salî heta heftê saliya xwe îro rabûye ser xwe û banga hevgirtîne û yekîtiye dike. Ev gel ku 500 salê dibê, ez li vir im û nobedare dare guzê me. Ev gel ku nane xwe, ava xwe, mala xwe ji dinya aleme re parvekiriye. Kurdino we hem xîreta xwe hem jî însaniyeta xwe bi dehan caran îspat kiriye ji dost û dijmin re, ew ê ti qewet û hêz me ji ser vê axa ku bixweyn û keda şêhîda hatiye parastin; ne hov ne jî xwediyên wan nikaribe têkbive û pakîj bike. Ger di deste we de dasek hebe û bo birrîna darek jî penc roj qewl dabin we çar ro ew dase tûj bikin…










