​Nûçeya Xemgîn: Mehmed Emîn Bozarslan Koçê Dawî Kir

Kurdi

Nivîskar û lêkolînerê navdar ê Kurd Mihemed Emîn Bozarslan, îro li bajarê Uppsala yê Swêdê di 91 saliya xwe de koçê dawî kir.

Bozarslan kî bû?

Mihemed Emîn Bozarslan di sala 1935’an de li navçeya Licê ya Amedê ji dayik bûbû. Ew bi taybetî bi pirtûka xwe ya “Alfabe” ya ku di sala 1968’an de weşandibû, di dîroka zimanê Kurdî de cîhekî girîng girtibû. Ji ber xebatên xwe yên li ser ziman û nasnameya Kurdî, gelek caran rastî zextên siyasî hat, hate girtin û di navbera salên 1971-1974’an de di girtîgehên leşkerî de ma.

​Di sala 1978’an de neçar ma ku welêt biterikîne û wekî penaberê siyasî derbasî Swêdê bibe. Bozarslan heta roja dawî ya temenê xwe li bajarê Uppsalayê ji bo çand û zimanê Kurdî xebatên xwe berdewam kir.

Agahiyên Taziyeyê:

Malbata wî ragihand ku taziya rehmetî dê li bajarê Uppsala bi rê ve biçe:

  • Dîrok: 11.02.2026 (Roja Çarşemê)
  • Saet: 13:00 – 16:00
  • Cîh: Staby backe 1, Uppsala

 

İlginizi Çekebilir

Amedspor’dan TFF’ye ziyaret
Boğaziçi Üniversitesinde ‘kulüp odası’ gerginliği: Polis müdahale etti

Öne Çıkanlar