Li Kobanê ku zêdetirî nîv mîlyon mirov lê dijîn, dorpêça hêzên hikûmeta demkî ya Şamê berdewam dike. Hat ragihandin ku gihîştina dermanên bingehîn nîne û dorpêça ku dihat payîn bê rakirin, hê jî didome.
Gef û dorpêça hêzên Şamê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didome. Kobanê ku nêzî nîv mîlyon zêdetir mirov lê dijîn, 20 roj in di bin dorpêça van koman de ye. Bajar hem mazuvantiya koçberên ku bi darê zorê ji cih û warên xwe bûne dike, hem jî li dijî êrîşan li ber xwe dide.
Gihîştina dermanan nîne
Ji ber dorpêçê di warê tenduristiyê de pirsgirêkên giran têne jiyîn. Li bajêr gihîştina gelek dermanên bingehîn nayê dabînkirin. Bi taybetî nexweşên diyabet (şekir), tansiyon û gurçikan bi zehmetiyên mezin re rû bi rû ne; her wiha tê diyarkirin ku nexweşên kanserê jî nikarin tedawiya xwe bidomînin.
Tevî peymanê jî dorpêç berdewam dike
Tevî peymana ku di 30’ê Çileyê de di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û rêveberiya Şamê de hatibû ragihandin û di 2’yê Sibatê de ketibû meriyetê, dorpêça li ser Kobanê nehat rakirin. Li bajêr tu guhertin çênebûye û tê destnîşankirin ku dorpêç, tevî zextên siyasî û psîkolojîk ên li ser bajêr, berdewam dike.










