Robin Siya: Li ser karên xwe ne

Kurdi

Ez ê li ser yekîtiya Kurdan nivîsên pergalî binivîsim. Wek her Kurdê welatparêz û netewperwer wiya wek erk û berbirsiyariyek dibînim. Ez ê rewşa ku derketiye meydane; dibe çima em ê bi çar alî xwedî derkevin û biparêzin heta ku ji deste min tê yeko yeko nêrînên xwe aşkere bikim. Ne bi analîzên dûr û dirêj wek ciwanek ez ê ji rêber û rêveberiya Kurdan çi hêvî dikim û çi dixwazim bi zelalî weynim ser ziman. 

Qet dev ji fesadî û zikreşiyên xwe bernadin. Her tim li ser karên xwe ne. Çimkî dijminatî karên wan ne. Ev çend hefteye tiştên em dibînin ji rojên dîrokî wedatir tiştek sosret û têkçûna hişî ye. Devleta tirkan û pergela wan me dîsa zindî bi zindî dît ku ji htşyê kêm in. yanî ji cîhadîstan û çeteyan behtir kêm in. dijminatiyek wisa qurê û tirsnak bi hemû aliyên xwe, xwe da aşkere kirin. Htşê ji Kobaneyê re dibêje Kobane lê devleta dagirker hê jî nav diguhêrîne û dibêje ayn nizanim çi! Htşê dibê me vêga lihevkir û ez ê nekevim nav axa Kurdan, berdevkên devleta tirk ji lihevhatine ne razîne. Dibên kokan Kurdan binîn. Ne hiş maye ne jî ferased, korbûnek wehşî û pîs dimeşînin. Hebûna Kurdan dawiya wan ne, viya baş zanin bo wê li pê her bîşkoke dikin. Ji rûyên wan û dev ên wane genî sedsale tenê kuştin, talan û tinêkirin dertê.

Sibe ro ger kontrola htşê ji dest bixin ew ê çeteyên xwe ye li derdora Efrîn û Serêkaniye bajon ser wan. Ez ê mînakek bidim ku dijmintiya li hemberî Kurdan dikin çawa wan kor û lal kiriye ew ê tespîtek di cî dabe. Welatiyên tirkiyeyê ji ber rewşa aboriye dîn û îmana wan qetiyaye, nikarin nefesek rihet bigrin û berdin di ser de li ser çopan loqeq nan digerin. Hal û rewşa tirkiyeyê ev e lê pere û qezenca welatiyan bo şerê Kurdan bikin didin çeteyên xwe. Her roj wergiyek datînin ber welatiyan û wan bi dîn û al dixapînin. Her roj bi dijminatiya Kurdan civaka xwe konsolîde dikin. Çend sal berê pênaberên Surî û Efganî bûn îro dîsa vegeriyan ser Kurdan. Devlet wisa bêehlaqe her dem û serdem ji xwe dijmina ava dike û bi wê awayî dimeşe. Lê dawî ev meşe jî tê. Sibe ro ger li tirkiyeye gel rabe serxwe û îktîdare daxîne ew ê ne tiştek suprîz be. Hêviya me bi lez û bez bikevin nav hevûdin û em jî bi temamî ji wan xelas bivin. 

Şerê duyem yê Rojavaye atmosfera yekîtiye derxist meydane. Dijmin têkçûne hêvî dikir, li gor plan û bernameya wan bi lez û bez têkçûna Kurdan bû. Viya saz kiribûn. Lê tiştek hesab nekiribûn, dinya dinyaya sedsal berê nîn bû, haya Kurdan ji hev hebû, derfeta xulek bi xulek şopadine hebû. Devleta xweynxwar gelek hesabên medyaya civakî asteng kir, li ser çapameniya azad sansure pêk anî lê her hesabe kurd vegeriya cihê agahiye. Medyaya Başûr karek pîroz û xurt derxist, bi har alî gihişt birayên xwe ye Rojava. Bêguman yekgirtî û yekîtiya Kurdan plan û projeya devlete û çeteyên wî vala derxist. Rihê ku derket meydane ji bilî Kurdan ti hêz texmîn nedikir. Kurd li ba hevûdin kom bûn, mil dan hevûdin, gel sînorên dijminan betal kir. Atmosfera ku derket meydane mêtinger neçar ma û xwe de paş. Baş zanibûn, wek şerê yekem, ê Rojavaye bi taybetî jî wek Kobane nîn bûya. Şerê yekem de devleta tirkan baş dîtin ku Kurd dikarin çi biguhêrînin û çi bikin. Jixwe serhildana Kobane de devlet neçar mabû bi bazdan berê xwe dabû îmraliye û brêz Ocalan ji bi deste dijmin daxuyaniyek belav kir û got, armanca wê gihişt serî vegerin malên xwe. Ger ew çalakî bihatina domandin belkî me vêga ne htş ne jî devleta tirkan dikir mijara xwe.

Yekîtiya Kurdan gelek aliyan acîs kiriye, di bin re li hemberî Başûr gefan dixwin, hemû aparatên devlete yên çi bi dilî yên çi bi menfeat bi maskeyên nirxên Kurdan yekîtiye dixwazin qels bikin. Hin kes jî bi hest û hîsên xwe yê rojane tevlî vê pergale dibin. Av vêga şoliye, her tişt tê tomarkirin, hemû post tên xwendin, profîlên ku derketine meydane ji me re nexerîbin. Di dem ên dijwar de gelek caran me wan dî. Em wan baş nas dikin û xwediyên wan jî diyar e. Yekîtiya Kurdan li ser sînga wan rûniştiye û nikarin nefese bigrin, wek dîn û haran nizanin çi bikin. Lê siyasetmedarên hin Demê û ê li derdoran kom bûne jî bo motivasyona Kurdan bişkenîn çi her tiştî dikin. Aparatên ku di kontrola xêrnexwazan kar dikin, tiştên ku wekîlên Demê dikin bo wan wek nan û av e. Çi bi zanatî be an nezanî be agire ku dixwazin gur bikin wekîlên Demê bi xeberdanên xwe alîkariya wan dikin. Bi xeberdanên xwe, bi teoriyên xwe ye qels agir har dikin. Ev aşkere tê dîtin ku wekîlên ku vêga di meclîsa de parastina mafên Kurdan dikin enerjiya xwe nadin yekîtiya Kurd û Kurdistane, ji dijmin re xwe xweş û maqul destnîşan dikin.

Rûye xwe dane Enqere û benda gotinên wan in. Meriv nepirse nabe, gelo ewqas binê wan şil in! Wekîle Dem partiye Cengiz Çiçek li ser ekranên İlke TVyê diaxive, ez li vir hişyariye didim aqlê devlete an îktîdare hûn bi êrişên xwe û dijminatiyên xwe yê tund hişê netewperweriya Kurdî xurt û geş dikin. Çiçek efendî ji yekîtiya Kurdan neraziye û ji dijmine Kurdan re peyamek dişîne, hişyariye dide wan. Meriv çawa deşîfre dibe an çawa teslîm dibe mînakek muazam e. Çiçek efendî nasekne û dide navê. Di bernameye de vêga rojnamegeriye dike Ercument Akdenîz heye û ji Çiçek efendî pirs dike û dibê, hûn wana bi êrînî/olumlama nabêjin ne wisa? Çiçek bey bersiv dibe, erê… erê wek neyînî dibêjim. Cengiz Çiçek tu çima yekîtî û netewbûna Kurdan naxwazî? Tu çima ji vê yekê acîsî? Kurd sedsalek din jî wek te bêîrade û kole bila bijî? Çiçek efendî wekîle Stenbole ye. Ez jî li Stenbole raya xwe bikartînim. Bi raya min tu hatî vir, min raya xwe da te ne bo tu yekîtî û yekgirtîbûna Kurdan perçe bikî, heqe xwe helal nakim û ez ê wek xwedî raya xwe ji te hesab jî bipirs im. Bang li rêvebêriya Demê dikim û di wan ku bo yekîtiya Kurdan pîroz e asteng nebin.

Vêga em baş derdixin ku Dem partî qet ji Altan Tan û Ahmet Şıkan ders dernexistiye. Ger hûn ji welatiyên xwe re kor û lal bin teqez ew ê dengdêr ên we jî dersek mezin bide we. Bi reyên me çûn Enqereye bo mafên me vegeriyan berdevkên dijmin. Dîsa yek heye navê wî Haydar paşnavê wî Ergül. Bo wî ez ê zedê tiştek nebêjim, rewşa wî aşkereye. Ergül bey, teorisyene hêja! Ji mêtingeran behtir mêtingeriye li Kurdan ferz dike… Haydar efendî jî fikrên xwe aniye ser ziman. Lê dibê ku derewên wî li vir tomar bikim. Haydare ku vêga nikare serê ji hindir derxe, rabûye çalakiyên ku bo Rojavaye pêkhatiye hesaba wê kiriye. Dibê 10 mîlyon însan derketine qadan ji wana nivî wê ne Kurd in. Haydar ku di mala xwe de rûniştiye û li ser medyaya civakî çalakiyan şopandiye dibêje nivî çalakgeran ne Kurd in. ew jî em jî baş zanin ku koka ev îdayên wî tineye û derew in. Haydar rûye xwe reş dike û ji Kurdan behtir ji êrişkarên Rojabayê re xizmet dike. Gelek tişt henin meriv dikare bêje lê dibe em enerjiya xwe û bala xwe bidin yekîtiya Kurdan. Tiştek ku ji me re lazime ev e, ne teoriyên Ergül û Çiçek efendî. 

Hiş û ferased çaxê hatibe dagirkirin ti çi bikî tu nikarî ew kes xelas bikî. Jixwe karê me jî nîne xelas kirina wan ew li ser karên xwe nin em jî li ser hebûna xwe mijûl dibin, bila di nav hişê xwe ye romantîk û tevlîhev de bijîn. Lê dibe ku ev xeberdan ti car ji hişê me dûr nekeve. Her tim bila li kêleka me be ku sibe roj wext hat em bersiva xwe deynin. Di vê cihana kirêj û hov de mîletek bo azadiya xwe liberxwe bide û hin kes jî bo teslîmbûna wan bi dijmin re bimeşe ew ne dost e ne jî dijmine, ew kesbi tena serê kavil in. Ev dinyaya ku heta dev di nav pîsîtiyê de digevize û çar alî bi dijminên sondxwarî yên Kurdan hatibe dorpêçandin; yekîtiye hêvî neke û daxwaz neke ew ne dost e ne jî dijmine, ew ji hemû nirxên însanî bêpar e. Dijimine gelê Kurd li dûrî negerîn vegerin û li derdora xwe binêrîn. Maskeyên ku li ser rûye xwe bi cih kirine yeko yeko derdikevin meydane. Aqlek azad ne para herkesiye, dilê Kurd û Kurdistanî ne di her dilî daye.

Krîza ku li Rojavaye derket bo me tiştek bêhempaye. Ew ê bêhtir enerjiya me bimijin, bo yekîtiya me dîsa perçe perçe bikin ew ê bikevin her şikl û şemale. Tiştên ne tişt di ber xwe de derxin û bidin ber me. Leystikên wan dawî nabe lê têkoşîna me jî her û her ew ê dewam bike. Çaxê yekîtiya Kurdan bi her alî pêk hat ev aparat ew ê ji orte rabin. Çaxê yekîtî pêk hat ev hişên qels û dijmin ew ê têkbiçin. Çaxê yekîtî pêk hat ew ê dinya alem me wek mîlet bihêsibîne. Çaxê yekîtî pêk hat ew ê deste rêveberiya Kurd li her qadî xurt û ji xwe bawer tevbigere. Çaxê yekîtî pêk hat dijminên sondxwarî sedsalê ku destdirêjiya hemû nirxên me dikin ew ê pûç û vala derkevin.

Her Kurd bo yekîtiya Kurdan li hemberî van xêrnexwazan û nexweşan dibe ku bertekên tund destnîşan bikin. Êriş didomin û ev şer hê nû destpêkir ew ê hûr û kûr bajo. Kurd ew ê baweriye bi şervanên xwe binîn ne ew ên ku teslîme dixemîlinin û didin ber me. Kurd ew ê baweriya xwe bi rêberên xwe û rêveberiya xwe binîn. Hêza herî xurt û bibingeh ji bilî yekîtiya Kurdan çi ye? Em ê bi hemû cudahiyên xwe yekgirtiya xwe pêk bînin û bênavber bo yekîtiya Kurdan bixebitin.                                                  

 

    

İlginizi Çekebilir

Venezuela Büyükelçisi Ankara’dan duyurdu: “Onları Geri İstiyoruz”
Yeni bir “Dünya” adayı bulundu: Yılı 355 gün sürüyor

Öne Çıkanlar